-
Kategorî: Umîd Demîrhan
-Awireke Giştî Li Ser Bingehên Post-Faşîzmê-Ez di ber Konê Çareseriya Demokratîk ê li Bazîdê re derbas dibûm. Dengekî notla dengê gamêşan ji televîzyona konî dihat. Vî dengê han hemû kurd kiribûn tayeke teraziyê û kehanetên xwe jî kiribûn tayê din. Wekî ku dixuya ev dengê bernas li gorî çanda xwe ya kevneşopî hinek kehanet û pêşniyarên xwe bi awayê gefan vedigotin. Min ew dengê notla dengê gamêşan li wir hişt û vegeriyam ser karê xwe; lêbelê ji hemû televîzyonên vekirî yên çarşiyê vî dengî olan dida. Lewre min xwest ku hinekî li ser bingehên van kehanetan bisekinim û li ser raweya peyva kurd lêkolînekê di çanda tirkan de bikim. Piştî lêkolîneke kurt a li ser tora ragihandinê ya navneteweyî [TRN] ev zanyarî ketin destê min:
- Nalbendê ecemî xwe li ser kerên kurdan hînî lêxistina nalan dike.[1]
Li gorî vê gotina pêşiyên tirkan, divê kesê ecemî malê xwe telef neke û ecemîtiya xwe li ser malê kurdan biceribîne. Lewre hingî ku tirkan erdê Mezra Botan lewitandiye, mirovên xwe yên ecemî bi ser navê “Peywira Rojhilatê (Şark Gorevi)” şandine ser serê kurdan û ew perwerde kirine; paşê ev kesên perwerdekirî li herêmên rojavayê Romê peywirdar kirine. Wekî nimûne bijîjkekî ecemî tê Kurdistanê, qaşo kurdan tedawî dike û bi salan li wir dimîne. Di vê navberê de çiqas nexweş bi boneya tedawiya xerab seqet û nivîşkan mabin ji kîsê kurdan diçe.
Her wekî her kes jî dizane hukimeta tirkan a desthilatdar jî xwe êdî hoste dihesibîne. Çima ku ev sê car in tê ser hukim rayedarên wê daxuyaniyan didin û dibêjin ku êdî dewra şagirtiya wan qediyaye û ew bûne siyasetmedarên pispor. Bi vî awayî mirov baş tê digihêje ku ev siyasetmedar bi sayeya kurdan bûne siyasetmedarên pispor.
Ji aliyekî din ve artêşa tirkan jî bi riya xizmet û olama cehşên kurd xwe li ser erdnîgariya Kurdistanê perwerde kirin.
- Gava rûnê kurdan zêde be, hem jê dixwe û hem jî li rûyê xwe dide.[2]
Li gorî vê gotina pêşiyên tirkan jî kurd bêhiş in; qedrê destkeftiyên xwe nizanin û van destkeftiyan di riyên bêrûmet de dêrz û israf dikin. Lewre divê tiştek nekeve destê kurdên bêhiş. Wekî nimûne, ev çend sal in ku televîzyoneke kurdan a bi kurdî tunebû; dewletê bexşîşek da kurdan û şabaşa TRT6ê pêk hat. Li gorî feraseta vê gotina pêşiyên wan divê huqûqa vê bexşîş û şabaşê tunebûya û bi qanûnekê nehata parastin. Lewre vekirina vê qanala bişaftinê bi huqûqa metresan hate ferzkirin.
Siyasetmedarên tirkan pişta xwe dan avakirina vê qanalê û mafên kurdan ên kolektîf înkar kirin. Ev înkara xwe jî wiha rave kirin: “Êdî dewra red, înkar û asîmîlasyonê qediyaye, pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin û pirsgirêkên kurdan ên yeko yeko li benda çareserkirinê ne.”
Li gorî wan ew kurdên ku bi berxwedana salan hinek destkeftî qezenc kirin, destkeftiyên wan ji aliyê hinek kurdên çavçil û bêhiş ve hatin dêrzkirin.
- Ji darê maşe, ji kurdan paşe çênabe. [3]
Li gorî vê gotina pêşiyên tirkan jî çawa ku ji darikan maşe çênabin her wisa ji kurdan jî paşe çênabin. Naveroka vê gotinê di dema Kolemendên Misirê de hatiye dagirtin. Di dema Dewleta Eyûbiyan de kurd fermandarên artêşê û tirk jî koleyên ereban bûn û hejmara van koleyan gelekî zêde bû. Piştî lawazbûna hêza kurdan a li cîhana îslamê van koleyan bazda ser dika desthilatdariyê û neyartiya kurdan kirin. Neyartiya xwe jî li ser fermandarên leşkerî yên kurdan ceribandin. Bi rastî di hevoka vê gotinê de bi temamî 5 peyv hene û jê 3 heb kurdî ne; ango peyvên maşe, paşe û kurd bi zimanê kurdî ne. Zimanê tirkî yê ku evqasî mehkûmî zimanê kurdî ye gelo çima evqasî dijminahiya kurdan dike?
- Dêla tirkên kole di wê demê de hatibû tevşokirin. Lewre qolo doza dêla xwe dike û qedr nade xwediyê vî tevşoyî.
- Mareşalên wekî Ihsan Nûrî Paşe her çiqas fermandarên jêhatî bin û derbeyên mezin li tevgera tirkan xistibin jî, di dawiyê de ew kurd in û paşe nayên hesibandin. Divê paşe neyên hesibandin da ku efsaneya “tirkek bergindî cîhanê ye” bêwate û hundirvala nemîne. Lêbelê ev gotina wan dijberî gotineke Fatih Siltan Mihemed e ku dibêje: “Kesê ku dijminê xwe biçûk bibîne bi ser nakeve.”
- Wisa dixuye ku tirk neyarên xwe biçûk nabînin û tenê wan biçûk dixînin da ku di dilê kurdan û di raya giştî ya cîhanê de meqama paşeyên kurdan nizm bibe.
===== Dê bidome =====
[1] = = Acemi nalbant, nal çakmayı Kürt eşeğinde beller. bnr.
http://www.ansiklopedika.org/%C4%B0skilip_eke_adam_s%C3%B6zleri
Li gorî çavkaniyên tirkan raveya vê gotina pêşiyên wan wiha ye:
= = Acemi nalbant kürt eşeğinde dener kendini: Acemi tecrübesiz kimseler fakir fukarada tatbikat görürler. [http://www.hazinem.net/edebiyat-turkce-f115/adan-zye-aciklamalariyla-atasozleri-secmeleri-t20123.html]
= = Acemi nalbant kürt eşeğinde dener kendini: İşinde ustalığa erişmemiş deneyimsiz kimse, ilk denemelerini her zaman heder olmasına acınmayacak kendinin veya müşterisinin malzemeleri üzerinde yapar. Bu sebeple acemi ellere değerli eşyalarımızı bırakmamalı, onları daha tecrübeli bilir insanlara emanet etmeliyiz. [http://www.atasozlerianlamlari.com/Harf/A-01/Atasozu/acemi-nalbant-kurt-eseginde-dener-kendini/]
= = Acemi nalbant Kürt eşeğinde dener kendini: İşinde ustalığa erişmemiş kimse, ilk denemelerini heder olmasına acınmayacak malzeme üzerinde yapar. [Aksoy, Ömer Asım (1995). Atasözleri ve Deyimler Sözlüğü 2 Deyimler Sözlüğü. İstanbul: İnkılâp Kitabevi. ISBN 975-10-0128-5. Her wiha bnr.:
http://tr.wiktionary.org/wiki/Acemi_nalbant_K%C3%BCrt_e%C5%9Fe%C4%9Finde_dener_kendini]
= = Acemi nalbant kürt eşeğinde dener kendini.
Kip ve şahıs: Geniş zaman, 3. teklik şahıs
Kelime grupları: “acemi nalbant” > Sıfat tamlaması
: “kürt eşeği” > Belirtisiz isim tamlaması
[Türk Atasözlerinde Kelime Grupları Kip Ve Şahıs İncelemesi, Osman Çakmak (Yrd. Doç. Dr. Cevdet Şanlı danışmanlığında yüksek lisans tezi, Ekim, 2006. Her wiha bnr.:
http://www.belgeler.com/blg/1600/turk-atasozlerinde-kelime-gruplari-kip-ve-sahis-ifadesi-analizing-of-turkish-proverbs-word-groups-and-mood-and-personal-aspects]
[3] = = Ağaçtan maşa, Kürt'ten paşa olmaz. Bnr. [http://www.haberturk.com/polemik/haber/198979-icimizdeki-gizli-irkcilik]