07 | 02 | 2012

Nivîskar Mehmed Ûzûn hate bîranîn

Wêjevanê Kurd Mehmed Ûzûn ê ku di 11'ê cotmeha 2007'an de li Amedê dema ku dihate dermankirin li nexweşxaneya pençeşêrê wefat kir li ser gora xwe ji aliyê malbat, dost, heval û hezkiriyên xwev e hate bîranîn.

Wêjavanê naskirî û navdar Mehmed Ûzûn ê ku demeke dirêj ji ber pençeşêr dihate dermankirin, di 11'ê 2007'an de wefat kir ji aliyê malbat, dost, heval û hezkiriyên xwe ve li Goristana Mardînkapiyê hate bibîranîn. Di merasîma bîranînê de dayika Ûzûn Asiye Ûzûn rondik barand. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şehmus Sefer axivî û got ku ev 7 sal in Ûzûn bi bîr tînin û got ku beriya bê, merasîmê li Yaşar Kemal geriyaye û xwestiye li ser gora Ûzûn helbesta wî ya bi navê "Ji bo Hannayê helbest" bixwîne. Sefer bi lêv kir ku Kemal jî ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe nîşan daye. Sefer piştre helbesta Kemal xwend.

Piştre xezurê Ûzûn, Celal Ûzûn axivî û diyar kir ku hevsera Mehmed Ûzûn, Zozan Ûzûn ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nehatiye bîranînê lê ji bo her kesî silavên xwe şandiye. Celal Ûzûn diyar kir ku ku Mehmed Ûzûn her tim yekîtiya siyasetmedarên kurd dixwest û ev daxwaz niha gav bi gav bi pêk tê. Bijîşkê Ûzûn, Adem Avcikiran jî wiha axivî: "Di demên wî yên dawî de ez li cem wî bûm. mehmed miroveke gelek humanîst bû. 40 salên xwe ji bo wêjeya kurd da. Ez bawer im nivîskarên din jî wê li ser şopa wî bimeşin û wêjeya kurdî pêş ve bibin."

JI SWÊDÊ PEYAM

Piştre birayê Ûzûn, Mahmud Ûzûn jî axivî û da zanîn ku wan beriya 3 salan li Swêdê weqfa Mehmed Ûzûn vekirine û di mehên pêş de dê li Amedê jî şaxa vê weqfê vebikin. Peyama ku ji aliyê Şaredarê Sundbyberg yê Swêdê Jonas Nygran hate şandin ji aliyê xezurê Ûzûn Celal Ûzûn ve hate xwendin.

Piştre jî Cîgirê Şaredarê Sêwregê Cuma Yilmaz axivî û got ku wan navê Ûzûn dane şeqamekê li Sêwregê. Yilmaz wiha got: "Li navçeya me kolaneke ku me navê Yilmaz Guney daye heye. Peykerê wî heye. Parka ku me navê Ahmet Arîf daye heye peykerê wî jî heye. Lê cihê Memhed Ûzûn ji bo me cuda ye." Piştre dost û hevalên Ûzûn axivîn bîranînên xwe parve kirin.



ANF NEWS AGENCY