|
|
 |
-
Kategorî: Ehmedê Huseynî
Vê sibehê, Tu di koşeyên tarî yên dilê min ê perçebûyî de Çira û Newroz î Halan û bahoz î Şehîd û bîrdoz î Pinpinîk û lîloz î Kerwan û reşetoz î Tu, Sîtava xwedê yî welatê eşqê yî Çavlirêmana dayê yî Naveroka tayê yî Zimanê bayê yî Tu, Di xelwetxaneya min de pirtûka herî Pîrrrrrrrrrroz î.. Vê sibehê, Daristana çavên te bi tîrêjên rojê dixemilînim, Navê te yê qedexe, wek cejnekê, ji devê min derdikeve, Destên min ên ji gunehbariyê li ser sînga te sêwî dimînin, Bîna te, pêl bi pêl, ji min difûre, stêrkên zarotiyê bi ser dilê min de dirijin, Min dixwest tiştekî bi qasî mirinê dijwar ji te re bibêjim, Lê çavên te di tîrêjên rojê de venedibûn. Vê sibehê, kûviyên êşa min li kontarên bêdengiya te diçêrin, stiranên xwe yên ji xuşîna baranê radestî reşeewran dikim, Xwe dişewitînim da tu şewatan ji bîr bikî, Di sorgulên kenê te de tembînameya xwe vedişêrim, Nexşeyên xwe li ber destên tozê radixînim, Û kirasekî sipî ji tevna sibehê, ji te re, li pey xwe, di şevê de dihêlim. Vê sibehê, Nave te li ser zimanê min e, ewrên bêrîkirinê zeviyên xewnê av didin, li asoyên dûr dinêrim; dastanên te yên şewitî dibînim, dixwazim ber bi te ve bifirim, lê baskên min têra evîna te nakin. Dixwazim te di hêlana dilê xwe de bihejînim, Lê destên min têra himbêzkirina stiranên te nakin.
|
|
 |
|