07 | 02 | 2012

Ya star

Şevreşeke buhara pêşin e. Barana ku bi rojekê berê bariye, ji nav erd û kaşan niziliye ser hev, bûye laser û bi xurmexurm di newala nava gund re diherike. Ku ne ji denge ava newalê be, di vê şevreşiya nîvê şevê de çûçikek jî ji darekê bifire, deng ê were bihîstin. Lê mîna ku vê barana pîrozwer jî ruyê xwe ji şêniyan badaye, ew bariye û bûye sedemê rabûna lasereke dengdar. Loma şêniyên gund pê nahesin. Pê nahesin ku leşgeren komando havêtine ser gund, ji leşgeran hinekan dor li gund girtine û hinek jî ketine nav.

Ji nişka ve, ji jêr û jora gund dengen seyr tene bihîstin. Gurmegurmê derî û penceran, teperepa lingan, bi tirkî fermanên çêrdane, bi kurdî bergerîn û gazinên lavane.

Di navîna nîv saetekê de gundî ji malan derbûne, li pere gund, li ber dîwarê dibistanê civiyane ser hev. Hinek bi nalîn in, hinek silawatan li navê mihemedekî tînîn û banî sitara Xwedê dikin, hinek jî ji tirsa komandoyên şeva nîvê şevê ziman lê hişk bûne û bi dilen şikebar li bendî fermana kapîtanê leşgerî ne.

Du projektorên mezin di desten du leşgeran de ne, li ser dîwarê hewşa dibistanê, li pêş kaniya gund rawestiyane û tîrêjên wan ji jor de bera ser gundiyan didin. Li ber ronahiya projektoran tev çavên bi tirs û beloq çend seriyên rût jî dibiriqin. Kapîtanekî leşgerî bi bejnûbaleke girs û dirêj, bi gavên pêt ber bi koma gundiyan tê û bi dengekî leşgerane dike qêrîn:

- Ka muxtar kî ye, bila derkeve rastê! Bila derkeve rastê ku ez bejna wî bibînim!

Bi vê fermanê leşgerî re çend cot çavên ku bi gavekî bere dibiriqîn, li çep û rastên xwe diziriqin, çend serî ji ciyên xwe dilivin, ji nava wan seriyan muxtarek derdikeve û bi rewşeke reben diçe li pêş kapîtanê leşgerî disekine. Muxtarekî bi bejneke kurt, çîpên zirav, serekî rût î piçûk e. Bi bertena eşofmanekî bemboyî ye û zendên piyên eşofman jî ber bi enîşka wî hilkişiyane jor. Jêra wî çog dane û herweha dîmeneke bizmarekî xwar î piçûk dide. Kapîtanê leşgerî li vê dîmenê dinere û mî­na ku bawer neke lê dîsa jî bi hêrs dibêje:

-   Tu muxtar î, erê!

Peyvikek hûr di devê muxtêr de dibe du perçe û bi denge­kî lerizok re jê derdikeve:

-Be... lê...

Kapîtan hêrsa xwe mezintir dike û dibê:

-  Ev çi muxtarî ye! Ca li bejna xwe, li derpê xwe... ca li vî serê xwe î piçûk binere! Ma ka muxtarî bi te dikeve?

Muxtar bersiva kapîtan nade, tirs û şerma van gotinan xwe digêhînin hev, dibe xwedîdaneke bêwext û li nazikciyên İaşe wî dide der. Xwedê dizane bê çima, le mîna ku muxtar jî yekî ji wan be kapîtanê leşgerî şîretan le dike û dibe:

-   Divê tu bizanî ku muxtarî karmendî ye. Karmendiyeke dewletê ye!... Divê tu têbigêhîjî ku tu jî ji avahiya vê dewleta mezin perçeyek î. Dibe ku ev perçe perçeyekî herî piçûk be, le dîsa jî tu perçeyek î. Û wusa diyar e ku tu perçê herî pîs î. Perçê ku zengarî bibe û bi kêrî vatiniya xwe neyê, êdî tu jî dizanî ku meriv çi dike. A meriv wusa bi guhê wî perçeyî digirê (li vir kapîtan bi herdu destan herdu guhên muxtêr digirê, ji erdê radike û didomîne) û weke bizmarekî zengarî davêje.

Bizmarê zengarî bi entîn li pêş kapîtanê leşgerî li erdê dikeve. Wek ku cin li muxtêr bixe, li ser erdê çamûr dipirpite, lê dîsa jî radibe û bi ricifîn li pêşberî kapîtan di fermanê de radiweste. Ji vê tevgera kapîtên hiş û ruh li gundiyan tê guhertin. Bêyî daxwaze xwe hinek di dilê xwe de: "Ku ev ji bo xatirê perçekî dewletê be, kî dizane bê ew ê çi were serê me!" dibêjin. Kapîtan vê carê jî bi fermaneke pêt di ser muxtêr de dike qêrîn û dibê:

-   Anuha û di dest de... hemû gundî divê çekên xwe bînin! Ev fermana pêt, muxtêr hişk û ziwatir dike û nizane ku ew

ê ji kîjan hêlê re çi gotinê bibêje. A di vê gavê de dilê wî pir dixwaze ku ev hemû bêyomiyên îşevîn xewnek be, tirsexewneke şevên xirab be. Bi çav û awurên vala bi qasî du hilman li ruyên gundiyên dorê dinêre. Lê ji bilî tirs û xofeke mezin tişetekî din li ser van rüyan nabîne û ev jî pê dide zanîn ku ev ne xewn e. Ne xewn e û tew bêhna potînên nû jî ji kapîtên dihat. Muxtar hîn di vê duduliyê de ye ka bê ev xewn e an rast e. A di vê gavê de dengekî kambax ji binê guhê muxtêr bilind dibe, çîk ji ber çavên wî difire û bi qêrîna fermaneke din re dî­sa li erdê dikeve:

-   Tu çi sekiniye, ehmeq? Bibêje!... Ji wan re bibêje, bila he­mû jî çekên xwe bînin!

Lê muxtar êdî ne ji serê xwe î rût û piçûk şerm dike, ne tirs lê çêdibe û ne jî van dengên kambax dibihîse. Tew êşa wan pozikên potînên ku dû re li newqa wî dikevin jî hîs nake. Dema kapîtanê leşgerî têdigêhîje ku muxtar xewiriye, vê carê ber bi koma gundiyan diçe. Mîna kavirên ku xwe ji ber hêrişên gurekî birçî biparêzin û nexwazin bibin para zikekî birçî, herkes dikeve taya xwe û tirsa mirine. Di rewşeke wusa xirab de ne lava û gotin, ne bergerîn û ne jî rev pere dike. "Ya baştir ew e ku meriv xwe ji xezeba dewletê bisitirîne." Ji wan gundiyan yekî sersipî jî weha difikire, di nava koma gundiyan de rûdine û dixwaze bi vî awayî xwe ji ber çavên kapîtên veşêre, xwe bi­sitirîne. Lê pirî caran ev rewşên weha ji ber çavên fermandaran nareve. Mîna ku dersa psîkolojiyê jî girti bin, ew jî berê ji kesên weha dest pê dikin. Di nava hemûyan de kapîtan diçe di ser vî gundiyê sersipî re disekine û dibîne bê ev rebenê ha çawa diricife. Hêdîka bi hustukura wî digirê, radike û jê re dibêje:

-   Navê te?

Diranên sersipî li ser hev direqisin û bi dijwarî dibêje:

-    Nav... Os e, qumandar.

-    Tu çima rûniştî û tu çima wusa diricifî, Os?

Peyvek tomarî, peyvikek saxlem ji devê Os î sersipî dernakeve. Bi wan gotinên nîvçe û qurmiçî pê dide zanînê ku ew ji ber êşa çoğa xwe rûniştiye û ji ber sermaye diricife. Dû re mî­na ku bixwaze kapîtan aliyê xwe î dilovan nîşan bide, bi dilekî şewitî dirêjtir dike:

-   Wek ku hûn jî... bi kerem dibînin, qumandar... dibêje û bi wî zimanê xwe î pelixî bi qumandar dide zanîn ku weke gelekan wî jî pêre ne gihandiye ku kumê xwe girêde û di hatinê de şekal jî ji lingên wî pengizîne.

Ev gotinên Os î sersipî li peşka kapîtên tê, bi ehmeqiya şanogerekî tiyatroyê bi dengekî bilind dikene, dû re bi mirûzekî tirş di ser de bilintir dike qêrîn û dibê:

-   Zû wan kincên li xwe jî ji xwe bike!... ji xwe bike, tu ê anuha germ bibî!

Ev daxwaza fermana kapîtên bi Os î sersipî û hemû gundi­yan tiştekî bêmane tê. Mîna ku ji wan re bibêje: keviran bixwin! Loma Os î sersipî bi tirs eke duqat di ciyê xwe de bêdeng û bêliv dipe ku kapîtan ê hîn çi bike û çi bixwaze. Potîna kapîtanê leşgerî ji nişka ve weke tîzika hespekî dîn radibe û li ço­ğa Os î sersipî dikeve. Çoga wî ditevize, di binê laşê wî de nahewe û di cî de diqelibe. Vê carê jî herdu potînên leşgerî li er­de xwe radikêşin Os, qêrîn û hewar bi erdê dikeve, asiman di­binize û destê sibê dibe.

Leşger ji gund vedikişin. Kesên ku ji ber jop û potînên leşgeran ji xwe çûne, têne berhevkirin û li malên wan rast dibin. Serçav û giyanê gelek gundiyan reş û mor bûne. Li gel ewqas jop û potînên leşgeran jî, dibêjin wê şevê xwîneke wusa berbiçav ne rijiyaye. Tê gotinê ku ev jî ji pisporiyek e. Wê şevê gelek mêrên gundî heta rohilatê jî ji ber êş û azara giyanê xwe nikanin rakevin û ji bo karê sibê jî ranabin. Herweha karê sibê li ser jin û zarokan dimîne.

Zarok karê xwe dikin. Li ser riya garana dewaran li taxa kaniyê li ber hewşa mala muxtêr fereke şekal bûye gû û di zarokan geriyaye. Du zarok weke du kûçikan bi hev ve zeliqîne. Her­du seri wê fera şekalê ber bi hêla xwe radikêşe, bi mêraniyeke zarokane xwe dirêjî hev dikin, li nava çavên hev dixin, di hev de gez dikin, di hev de digirîn, li hev hêrs dibin û dibejin: Kûçik lawê kûçikan!

Ji wan kûçikên lawê kûçikan yek li yê din vedigerîne û di­be:

- Kûçik tu î, kurê kerê!

Kurê kerê jî di binê vê gotinê de namîne, xwarî kevirekî di­be, li serê yê din dixe û bi dengekî berztir di ser dike qêrîn û dibê:

-   Ker tu î, lawê mangê!

Xwîneke germ û sor ji eniya lawê mangê tê xwarê. Dengê girî, qêrîn û çêrên zarokane li nav hev dikevin, weke gilokekê heta ser kaniya hember diçe û ji wir tev dengê jinekê bi şûnde tê:

-   Kero va ez ê xwe bigêhînim te! Ma tu tayê Şemoyê min î, segbav!...

Ew segbavê ha jî li jinikê vedigerîne û dibê:

-   Segbav tu î, dêlik!... çima şekalê ji destê min dikişîne? Min ji xwe re li erdê dîtiye.

Dêlik weke dêlegurekê bi lez tê, çav li xwîna eniya Şemo î kurê xwe dikeve, çav li serê wê tarî dibin, bi hêrs şekalê ji dest lêwik dikişîne, heta ku jê tê wê şekalê li kursiya devê wî dixîne û dibê:

-   Ma şekala te û bavê te ye, segbav!

Qêrîna tirs û êşekê ji wî segbavî derdikeve, destê xwe davêje devê xwe, tev misteke xwîn û du diranên zarokane jê derdixe, bi hewar, bi girî bi lez serjêrî malê dibe û tavilê tev kalekî bi gopal ber bi kaniyê dikişine jor.

Û her weha kal jî bi gopalê xwe tevî şerê jinên li ser kaniyê dibe. Zarok bi tirs û girî kevirên piçûk davêjine hev, jin bisk û guliyên hev dikêşin bi gotinên naxoş dar û çoyan di hev re di­kin, kalê bi gopal xwe radikêşe diya Şemo di ser de dike bire­bir û dibe:

-   Ca tu bise!... Ca tu bise ez çawa vî gopalî di te ve bikim, delik.

Dêlik xwe ji ber gopalê kalo dide alî, xwarî kevirekî dibe:

-   Gopal di keç û bûka xwe ve bike, melûnê xerifî! dibêje û davêje. Mîna kevirê ji kevkaniya hezretî Dawûd ev kevirê jinikê jî ciyê xwe dibîne û ew melûnê xerifî jî mîna Calûtê filistî tev xwînekê li erdê diqepije. Dixwaze rabe nikane, dixwaze bi­nere nabîne û li wir li erdê bi êşa kalekî dinale, diqîre:

- Hewarê gundîno... li min û vê dêlikê!... Vê dêlikê çav û diran bi me ve ne hişt, hewarê! De werin hewara min û vî se­riye bêçav, hewarê!

Hewara kal î bi gopal digêhîje nav malan û ji nav malan ji herdu seriyan naşî û baqil ber bi kaniyê dirêj dibin, li wir li ber hev pan dibin, bi dar û keviran dirêjî hev dikin, tevir û bêran li hev bilind dikin, kêr û xençeran dikêşin hev û di hev re di­kin. Ya sitar!...