07 | 02 | 2012

Kenê te

Roj diqede kenê te dimîne ji min re
ewr mîna bîranînan dihereke
jiyana me serheviya cihêbûnan e
an jî helbestek nîvco mayî
 
Li wateyên dijber negere û nesekine
ew ê payîz biqede av har bibe
nayê girtin birîna kenê te vekiriye
dem her şev dibe hendef
 
Her şev şerek nû dest pê dike
êş dibe deng, deng dibe baranek dîn

Hemû ciyê ku xwe dispêrim bi nave te tê nasîn
ez dikevim kûçan, pager diavêjin ser
yek jî kenê te zêde dibe li nasnameya min

Wergerandin: J. Alpîranî