|
|
 |
-
Kategorî: Ahmed Arif
Hemû aso bûn zivistan Çar hêl, şanzdeh ba Û heft demsal, penc parzemîn Di bin berfê de ye.
Di îlmê hevgîhîştinê de ye em, hemû fasil Ray, asvalt, papûr û makadam Rêya min a asê, şivarê ya min Toros, Antî-Toros û Firata asê Çeltûk, deştên titûn, pembo, genim Welatê min seranser Di bin berfê de ye.
Ên ku di van hewan de Derketiyê çiyan Û şer dikin jî henin Dest û nig bûye cemed, Dil bûye dojeh Hêvî, bihêrs û xemgîn Hevî, heya dawiyê binamûs Di bin berfê de ye.
Sitranan dizanim aşît girtine Wêneyan, pêykeran, destanan Berhemên destên hoste Venusa bêpî û nîv tazî Kuçê Trans-nonain Gora Garcia Lorca, Û bîbilikên çavên Pierre Curie Di bin berfê de ye.
Dîwarên ji kevirê sebra hişk Dêrisên bajaran di bin berfê de ye, Hesreta min nazenîn e Enqere. Bila, gur hez bike ji hewaya bimij Bila meha berfanbarê li asvaltê bi meşe Û jê hez nakim, mehek talûke ye. Biharek din le nizanim Bihara çendemîn re ma gîhîştin Dilê min, ev evîna bi zilm Di bin berfê de ye.
Li kolitan hewa mij û şêlû ye Ezmanê Altindaxê ewrî ye Zarokên xizan Ên ku kezevên wan piçûk, destên wan mezin Bêhna wan têra kulmên wan nakin Bi selikên xwe; li nan, evîn û jiyanê hukim dikin - Hemû jî wexta xwendekariya seretayî de ye- Di bin berfê de ye.
Aliye din, ê çemê Xetîp, nermayî ye Bûlvar serxweşin li Yenîşehîr ê Li kuçe Qurnefîlê roj vebû ye Ne ku ji hîkmetên wî pirs nayê pirsîn Dizanim “ sedemên pêwîstker” Û “ qasî ku têr dikin jî delîl” li holê ye.
Li kuçe Qurnefîl baxçeyek bicam Li baxçê bicam de guldanek çînî Pecikek diheciya di hişîniyê de Sitranek sor-sor a şewatê Mêzenekin bejndayîna wê ya li guldankê Rehên wê li Altindaxê ye, li Încesû ye.
Wergerandin: J. Alpîranî
|
|
 |
|