|
|
 |
-
Kategorî: Ahmed Arif
Di kaniya çavên te de Ewrek, Valabû-vala dibe Hema hema, Tu wek av dixwûnî Ên ku di hişê min de derbaz dibe. Dinyayê dît, Em qir kirin… Hêstirên xwe megirî, Rûmet jî digîre… Berde, bila ezman were şuştin, Were şuştin tîrêjin rojavaçûnê Lacîwerd, kesk, zer. Mêzekî, em dîsa di berbangê de ye Tezî-rût Û hişîn.
Mêzekî tu dibê qey bayê çiya Û mêzekî tu dibê qey bahor… Kes nikare ew neynûka em jê dikin Û davêjin re jî, tiştek bêje. Tu keça herî rind A hemû galaksiyan, Le ez jî cewherim êdî, Cewherên tirafê, Tirafa bengîniyê A ku Prometheus dişewitand…
Ne di eniya me de şerm, Ne di bin piyê me de Xaça veşartî. Me ji vî gelê hez kir Û ji vî welatî Vayê sûcê me yê pîroz Û ê naye efûkirin…
Wergerandin: J. Alpîranî
|
|
 |
|