20 | 05 | 2012

Cam-î Cem ’a Kurmancî Xanî

Di dîroka gelan û wêjeya gelan de her nivîskar/wêjevan xwedî xwe û rûmetekê ye, lê hin ji wan stûna wêje û zimanê gelan in. Afirînerên zimanê netewî û kesayetiya wêjeya wan in. Ger ew stûn/nivîskar çiqasî zindîbin, zimanê wan gelan jî ewqasî dikare xwe bispêre wan û şipya bisekine. Qurmê dara zimên in, ku ...her şitil ji ber dibişkivin. Di heman demê de nêrekên wan şitilan in, ku ne ew bin, şitil pitû nadin. 
Ehmedê Xanî jî ew nivîskar e ji bo Kurdî. Ji loma jî Kurd îro dîsa li Xanî vedigerin û hemû berhemên wî yên hêja li gorî rûmeta wan ji nû ve çap dikin. Ji aliyekî ve weşanxaneyên Lîs û Avesta berhemên Xanî ji nû ve çap kirin, ji aliyeke din ve jî nivîskar Jan Dost, romana Xanî nivîsand. Belkî bi van xebatan Kurd kêlî bi kêlî deynê Xanî didin û dikin ku Xanî yê nemir di goristana peyvên kurmancî de ji nû ve biveje. Û ji aliyeke din ve jî dikin ku em ji nû ve li Xanî û kurmancî vegerin.

Helbet Ehmedê Xanî ji gelek aliyan ve hêjayî lêkolîn û nirxandinê ye. Ji bilî welatparêzî û zimanparêziya Xanî, naveroka berhema wî (Mem û Zîn), ji aliyê sosyolojîk û siyasî ve jî bête nirxandin. Lê ezê bi giranî li ser van hêlan nesekinim. Tiştên ku bala min kişandin, tespîta M. Emîn Borarslan û ya Jan Dost e.
Bozarslan, di jêrenota van beytên Xanî de
“Mehbûb e, bi kes ne namîzad e
Lew bext-i siyah û namirad e

Qirtasiyeya me bê penahan
Bê derb-i qebûl-i padîşahan
dibêje ku; “Di demên berê de, pirraniya nivîskar û hozanan, li dora mîr û hukimdaran civiyane û eserên xwe ji wan re pêşkêş kirine; gelekan jî navên wan mîr û hukimdaran di pêşkêşiyên eserên xwe de nivîsîne. Wan mîr û hukimdaran jî ji eserên wan re bûne alîkar, alîkariya maddî û manewî kirine. Yanî ew eser bi navên wan mîr û hukimdaran hatine weşandin û rûmet dîtine. Lê Xaniyê nemir li pey wê toreyê neçûye û esera xwe ya rûmetbilind ji çu mîrek û hukimdarekî re pêşkêş nekiriye, navê çu mîrek û hukimdarekî lê dananiye, bi tenê ji bo gelê xwe ew nivîsîye û ji gelê xwe re pêşkêş kiriye.”(E. Xanî, Hemû Berhem, r.44)

Ev tespît, wekî encam, rast e. Em ê paşê encamên toreya bi vî rengî binirxînin bê ka di wêjeya cîhanê de kîjan encam derxistine holê, di wêjeya Kurdî de heman encam û nirx derketine holê an na. Lê li gorî ku Jan Dost di hevpeyvîna xwe de dibêje; dema ku Xanî berhema xwe diqedîne pêşkêşî mîr dike û mixabin mîr tu rûmetê nade wî û alîkariyê pê re nake. Û dîsa li gorî ku J. Dost dibêje, Xanî ji nivîsê dixeyide û nema dinivîse.
Ev xeyda Xanî di berhema wî de jî, xwe aşkere dike. Dema ku dibêje,
Rabit ji me jî cîhanpenahek
Peyda bibitin me padîşek

Şîrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn,
diyar dike ku di nava îqtîdara Kurdan ya dema wî de qedrê qelemê tuneye û xuyaye ku bêqedirbûyîna qelemê bûye kelema dilê xanî û elemeke gelekî kurmancî jê daye der ku van beytan jî dinivîse.
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek

Neqdê me dibû sîkke meskûk
Ned’ma wehe bê rewac û meşkûk

Her çend-i ku xalis û temîz in
Neqdê bi sîkkeyê ezîz in.

Di van beytan û gelek beytên din de xuyaye ku Ehmedê Xanî li alîgirên berhema xwe û zimanê kurdî geriyaye û mixabin ew piştgirî nedîtiye. Û ji loma jî Xanî bi helwesteke rexneyî nerazîbûna xwe ya li hember mîrekên Kurdan di Mem û Zîn’ê de nîşan dike. Li gel ku Mem û Zîn pêşkêşî gelê Kurd kiribe jî li gorî wî bêpiştgirîbûna berhema wî û wêjeya kurdî, kiriye ku Kurd û zimanê wan bi paş de bimîne. Dema ku dibêje,
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye li şai’r û feqîran,
di heman demê de rexneyeke siyasî ye jî ji bo rewşa kurdan û zimanê wan, li mîrekên Kurdan.

Berhema Xanî ya qedirbilind Mem û Zîn’ê, mirov dikare wekî hemû klasîkên Rojhilat, bike du beş. Despêk û çîroka manzûm/helbest. Despêka berhemê wekî pirraniya berhemên Rojhilatî sê beş in. Bi navê Xwedê despê dike, bi yê pêxemberê Xwedê didome. Di gava sêyem de ji wan berheman vediqete. Di gava sêyem de ji dêvla ku navê yê ku piştgirî û alîkariya maddî û manewî dabe berhemê, rewşa wejekariya xwe/wêjeya Kurdan û rewşa zimanê Kurdî anîye ziman. Lê diyare ku Xanî gava sêyem piştî buyera ku Jan Dost aniye zimên nivîsîye. Bi ya min rewşa wêjeya Kurdî ya wê heyamê û vê heyamê(ku ne pirr dûrî hevin) di gava sêyem de deşîfre dibe.

Gelo li Kurdistanê, tenê berhemên Ehmedê Xanî û nivîskariya wî bê piştgirî maye an ev rewş ji bo nivîsê bi giştî serdest e? Heger ev yek bi giştî ji bo nivîsê werê be sedemên vêya çiye?

Ger mirov bala xwe bide civaka Kurd dê têbigihîje ku mîrek, axa, beg û maqûlên Kurdan piştgirî dane şêx, mela û dengbêjan, ew xwedî kirine. Lê nivîs her bêsiûdbûye mixabin. Ev him bi tore û kevneşopiya Kurdan ya devkî ve girêdayî ye him jî bi ola îslamê ve. Lewra Kur’an teksteke pîroz e û piştî wê tu pêdivî bi nivîsê tuneye. Ev pirsgirêkeke seretayî bû ji bo wêjeyê û nivîsê. Heta demekê ev hişmendî ji bo wêjeya erebî jî derbasdibû. Piştî ku Ereb ji muslumaniya xwe, û bi wê re, derbasî qonaxa netewetiyê bûn ev pirsgirêka seretayî ya nivîsê jî kêlî bi kêlî çareserbû. Heman bandor li nivîsa Farisî û tirkî jî bû. Piştî ku ew jî derbasî qonaxa netewetiyê bûn, him xwe ji serdestiya zimanê erebî, ango yê Kur’anê rizgar kirin û him jî nivîsa zimanê xwe. Lê mixabin Kurd derbasî vê qonaxê nebûn. Piştî teksta pîroz pêdivî bi nivîsê neanîn. Wekî ku Xanî dibêje;
Enwaê’ milel xwedankitêb in
Kurmanc-i tenê di bê hesêb in.
Ji xwe rexneya Xanî yê nemir, heddadê peyva kurdî, ya qewîn û girîng, jî ev e. Wekî ku hesin bi sarî bicû, ji nû ve cûtiye peyva kurdî. Ji xwe di vî warî de jî, wekî ku di van beytên di jêrê de jî xuyaye, têra xwe qurre ye ku mafdar e jî.
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
……..
Çi b’kim ku qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar
Ger ev beş baş bête xwendin dê nerîn û rexneya xanî jî baş bête fêmkirin.Ji loma jî Xanî, yê ku hêviya xwe ji mîrekên Kurdan birîye û wekî ku Bozarslan gotiye, berhema xwe ya nemir diyarî gelê xwe kiriye. Ev qonaxeke nû û şoreşeke ji bo wêjeyê.
Heta demekê bi pirranî li hemû cîhanê huner û nivîsê, pêdivî bi piştgiran û aligiran ditiye. Muzîk, wêne, wêje û hunerên din li Ewrûpayê jî bi piştgiriya mîrek, keyser û bûrjûvayan cîhokên ku tê re biherikin peyda kirine. Qesr û qonaxên wan û dêrên wan(!) bûne navend ji huner û nivêsê re. Lê piştî ku ji wan qesr û qonaxan derdikevin kolanan him azad dibin him jî dibin xwedî kesayetî. Lê ev, bi lêxwedîderketina kolanan pêkan bû ye. Ger kolan li wan xwedî derneketibûya dê ev şoreşa delal û xweşik pêk nehatibûya.
Wekî ku Xanî dibêje;
Metinxwanek nebitin, sahibê me’na çi bikit.

Mixabin ev şoreşa bedew jî li nav Kurdan pêk nehatiye. Helwesta qesr û qonaxên Kurdan û ya kuçe û kolanên Kurdan, ya li hember metinxwendinê gelekî nêzîkî hev bû ye ku loma jî xewn û xeyalên Xanî qerimî ne. Peyvên ku ji nû ve cûtine zeng girtine. Ev zêdeyî sêsed salî ye ziman zeng girtiye. Loma jî, hê jî, Kurd deyndarê diyariya bedew in.