-
Kategorî: Îsmaîl Beşîkçî
Dezgeheke ku bi navê BİLGESAM’ê tê zanîn heye. “Bîlge Adamlar, Stratejîk Araştirmalar Merkezî” (Navenda Mirovên Pispor û Lêkolînên Stratejîk.) Wezîr û fermandarên malnişîn, dozgerên malnişîn, profesor û kesên wekî wan dibin endamên vê dezgehê. Kevnewezîrê Karê Derve û Sefîrê Malnişîn Îlter Turkmen, Kevneşêwirmendê MÎT’ê Sonmez Koksal, Serokê Rûmetê yê Dadgeha Bilind Prof. Dr. Sami Selçuk, sê endamên vê dezgehê ne.
BİLGESAM’ê, li 17 bajarên Kurdistanê û li Stenbol û Mêrsînê lêkolîneke bi navê; “Kurd û Zaza çi difikirin? Nêrîna li nirxên hevpar û sembolan” pêk aniye. Di rojnameya Cumhuriyetê ya di 19’ê Rêbendana 2011’an çapbûyî de, nûçeyeke derbarê tespîtên vê lêkolînê de hate weşandin. Di lêkolînê de cudabûneke bi rengê “Kurd û Zaza” xuya dibe. Bo nimûne ji %’î 9.9 kesên bi koka xwe kurd, pirsa bi rengê; “Dayîna serxwebûnê ji bo kurdan, ji bo Pirsgirêka Kurd çareserî ye an na?” bi awayê, “çareserî ye” bersivandine. Herçî Zaza ne, ji %’î 7.8’ê wan difikirin ku dayîna serxwebûnê ji bo kurdan, pirsgirêkê çareser dike. Ev nivîsar ne li ser nîqaşa tespîtên vê lêkolînê ye. Lê belê li ser vegotina “Kurd û Zazayan” e. Di tevahiya pirs û nirxandinên di anketê de, cudabûneke bi awayê “Kurd û Zaza” heye. Bi awayeke giştî di nirxandina tespîtan de jî cudabûneke wiha heye.
Ez dixwazim li ser helwesta BİLGESAM’ê fikrên xwe eşkere bikim. Vegotina “Kurd û Zazayan” vegotineke ne nû ye. Dewlet-hikûmet, îdeolojiya/bîrdoza fermî dixwaze cudabûneke wiha pêk bîne. Di rastiya xwe de Zaza ne komeke etnîk in ku ji Kurdan cudatir in. Zaza, ew Kurd in ku bi Kirmançkî diaxivin. Vegotina “Kurd û Zaza” şaş e. Mirov dikare bibêje; “Kurdên Kurmanc û Zaza.”
18 rewşenbîrên ji kurdên Kurmanc û Zaza, di 20’ê Berfanbara 2010’an de belavokek weşandibû. 18 rewşenbîrên Kurd, wiha digotin: “Em vegotina ‘Kurd û Zaza’ protesto dikin!” Di vê belavokê de wiha dihate gotin:
“Em vegotina ‘Kurd û Zaza’ protesto dikin!
Gava ku li Tirkiyeyê komên Kurdan bibe mijara dabaşê, mirov dikare bibêje; ‘Kurdên Kurmanc û Zaza’, lê belê vegotina ‘Kurd û Zaza’ şaş e.
Komara Tirkiyeyê, ji avakirina xwe heta niha înkara Kurdan kiriye. Bi vê yekê jî nemaye, ziman û çanda Kurdî qedexe kiriye, bi polîtîkayên ku xwe dispêre hêzê/zordariyê, her cure pest/kotekiyê bi kar aniye û hewl daye kurdan bike tirk. Ji destpêka salên 2000’î û pêve, bi saya pêvejoya beşdariya Yekîtiya Ewropayê, her çiqas li Tirkiyeyê qadeke demokratîk bi pêş ketibe jî, di polîtîkaya bingehîn a dewletê û tevgerên wê yên li ser Kurdan de tu guherîn pêk nehatiye.
Berevajî, polîtîkaya dewletê ya li ser kurdan, pircuretir û vedizîtir bûye. Bo nimûne, di pêvajoya ku dev ji înkara giştî ya kurdan hatiye berdan, hebûna kurdan ‘qaşo/xwedêgiravî’ hatiye pejirandin de, vê carê jî vegotinên ku kurdan parçe dike hatine bikaranîn.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya ku di 18.12.2010’an de li Mûşê kir de wiha gotibû: ‘Çawa ku me di artêşa Alparslan de mil daye hev, çawa ku em li Melazgirê tevî tirkan, tevî kurdan, tevî ereban, tevî zazayan şehîd ketine, çawa ku me berê xwe daye heman asoyê, niha jî em bi hev re berê xwe didinê.’ Erdogan, bi van gotinên xwe, hewl dide zazayên (kird, kirmanc, dimilî) ku yek ji komên civakî yên kurdan in, wekî komeke etnîkî ku ji kurdan cuda ne nîşan bide, bi vî awayî gelek eşkere ye ku hewla parçebûna neteweya kurd dide.
Erdogan berê jî vegotineke wiha bi kar anîbû. Bo nimûne li Geverê, di axaftina xwe ya ku di Sermaweza 2008’an kiribû de wiha gotibû: ‘Kesek nikare hiqûqa biratiya me qels û lawaz bike. Çi tirk, çi kurd, çi zaza, çi çerkes, çi boşnak; tevahiya însanên me yên etnîk bira ne, hevdildar in, hemwelatî ne. Mafê hemwelatiyê min ê bi etnîka xwe tirk heye ku bi tirkbûna xwe bipesine.’
Çawa ku vegotineke bi rengê ‘Tirk û Oguz’ nabe, vegotina ‘Kurd û Zaza’ jî nabe. Gotina ‘Kurd’, navê neteweya komên civakî ên bi rengê Zaza (kird, kirmanc, dimilî), Kurmanc (kirdas, behdînî), Soran (mûkrî),Goran (hewraman) û Lûr (kelhûr, lek, feylî, bextiyarî) ye û navê hevpar ê tevahiya koman e. Vegotina“Kurdî” jî navê hevpar ê tevahiya van zaravayan e.
Li Bakurê Kurdistanê ku niha di nav sînorên îdarî yên Komara Tirkiyeyê de dimîne, Kurmancî û Zazakî têne axaftin ku du zaravayên Kurdî ne. Lewre jî Kurdên Kurmanc û Zaza hene. Ji ber vê yekê gava ku li Tirkiyeyê behsa komên Kurdan têne kirin, mirov dikare bibêje ‘Kurdên Kurmanc û Zaza’, lê vegotina “Kurd û Zaza’şaş e.
Beşeke gelek hindik ji vê koma civakî ya Kurdan ku ji derve ji wan re bi awayeke zextane navê ‘Zaza’ tê gotin, xwe wekî ‘Zaza’ bi nav dikin. Piraniya vê komê xwe wekî ‘kird’, zaravayê diaxivin jî wekî ‘kirdkkî’; dîsa beşeke girîng ji vê komê xwe wekî ‘kirmanc’, zaravayê ku pê diaxivin jî wekî ‘kirmanckî’, beşek ji wan jî xwe wekî ‘dimilî’, zaravayê ku pê diaxivin jî wekî ‘dimilkî’ bi nav dikin. Ji wan navên ‘zaza’ û ‘dimilî’ navên êl û eşîran bixwe ne.
Tevahiya van koman, wekî netewe xwe ‘Kurd’, zimanê ku diaxivin jî wekî ‘Kurdî” bi nav dikin. Ev agahî, ne ew agahî ne ku nû hatine keşfkirin, rastiyên wisa ne ku bi sedsalan têne zanîn. Ev yek, herî baş ji hêla rayedarên dewletê ve tê zanîn. Lê li gorî polîtîkaya wan a înkarker, asîmîleker, îmhaker, xerabker, ew vegotinên ku kurdan wekî netewe parçe dikin û ji hev vediqetînin, bi awayeke zanyarî bi kar tînin.
Di çarçoveya polîtîkaya dewleta Tirk ya li ser kurdan de, em bilêvkirina van vegotinên veqetandina/parçekirina netewebûnê ya ku rayedarên dewletê bi kar tînin, protesto dikin.” (zazakî.net, 20’ê Sermaweza 2010’an)
Ez di wê baweriyê de me ku ev helwest û protestoya 18 rewşenbîrên Kurd girîng e. Helbet bi awayeke teorîk, parastina azadiya fikrî/ramanî girîng e. Lê tiştê girîngtir ew e ku parastina azadiya fikrî/ramanî di nava Tirkiyeyê de, di bengeha Pirsgirêka kurd de bixwe ye. Baş e ku mirov di zazakî.netê de, bala xwe bide nivîsên din ên derbarê vê mijarê de.
Di salên 1950’yî de, 60’î de, 70’yî de, 80’yî de, 90’î de, kesên ku behsa kurdan, behsa kurdî dikirin, rastî kiryarên îdarî û cezayî yên gelek giran dihatin. Derbarê rewşenbîrên kurdan û lêkolînerên din ên ku behsa kurdan û kurdî dikirin de, bi hincetên ku “Neteweya tirk parçe dike!” doz dihatin vekirin. Piraniya dozan bi mehkûmiyetê bi encam dibûn. Kesên ku kurdbûna xwe înkar dikirin, “kurdên” ku digotin “em kurd in” dibûn taca seriyan.
Tiştê ku îro BİLGESAM dike serdanpê ev e. BİLGESAM, ji bo ku neteweya kurd parçe bike, di nava hewldaneke mezin de ye. Di belavoka/daxuyaniya 18 rewşenbîrên kurd de jî heye, vegotina “Tirk û Oguz” rast e gelo? Helbet reaksiyona/berteka kurdan a derbarê vê yekê de tê zanîn. Berteka 18 rewşenbîrên kurd jî tê zanîn. Lê rewşenbîrên kurd ên ku li nasnameya xwe ya xweser digerin, yên ku ji bo vê yekê têdikoşin, ji hêla rewşenbîrên burokratîk ên dewleta dagirker ve tu girîngiyê nabînin. Bi vî awayî vegotina “Kurd û Zaza” tê berdewamkirin.
Zanistî, rêbazeke fikrî ye ku di nava azadiya fikrî de tê afirandin. Qada zanistî, bi tenê di sîstemeke siyasî de, ku azadiya fikrî tê de bûye xwedî dezgeh pêk tê. Azadiya fikrî/ramyarî, rexneya azad divbê bêsînor be. Heqaretkirina li kesên din, ferq û meylîkirin, helbet nakeve nava xebata zanistî. Lê piraniya endamên BİLGESAM’ê, ku ji xwe re dibêjin “Mirovên Pispor”, di rabirdûyê de nehatiye dîtin ku rêbaza zanyariyê, fikra azad, rexneya azad parastine.
Bawer im wê baş be gava ku em bala xwe bidin helwesta Prof Dr. Samî Selçuk, gava ku ew Serokê Daîreya Cezaya Çaran a Dadgeha Bilind bû. Heke biryara hikma mehkumiyetê, li ser nivîsarek/kitêbeke derbarê Pirsgirêka Kurd de bûya, wekî dozgerên din, Samî Beg jî hikma hatiye dayîn, erê dikir. Heke nivîsar ne li ser Pirsgirêka Kurd bûya, dozgerên din hikma hatiye dayîn erê jî bikirana, wî nivîseke dijberî biryara erêkirinê, ku diyar dikir ew beşdar nabe, dinivîsand.
Hê duh bû ku fermandarên/generalên malnişîn/teqawit tirkbûna kurdan dinivîsandin. Helw didan ku biselmînin/îspat bikin kurd, tirk in; kurdî jî di rastiya xwe de tirkî ye. Dozgerên malnişîn û beşek ji burokratên malnişîn jî heman tiştî dikir. Gava ku dozgeran peywira xwe/wezîfeya xwe dikir, digotin; “Bi behskirina ji kurdan, ji kurdî hestên neteweyî yên kurdan rencîde dike/diêşîne!” û bi vê yekê biryara mehkûmiyetê dida. Bi tu awayî xerexnenekirina endamên BİLGESAM’ê, di derbarê vê helwesta wan de, mijareke balkêş e.
Di roja me de êdî ev nayên gotin. Negotina van vegotinan, qezenceke fiîlî ya têkoşînê bixwe ye. Nepêkan e ku di demeke nêz de, ev yek derbasî ser kaxezê bibin û rastiyeke hiqûqî qezenc bikin. Ev yek wê wekî qezenceke fiîlî bimîne. Lê vê carê jî, bi vegotina “Kurd û Zaza” li riya parçebûna neteweya kurd tê gerîn.
Rizgarî Online / Wergera Ji Tirkî: Jar Jan Dilpola