20 | 05 | 2012

Di Derbarê Jenosîda Ermenîyan de du Pirsgirêkên Bingehî

Dema ku jenosîda Ermenîyan tê rojevê, dîrokzanên Tirk wiha dibêjin: ‘’Bi sala ye em di arşîvan de dixebitin. Tu belgeyên ku jenosîdê îspat bike tune ye. Em ketin arşîvên Serokwezîrîyê, arşîvên Serokkomarîyê, arşîvên Meclîsê, arşîvên ... Me temama arşîvan kolan, lê tu arşîvên ku jenosîdê îspat bikin me ne dîtin. Jenosîd, dereweke yên hemberên Tirk jibo ku Tirkîyê têxin tengasîyê, avêtine holê bixwe ye.’’

Ev bi tevayî nerîna hikûmet û dewletê ye. Dîrokzanên Tirk, pispor, çapemenîya Tirk jibo vê nerînê rast derxin, di hewildaneke mezin de ne. Beşeke girîng ji rêxistinên sifîl jî jibo vê fikrê dixebite.

Divê mirov nerîna înkarê hinekî vekole. Jibo vê yekê divê mirov nerînên di derbarê du heb bûyer de binirxîne.

Divê Mirov Komkujîyên ku di Hefsan de Hatine Kirin Çawa Vekole?

Di 24’ê îlona 1996’an de di hefsa Dîyarbekirê de bûyerek pêk hat. Hêzên ewlekarîyê êrîşî welatparêzên PKK’ê kirin. Bi singuyan, qalasan, zincîran êrîş kirin û 10 heb Kurdên welatparêz kuştin. Navên welatparêzên hatin qetilkirin dîyar in. Bi kêmanî hewqas jî birîn bûn. Yên ku birîn bûn, seqet bûn, tev birînên wan sirgûnî hefsa Tîpa bi Taybetî ya Dîlokê kirin. Navên yên birîn û sirgûn jî bûn dîyar e.

Di derbarê vê bûyerê de, mirovên van welatparêzan dawe vekirin. Tew îfada hêzên ewlekarîyê ku êrîş kiribûn jî ne hat girtin. Van mirovanan tucarî ne hatin dadgehê. Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê vana ne anîn dadgehê. Ez bawerim mirovên van mahkûman ev dosye birin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa.

Wê demê serokwezîr Prof. Necmettin Erbakan bû. Wezîrê Edaletî Şevket Kazan bû. Wezîrê karê hundir Mehmet Ağar bû. Sererkanê Giştî jî İsmail Hakkı Karadayı bû.

Ez vê bûyerê biqasî çapemenîyê nivîsî, dizanim. Wê demê ez jî li Stenbol di hefsa Metrîsê de bûm.

Di derbarê vê bûyerê de, her dem hikûmet ji dayîna agahdarîyê direvîya. Û dema ku mejbûr dima agahdarîyê bide, digot ‘terorîstan êrîşî hevdû kirine, tu êrîşên ewlekarîyê tune ne.’

Bûyereke weke vêya di 26’ê Îlona 1999’an de li Ankara di hefsa Ulucanlar de jî pêk hat. Hêzên ewlekarîyê li himamê êrîşî mahkûmên qawîşa 5’an kirin. Bi qalasan, şîşên hesin, zincîran êrîş kirin, 10 heb welatparêz hatin kuştin û biqasî wan jî birîn bûn, seqet bûn. Navên welatparêz û şoreşgerên ku hatine qetilkirin, birîn bûne, seqet bûne jî dîyar e.

Mirovên van şoreşgeran jî di derbarê vê bûyerê de dawe vekirin. Di vê bûyerê de jî dema ku hikûmet mejbûr ma agahdarîyê bide, digot ‘terorîst xwe bixwe bi hevdû ketine’.

Di wê demê de Serokwezîr  Bülent Ecevit bû. Wezîrê Edaletê Prof. Hikmet Sami Tan bû, Wezîrê karê derve Sadettin Tantan bû, Sererkanê Giştî jî Orgeneral Hüseyin Kıvrıkoğlu bû.

Ez jî wê demê di hefsa Bursa ya bi Taybeti de bûm.

***

Em bêjin piştî 80 salî, di salên 2080’yî de hin dixwazin ev bûyer were lêkolîn, vekolîn. Ev lêkolîn û vekolên ê çawa were kirin? Wê helwesta dewlet û hikûmetê li hember lêkolînvanan çawa be?

Em bifikirin ku di vê demê de taybetmendîya sistema siyaseta Tirk tê paraztin, weke mînak îdeolojîya fermî tê paraztin.

Di van şertan de, mirov ê yekser bibîne ku helwesta dewletê, çapemenîya ku bi dewletê ve girêdayî ye, ya zanîngeha, ya nivîskaran û helwesta lêkolînvanên serbixwe dijî hevdû ne.

Ez bawerim wê helwesta dewletê, ya zanîngeha ku sazîyên dewletê ne, ya çapemenîyê, nivîskarên ku bi nerîna fermî ve girêdayî ne, ya lêkolînvanan wiha be.

Wê li arşîvên Wezareta Edaletê, Wezareta Karê Hundir binerin. Wê bigerin ka tu emir, tu talîmat çûne Amedê, çûne hefsa Amedê. Talîmateke ku dibêji ‘’terorîstên ji filan xirûbê ne ji holê rakin...’’ Heger ku di derbarê tişkî wiha de tu talîmat, emir, nivîs tune be, wê bêjin tu êrîşên hêzên ewlekarîyê bi vî rengî çênebû ye. Wê bêjin ‘’em bi baldarîyeke mezin di arşîvan de gerîyan, me tu nivîs û işaret di derbarê vê yekê de ne dît’’.

Di pê re xebatên arşîvan ê li Amedê were kirin. Wê di arşîva Walîlixê, adlîyê, mudurîyeta hefsê, mudurîyeta polîsan de lêkolîn werin kirin. Wê bigerin gelo tu kesî bi nivîskî gotîye ‘’terorîstên filan xirûbê îmha bikin’’. Heger ku nebînin jî wê bêjin ‘’hêzên ewlekarîyê tu êrîşên wiha ne kirine, di derbarê vê yekê de tu işaret û belgeyên biçûk jî tune ne’’. Wê bêjin mirovên ku îddîayên wiha dikin, dujminên derve ne û dixwazin dewlet û hikûmetê têxin tengasîyê.

Bûyerên di derbarê Ermenî, Asûrî û Suryanîyan de ku 95-100 sal berê hatine kirin jî, bi vî rengî vedikolin. Li nivîs û talîmatekê digerin. Halbikî, di pêvajoya jenosîdê de, di navbêna îdara navendî û ya herêmî de, di derbarê pêvajoya vê biryarê û pêkanîna vê biryarê de, dibe ku gelek civîn hatibin kirin. Jixwe di van civînan de, îdara navendî, di pêkanîna vê yekê de, ê îdareyên herêmî çawa tev bigerin fêr kirine. Rojnivîsa Simon des Fr. Precheurs, ku di sala 1915’an de nivîsîye, li Hêlîna Qertelê Mêrdînê, Felaketa ku Ne Hatibû Hêvîkirin, Jenosîda Ermenî-Asûrî, Suryanîyan, werger Mehmet Batimur, weşanên Peri Mijdara 2008 heye. Di vê rojnivîsê de tê gotin ku li Walîlîxa Amedê walî, sawcî, mudurên emnîyetê, qeymeqam û wezîfedarên karên cûr be cûr gelek civîn pêk anîne. (r.21) Tê gotin ku ev civîn, civînên bi dizî ne. Jiber vê yekê, jibo dîtina belge, nivîs, talîmat û hwd. gera di arşîvan de ne metodekî rast e. Di derbarê Yahûdîyan de tu beyanên Hîtler jî eşkere tune ne. (Binerin Recep Maraşlı, Ermeni Ulusal Demokratik Hareketi ve 1915 Soykırımı, Peri Yay. Ekim 2008, s. 175 vd.= Recep Maraşlı, Tevgêra Netewî ya Ermenîyan û Jenosîda 1915, weşanên Peri. Cotmeh 2008, r. 175 vd)

Li gel vê yekê, pispor jî dibêjin dema ku pêşkêşên İttihat ve Terakki Fırkası Enver Paşa, Talat Paşa û Cemal Paşa Stenbol û Împaratorîya Osmanî hiştin û çûn, hin belge şewitandini. Dibêjin ‘’di himamên Cağaloğlu de bi rojan belge hatin şewitandin’’. Prof. Dr. Selim Deringil, di hevpeyvîna ku Neşe Duzel pê re kiriye de bahsa kiryarên di derbarên Elewî, Ermenî û Kurdan de, di salên dawîya Împaratorîya Osmanîyan de û di salên destpêka Komarê de dike. Di beşê sisîyan ku di 29-31’ê Adarê de hat weşandin de bahsa bûyerên ku min li roj got, dike.

Belgeyên ku pêşkeşên Îttîyatçiyan şewitandin, xwestin werin şewitandin kîjan bûn? Hêja ye mirov li ser vê mijarê bifikire.

Ez hewil didim ku bêjim, dema ku jenosîda Ermenîyan tê rojevê, gera belgeyan di arşîvan de şaş e. Jibo wan herdû bûyerên ku min li jor bahs kirin jî, mirov dikare heman tiştî bêje. Ez bawerim metodê rast wiha ye: Mirov li çapemenîya wan rojên ku bûyer derbas bûye binere û pirs kirin ji mirovên maxdûran dibe metodekî gelekî rasttir be.

Dema ku bahsa jenosîda Ermenîyan, jenosîda Asûrî, Suryanîyan dibe, divê mirov li inkilaba herfan ku di 1928’an de pêk hat jî bisekine. Înkilaba herfan, têkilîya nifşên nû bi temamî ji Osmanîyan qut kiriye. Nikarîbûna lêkolînîna çapemenîya wê demê, bêgûman kêmasîyeke gelekî mezin e. Nifşên nû, encax dikarin wê demê, bi berhemên nivîskarên nêzîkî dewletê tenê nas bikin.

Gotina ‘’Me Gelek Ermenî Xelas Kirin’’ Tê Çi Wateyê?

Heta van çend salên vê dawîyê, dema ku bahsa Ermenîyan dibû, her dem bahsa Ermenîyên di enîya şer de, yên li Erzirom, Sêwas, Mûş, Bedlîs, Wan, Amed û hwd dihat kirin, bahsa koçberbûna wan dihat kirin. Dihat gotin ku tu kesî dest nedaye Ermenîyên ku li Rojava û Navenda Anadolê dijîyan. Lê êdî tê zanîn Ermenîyên ku li Eskişehir, Bursa, Tokat, Kastamonu, Yozgat jî dijîyan hatini koçber kirin. Êdî tê zanîn û tê axaftin ku jenosîd li Asûrî-Suryanî, Keldanî, Rûm-Pontus, Êzîdîyan jî hatîye kirin.

Di vê mijarê de, çi di nav Tirkan de çi jî di nav Kurdan de gotineke wiha heye. ‘’Dibe ku zulm li Ermenîyan hatibe kirin, lê me gelek Ermenî veşartin û xelas kirin’’. Divê ev gotin hinekî were vekolîn.

Dema ku mirov li Ermenîyên ku hatine xelas kirin dinere, mirov dibîne ku vana bi pirayî qîzên ciwan û zarok in. Çi malbatên Kurd çi jî yên Tirk vana kirine musulman û xistini xizmeta xwe. Di nav malê de ew weke xulam, weke xizmetkar bikar anîne. Hin qîzên ciwan kirine musulman û bi wan re zewicîne. Di pirtûka bi navê Ji Zimanê Şahidan Jenosîda Ermenîyan ku Donald E. Miller û Lorna Touryan Miller nivîsîne û wergera Ajda Pelda, weşanên Peri de, Gulan 2006 de, musulmankirina Ermenîyan çawa dihat kirin bi kûrayî tê gotin. (s.210) Wekî din binerin li Recep Maraşli a.g.e.s r 385 vd.

Çi di nav Tirkan de, çi jî di nav Kurdan de mirovekî ku bi ziman, dîn û nirxên çandî weke Ermenî hatibin pejirandin û bi vî rengî rêza wan hatibi girtin û hatibin paraztin tune ne, malbateke wiha tune ye... Ji vî alî de ji vê pêvajoyê re gotina ‘xelaskirin’ ne rast e. Ev, ne binavkirineke rast e. Weke mînak, em li qîzeke ciwan bifikirin. Dîya wê, bavê wê, kalê wê, xuşk û birayên wê li ber çavên wê hatini kuştin. Ev qîz jibo ku xweşik e ne hatîye kuştin. Jibo ku tecawuzî wê bikin, veşartine. Ew kirine musulman û weke xulam girtine malê, di pê re dibe ku bi wê re zewicîbin jî. Ji vê pêvajoyê re gotina ‘xelaskirin’ şaş e. Lewre hebûna mirov ya rûhî û fîzîkî yek e. Rewşa ku alîyê rûhî were eciqandin û yê fîzîkî were paraztin, mirov weke ‘xelaskirin’ nikare binirxîne. Înkarkirina dînê wê û musulmankirina wê tê xwestin. Weke şivan, weke xulam, weke cotkar tê bikar anîn. Ev koletî ye. Binavkirina vê yekê weke ‘xelaskirin’ ne rast e. Mirov tenê dikare vê yekê bi têgehên mîna ji mejbûrî pejirandina jîyanê binav bike. Ez bixwe ne di wê fikrê de me ku ev têgeh jî vê jîyanê rast bi nav bike. Lê dibe ku li herêma Dêrsimê, Ermenî demekê bi nasnameya xwe ya dîn û ziman jîyabin. Jîyaneke wiha di nav Elewî, Qizilbaşan de dibe. Lê ez ne di wê qenehetê de me ku musulmanan destûr dabe jîyaneke wiha. Musulmanan, musulmankirina Ermenîyan weke wezîfeyeke bingehî dipejirînin. Di têkilîya Tirk, Kurd û Ermenîyan de tevgêrên paraztin-xelaskirinê jî divê mirov ji baldarîyê dûr negre.


İsmail Beşikçi
Werger: Salih Agir Qoserî

Ji kurdistan-Post hatiye girtin