-
Kategorî: Eskerê Boyik
Gotinên cîgirê serokwezîrê tirk Bûlent Arinç kurdara tiştekî nişkêva nîne, ku hevalên me wa pê silikîn,
bi dewr û zemana dagerkirên Kurdistanê /tirk, ereb, ecem/bi aşkere, bi her cûreyî xwestine zimanê kurdî ji şaristanîyê rakin, bi zorê jî mabe bêrûmetkin, tunekin, çelkin.
Salên bîstî girtî, ji pey herba cihanîye yekemîn ra dema Kurdistan di nava çar dewleta da hate parkirin, wan heçar dewletan êdî bi dewletî, destûrî, bi pilan bi pêşîkêşya tirkîyê ne ku tenê tunekirina ziman lê tunekirina heyîtîya gelê Kurd ji xwera kirine armanca here sereke.
Dîrok şedeye… Her tişt li ber çavên me pêk hatîye, em şedê bûyaran e, hewcê nivîsara zêde nîne.
Xezeba ku nav van heyştê-nod salî da wan anîne serê gelê Kurd di nav morala merivatîyê da cî nabe. Heçara jî çeqas bêjî komkujî, Helepçe li ser sîngê Kurdistanê çê kirin. Û ya here xeter ewe ku gelên xwe jî kirin hevkar û hemfikir ji wan kirinên xweye xezeb û kirêt ra. Gelê wan jî wê pêvajoyê wek tiştkî normal hasab dikin, piştgirtîya hukumdarên xwe dikin û hela sûc jî dikin istûyê kurdan.
Eger ol yek nîbîya gelê Kurd di bin wê giranîyê, ber komkujyan, di nav şovûnîzm û nijarperestya hişk ya heçar dewletên xezeb da teyax nedikir yan wê undabiya yan jî niha dewleteke başqe bû… Di wî halî da, di tev wan meşyan tiştekî qewata normal û ji aqila dere…
Gelê Kurd miletekî wusane ku çi halê zemet da jî bibe natewe, çiqas jî bindest bûye tucar serê xwe ber tu kesî xar nekirîye. Kurd eger tewya wê bişkê. Kurdê şikestî ne kêrî êla xwe hatîye ne jî kêrî dagerkiran. Niha jî wusanê, kurdê ku bûye peyayê neyarê netewa xwe ne kêrî netewa xwe tê, ne jî “xweyê” wî amintîya xwe ji wî tîne. Cî hat, eger wan ra ne lazim be, wek tiştekî zêdeyî, bêrûmetî bêkêr davêje nav gemarê. Kal bavaên kurda berê da wan ra gotîyê: “ Ne kêrî dêrê tê, ne mizgeftê”.
Zimanê kurd zimanekî rojhilata navîn î herî kevnar e, ruh û îmana evdê kurd e, cîyê xwe nade tu zimanî… Heta pêncî-şêst sal berê jî kesî nikaribû ne kurda bitewîne, ne jî ziman wan, wan bide jibîrkirin… Dagerkiran ew yek ji kurda çêtir tê derxistin… Dîtîn ku zorê, bi kuştin, zêrandin, sirgûnyê û zindankirinê nikarin kurda asîmle bikin û destê xwe avîtin perwerda zarokan. Ku zarotîyê da rohê kurdîtîyê, zimanê kurdî di nav wanda bikujin. Wanra ji hev hat…
Tê xanê cîgirê serokwezîr pilana asîmlekirna kurdan ya pêşîyê xwe. rind fêr bûye…
Dar dema mezine tewandina wê nabe, dişkê. Eger bixwezî bitewînî, weke xwestina xwe cûre bidêyî, gerekê hê tere, nûye, çiqil şîne bitewînî û çi cûreyî bixwezî bi wî çûreyî jî wê mezinbe… Bi vê meselê jî wana derbeke mezin zimanê kurdî û gelê Kurd dan…
Wusane mercê ewlin yê safîkirina pirsgirêka kurd perwerdekirina zarokên kurde bi zimanê dê…Mektebên gund û bajarên kurda û cî- warên kurd bi girsêyî lê dijîn perwerde gerekê bê şert û merc bi zimanê kurdî be. Eger pirsa perwerdê neyê çareserkirin, her tişt derewe…
Niha em bêne ser medenîbûnê…
Dewleta tirk çiqas jî dixweze xwe nîşan bide xwedêgravî wek dewleteke ewropî, pêşdaçûyî, modêrn, zor, rayedar jî wek evdine xwendî, bi perwerda pêşketî, zane, medenî, dêmokirat, giva alîgirê rêforman, lê bi rastîyê welat dimîne wek waeekî rojhilatêyî fikir tarî, rayedaran jî tek cilê xwe guhestine, serê payê pirê ji gemara osmanîyê û nijarperestîya kemalîzmê paqij nebûye…
Kê çi dixweze derheqa Kurda da dibêjin…
Destê wan naçe tiştekî rem bikin, gaveke pozîtîv berbi çareserkirina pirsa kurda bavêjin.
Têkoşîna gelê kurd jî di her warî da gihîştîye meheleke wusa ku xapandina kurda êdî nabe. Cihan jî ji delk û virên dewleta tirk û rayedarên wê hisyaye.
Safîkirina pirsa Kurd mîna hestîkî gewrîya tirka da maye, difetisîne, ne dikare hestî daqurtîne, ne jî dikare derxe bavêje. Mihandin hemin tune û tune. Hestî mezine, pir hişke. Yan gewrîyê biçire yan dêv… Zorê tişt naçe pêş. Careserî jî destê kurda e.
Eve sebeb, ku hukumata AKP wek rûvîya gavekî pêşda davêje, sê gava paşda.
Tirsa AKP wundakirina deshilatdayê ye…
Dimîne gelê Kurd ji vir-delkên AKP ê nexapin.
Du rê ber AKP ne, yan safîkirina pirsa Kurd yan undakirina deshiletdaryê.
Careserkirina pirsgirêka Kurd jî bê perwerda zimanê dê derew e.
12.02.2012