07 | 02 | 2012

Di Kelegerma Havînê De Rondikên Hênik

Dîsa havîn hat, bi kelegerma xwe ya navdar ve.
Mirovan kincên rengvekirî û tenik li xwe kirin,
ajalan pûrt weşandin an jî kiras guherandin
û rehekan bi zêravê serên xwe şûştin.
Dîsa havîn hat, bi kelegerma xwe ya navdar ve.
Mirovan bêzarî nîşan dan,
ajalên bêzar û bêziman xwe avêtin berê sihan
û rehek xeyidîn ji av û baranê.

Îro min jî edetî nasan
kincên rengvekirî û tenik li xwe kirin,
bîranînên xwe raxistin zevînê kul û keseran
û dêmên xwe şûştin bi rondikên zîvîn.

Di kelegerma havînê de
rondik sehekên mirovî hesas dikin:
Lewre mirov
xwêdana têrxwarî û paleyan ji hev nas dike
dema ku li navgîneke rêwîkêş siwar dibe.

Di kelegerma havînê de
rondik dilê mirovî jî hênik dikin:
Lewre mirov balsivik dibe piştî girînê
û hişkehişk di destê xwe de digire bendê hêviyan.

Di kelegerma her havînê de
dema ku tav dimelise ser mêrg û zeviyan
hilkehilka newqên ruhberan rehmê didin ber dilan,
lê xweziyên te bêhnê didin ber lexeriya min
û tebata kêlindiya min namîne
li pêşberî simbilên cêh û gênim.

Di kelegerma her havînê de
dema ku çiya serên xwe serqot dikin
û egalên ewran davêjin aliyê Laçînê
darên Baxçeyê Keşîşî li ser serê kê fors dikin nizanim,
lê ya ku dizanim: Havîn û evîn li hev tên
berbang digel çîveçîva çivîkan tên,
tu têyî bi bîra min û rondikên min datên.

Di kelegerma vê havînê de
betlaneya dibistanan bike bihane
û were serdanan.
Ez dê li warê me yî naskirî bim;
di sibeha zû de were, berî ku kanên rondikan biqelin.
Hevdîtina me nehêle êvarê, piştî ku bûm derkevin ji qelîştekan.

08/06/2009
Stenbol