07 | 02 | 2012

Gava Neksa Te Biçike Nermînga Belegoşa Min Ramûse

Navê welatê min ketm maye
û nehatiye qeydkirin li tomargeha niştimanan.
Lewre li mala xwe, li ser axa xwe û di welatê xwe de
wekî bêganeyekî digerim li kolanan.
Lewre di ber siya neyarekî û di bintîna bêbavekî de
işaretê didim mêşên hingivî
da ku raweşin sîngê makexwezayê
da ku vegerin digel puxteyê wizeyê.
Ne riya min bi Birca Belek dikeve,
ne jî beşdarî rêzecivînên Çarsim Axa, Qurqur Beg û Nêçoyê Spîxur dibim.
Min xurcika xwe ji bêriyên sedsalî dagirtiye,
şal û şapikên çarwerzî li xwe kirine,
dêlbijiyên kihêlê rewan hûnane
û ez dê werim.

Li bizavên ba û hewayê binêre:
Tu dê xiz û hêza min nas bikî.
Tevgera moristanan û rengê kevzehan bişopîne:
Tu dê ji rûgeha min piştrast bibî
ku hewalên cîhanê di tewereya min de rû didin.
Ez dê werim:
Stêrka bakurî di pêşnehtika kumê min î tel de,
di destekî de poşiya min a ji xwihdanê qilêrî,
û di destekî de jî şiva min a ji dara tûzikê.
Çawa ku ji hespê peya bim
ez dê te hilqefşînim di hembêza xwe de
û lingên te ji erdê raqetînim.
Hay jê hebe:
Gava neksa te biçike nermînga belegoşa min ramûse.

06.12.09/Bazîd