-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Tarîban dîsa dakete xwarê,
dîsa guhên bajêr ker kirin xirexira xefengan,
parsekan hişkegilê li devê tûrikan xistin
û zarokên mendîlfiroş vegeriyan koxên wêrane digel çend qurişan;
lê ez dê bi ku ve herim?
Heke ez jî vegerim nava çar dîwaran
dûpişk dibezin cendekê min
û lerzetaya şoreşekî
kelaxê min dihejhejîne.
Lewre diricifim,
bêyî hemdê te
li demançeyekê digerim li sûqa Rihayê
û lewre radihêjim pênûsa ker û lal.
Ew pênûsa ku diyariya te ye
wek qewasekî dilsax
xal û xetan li piyana dilê min rêz dike.
Çavên min dibin tasa xwînê û diperçifin,
dinya dibe şûşeyeke devgirtî
û ez wek perperokekî
piştî çend fir û perwazan
difetisim di tenêtiyê de.
Hêj çilikek dilovanî di dilê te de mabe
li halê min bipirse.
Qe nebe peyamekê bişîne
û bila ez bi hişyariya kombersê veciniqim.
Ma ev jî dûredest e?
Her kengê tarîban dakeve rûyê zevînê,
bilbil dibehicin,
bûmên kelefeyan xişxişeyê dikin giyanê min,
zimanê min bi kêşa vê mereza cixareyê ditevize,
ji kerban tiliyên karkerekî li hev dicivin
û dibin kulmeke şidiyayî
wek keda hişekî
wek fermana dilekî
qulozî esmanê dadwer dibin,
tebat di nava mengeneyê de asê dimîne
û tenê
hatina te dermanê aştiyê ye
ji bo çavên deliyayî;
û tenê
xişêna şimikên te
çelpeçelpa devê wî segî radiwestîne.
Êdî diricifim û bi hemdî te dizêrim:
Tu bidî xatirê hemû evezên pîroz
û îşev bi civînekê kerba min bişkînî
da ku nûçegihanên biyanî
hevdîtina me zindî biweşînin sibetira rojê;
da ku piştî semayeke mehabadî
hemû xweziyên min bisepin ser sîngê te.
Wê hingê
ez dê bêhêvîtiyê daliqînim
bi tefîna her çar çirayên li ber serê te.
Ma bextewarî bêwasêt namire?
12/05/2009