-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Mêrik bêminet bûne lo,
êdî milên xwe li milên me dixin
û diranên xwe ji me re diçirikînin.
Ma duh jî wisan nekirin
û li ser navê zirbavê xwe av bernedan ser Samsatê?
Ma îro jî serê mêrxasên me jê nakin
û daynanin kêleka wan,
wekî ku kevirên Samsatê danîn pêşangehekê
û nasnameya wê serkut kirin.
Gelî helbestvanan!
Samsat paytexta Keyaniya Kommageneyê bû;
ango bajarê herî girîng ê Koma Gelan;
lewre dijminê xwînxur bû qiraskê serê wê.
Gelî misilmanan!
Heskîf bajarê herî resen ê Mîrîtiya Eyûbiyan e,
ango nasnameya gelekî ye;
lewre zûrezûra têjikên dêlegurê ye li dorê.
Gelî cîhana gunehkar!
Çavê te lê ye ku bajarê Heskîfê jî di bin avê de bimîne.
Lê bizanibe ku em duh sêwî bûn
û mezinên me di serhildanan de şehîd ketibûn.
Lê îro qeysa nalçeya sola me
bi qasî berahiya eniya te bûye.
Ji ber ku em dê jî wekî her mirovî rabin ser piyan
û eniya te pêpest bikin;
êdî mefer nîn e û em dê delavê tofanê bidin ser şova te ya tevnepîran.
22.11.2008
Stenbol