07 | 02 | 2012

Pênc Danên Rojê

Vê berbangê
dema ku helbest şiyar bibû
gurg ji dora gund û bajaran vekişiyabûn.
Hespekî şînboz bêhîrehîr qerpalên me dikişandin cilşokê
û parêzerekî berevaniya bextewariya me dikir
bi hesteke şîzofrenîk.

 

Vê sibehê
tavê da ser berf û pûgê
lê çima neheliya qerama zend û bendên me
û çima veneleziyan bazûyên me:
Tenê cerahê dilan dizane.

Nîvro ye;
solên me hetanî gêzikan şil bûne,´
şilpeşilpa piyan e li kolanê,
teqereqa bêran e û her kes berê mala xwe dimale.
Tu dibêjî qey werzeba dê bikeve erdê û biharek dê bê
wekî ku xwîna şehîdan zevînê şoreşekê av bide. 

Berêvar e;
Qeram bi konetiya rovîyekî xwe dikişkişîne berbajaran,
dûyên sobeyan wekî duaya sitemdîtiyekî qulozî esmanê lacwerdî dibin
û zarokên xizanan bi miqarneyeke kelezûrî haziriya xewê dikin.

Şev e, şevereş e;
Zûrezûra keftaran zêmarên dayikan tînin bîra serhildêran,
berqefên şkeftan şerm dikin
û ji şerman gujeguja bayê çolê vedişêrin. 

Pênc danên rojê
kesera te hevalî
wekî cixareyeke tehl di ber taqa kumê min de:
Dikim bikşînim, lê nikarim ji ber hilhilka xebatê,
dikim bavêjim, lê heyfa min pê tê.
Min bibexşîne ku hevaltiya me dişibihînim kêşa cixareyekê.
Ma di wê bahozê de bafirok dihatin firandin,
ma di wê aloziyê de diyan zarok dimêjandin:
Heta ku min jî hevaltiya me bişibihanda xîreta Şehrazadê
û ji kujerê hevnijadên xwe re çîrokên hezar û yek şevî bixwendana?

07.02.2010, Bazîd