-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Pêşek
Roja ku çavên te bi min ketin
telp û rivîna xwezanînê bi cendekê te ketin
û wê çaxê hingilên te bijiqîn, kemaxên te şidiyan.Roja ku çavên te bi min neketin
Ziman li te bû kulavekî şil û afnikî, bizûz ketê.Roja ku çavên me bi hev ketin
ne berxbir bû ne beranberdan
ne aramî hebû ne serhildan
û xema kurtepistan segekî pîr bû li hêşiya konekî.
I. Rû
Enî çar tilî, dêm di qeysa du kefedestan,
çav zeytûnên Nablûsê,
Kaniya Qestelê lêvan dinimîne
û diran çîtek ji şekirê Tewrêzê.
II. Gerden
Çi xweş sekiniye ew ser,
li ser wê gerdenê.
Nîv buhist stû: Pireya di navbera sîng û erzenê
Heçko çiçik in: Du pîramîdên bi tehrê firewnî.
III. Navkêlk
Navkêlk saeteke xîzê ye.
Çawa ku xîza taqê jorîn datê xwarê
her wisan hêt digivirînin goştê navikê,
loma sor û gizirî ye.
IV. Pî
Remilvan deverûyî erdê bûne
û pêşeroja êlê bi şûnpiyên yarê ve girêdane;
lê ez bextewar im,
her roj wan piyan tazî tazî radimûsim,
hişê min bi xweşiyên duhî ve aliqî mane
û ji min re ev kar sermaye ne.
V. Dest
Pirtiyê Keşmîrê li ber destan sond xwarine,
lew re bîs û razên xwe vedişêre
da ku nermahî û rindahiya destên yara min
bibin havênê hêjahiyê.
VI. Por
Por bi qasî bextê romiyekî reş
û bi qasî hêviyên Pîremêr geş e.
Çi gava yar mêzerê qîzanî girêde Qerejdax şerm dike
û her çi gava keziyan vereşîne jî hetanî parsûyan diweşe.
VII. Bejn
Spingdaran xwe li ava zeryayê girtin
û di leylanên çolistanê de çilmisîn.
Rihanan xwe li beravan girtin
û di hendefên kûr de şeqizîn.
Lewre êdî bejna yara min
wekî pîvaneya mendirêjiyê
wekî nîşaneya xweştiviyê
wekî mirazê min î kemilî
di çavên xelqê de maye.
14.08.2009
Bazîd