-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Bi hilatina rojê re xem dimeşe xopana zindanê,
bi daketina şevê re sehm diweşe wêrtasa zindanê.
Derî li pişt dergehan, dergeh di sûrên berz de;
sûr bi keserê qul dibin, dilîn berze ye li zindanê.
Kezeb û pişik tê de xera dibin, neks tê de diçikin;
stran lê qedexe ne, stranbêjî dest pê dike li zindanê.
Ode kunên cirdanan, gergemok kar û barê rojane;
jimare di stûyan de hilawestî, stû xwar in li zindanê.
Serdan bi destûran, destûr di nav qîlên berazan
rovî li holê cirîd dilîzin, şêr bendî ne li zindanê.
Di çendîn qulikên tarî de çendîn serî dipelixin;
serî go ne, go li ber piyên zebaniyan li zindanê.
Jehr dibijine jiyanê bi nûçe û teşqeleyên li derve;
teşqele wek tîrên rakişandî amade ne li zindanê.
Mirin hevalekî dilsax e, dem hestiyan dikoje
mêjî fermana qirkirinê dide şaneyan li zindanê.
Mêr tê de dixesin, jin tê de diçin ser darê mêran;
dawiya mêrxasiyê kindirek e li arîkê zindanê.
Xwarin lê bêçêj e, çêj li derveyî bedenên têlkirî;
têl bi têl spî dibe por, zûtirkê diweşe li zindanê.
Şev û roj yeksan in lê, tê de jin û mêr yeksan in;
Ger dadwerî hebe jî, dûredest e ji bo ehlê zindanê.
Xew tê de kurt e, dil tê de pirtepirt e wek pilteyê;
kirtekirta solên zêrevanan hişyarî ne li zindanê.
Pênûs amûra raznivîsan, raznivîs di ber teftîşê;
tedhîşê em canzerî dikirin di heyama zindanê.
Roj hat ez jî ketim wê kambaxê, jê derketim jî;
bawer ke zanîna min kemilî li hêwana zindanê.
24.05.2009
Stenbol