-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Li welatê yara min
berî hilatina rojê dest pê dike jiyan,
karker xurînî diçin ser kar
û nîvê karên xwe berî taştiyê kuta dikin.
Dema ku xwendekar li berê rawestgehan dicivin
xijexija siwareyan guhên bajêr didirînin
û êdî dengê çivîkan dikeve ber sekeratê
piştî xebitandina makîneyan.
Li welatê yara min
giyan
piştî rofirînê tê bi bîra mirovan
û tarîban
bê def û zirne dadikeve kolanan.
Wê hingê tenê çîzeçîza çirçirkan tê bihîstin;
carinan himehima sermestekî xemgîn ji dûr ve,
carinan nîzenîza zarokekî viringî ji nêz ve.
Tarîban aramî ye li welatê yara min;
ne xew diherime bi teqîna guleyên serhildêran
ne xewn vedigerin kabûsan
û wê çaxê ramûsanên evîndaran
dikevin ber kefareta dengê çirçirkan.
Lewre şevê dev ji perisandina xaçepirsan berdidim
û di paşila yara xwe de
nakevim tatêla teperepa piyan.
04.10.2009/Bazîd