-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Tu wek spingdarê û ez wek bayekî li dora te çûm û hatim
Tu rawestiyayî û ez wek tav û hîvê li pey te çûm ava û hilatim.
Lewre sermest im û tu wek wêneyekî li Qaqilwaqê mayî
Hêzê didim baskên sîmorxan da ku bizanibî jixwe ez jî dihatim.
Berbangan tu li asoyên zêrîn dinêrî û bêhna te teng dibe
Di şevereşan de bi kincên spî digerî bi hinceta ku ez bêbext im.
Min dinya û alem pê hesand ku tenê ez im yarê te yê rasteqîn
Lê te bi gotina qerwaşên xwe kir û nedipa ku di evîna xwe de sext im.
Heçî ku tu yî, te tu nirx nebirî ji keft û lefta min a bêpayan re
Lewre ez jî bûm serhildêr, li çol û pesarên biyanistanan ketim.
Dema ku ez ji kolana we qeriyam, nav û nûçik bi ser te xistin
Lewre êdî ez dê neyêm wan derên ku tu lê yî, ma ez bêrûmet im?
Êdî mêzera te ya hewirmişîn bala min nakêşe dema ku dimilmilî
Çavê min li şevbihêrkeke xizanan e û bi dezmaleke patisqe dilrehet im.
Hez dikî êgir berde jûra xwe û hemû hezkiriyên xwe bavêje navê
Lê ez niha bengiyê dozeke din im û di pêşniyarên te de net im.
Dema ku endamên malbata te ji welêt reviyan bi kelek û keştîbaran;
Ez jî hilkişiyam lûtkeyan da ku silavê bidim ewran û ji wir neçim.
Guhên te di bin balîfan de bin jî, esmanê bêstûn nalîna min dibihîze;
Min vedixwînî dîlanên giregiran, qey nizanî ku li pişt kemînan birext im?
Navnîşana min şikêrên bi cendekan tijîkirî, wêraneyên bi ser zindiyan tepkirî;
Ger nêta te rast û mîza te paqij be navê min hilde, tu dê binêrî ku çi zû hatim.
18.01.2009
Stenbol