-
Kategorî: Umîd Demîrhan
I.
Hêviyên me hov in, hespên me kedîkirî;
Giramiya me ji bo hesinkaran e
û şehîdên me bêdestnimêj li mizgeftan digerin.
Me cîhan li xwe kiriye zindan
da ku zindan li cîhanê nemînin.
II.
Simbêlên me dadiliqin ser bilûrên me,
şûtikên me ji bendesolên me berktir girêdayî ne;
diyar e ku em dê li beravekê rawestin
û ramanên xwe tehfîr bikin
bêyî ku navnîşana Mala Xwedê jê bişon.
III.
Civakek serdanpê nakeve xewê,
fîtefîta bayekî hênik e helbest
û helbestvan piştî nobedaran radizin:
Pir caran balîfê wan pênûsek
û nivîna wan kaxezek e.
IV.
Maka tarîbanê şevereş e;
hey Xwedê dizane çend reşên şevê di newalên wê re derbas bûne
û hey Xwedê dizane çend dizî di paşila wê de felsefeya xwe hûnaye.
Ronahî bêtirs li ser banan digere:
Êdî wênekêşî dijwar e,
tîrêjên tavê wekî destîtevrekî eniya mirovî dikutin
û dem ew dem e ku xwe bavêjî ber siya darekê.
08.03.2010
Elbeyda/Libya