-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Wekî her carê, were yarê!
Bila ji paşila te kevok bifirin
û haleyeke nûranî bibe toqeya dora serê te.
Bila lêvên te ji diranên camaxî bibişirin
da ku bijîjkên bajêr dev ji karî berdin
û ji Hîpokrat re dijûnan berz bikin.
Wê hingê ez dê jî bi helwesteke gelêrî
şûşeyek ava bêarsenîk li pey te birêjim.
Gava tu ji pişt perdeyên hesinî
an jî ji lûtkeyên Tendûrekê daketî Bazîdê,
ez dê ji sergovendiyê derkevim
û ji ber kêfa dîtina te
dê çepikan ji bîr bikin temaşevan.
Were yarê, çêja jînê bi te ma.
Were yarê, rewneqa dinê ji te ma.
Were yarê, wekî her carê
û mebêj: Çima?
17.03.2009
Agirî