07 | 02 | 2012

Zêmara Helbestvanekî

-ji bo xatirê ‘Ceylan Onkol’ê-

I.
Xezalê,
di binçenga te de zebeşekî Amedê,
di ber lêvên te ayetên Quranê
(ên ku ji meha remezanê mane),
û te rûyê balexaneyên bajêr şûşt
bi lûdoyên şivanan.  

Hey bilbila li ser darê!
Ma te nizanibû:
Li vî welatî şêx û mela li ser postên xezalan nimêj dikin
û li cem wan meqama hera bilind postnişînî ye.
Lewre tu hatî gurandin li ber çavên cîhanê
digel çepikên kundan û fîqefîqa qijikan.
Hey dilovana ku tenê qijnî dipirçiqandin
da ku xwîna berxikên wê nemijin!
Ma te nizanibû:
Bûm xaniyan vala dikin ji şêniyan
û qijik çavan derdixin bi iştahekî bêpayan? 

II.
Li kêrtê fêza mala we
revdeyekî guran hebû
û pêlîstokên MKE’yê diyariyî zarokan dikirin.
Carekê çepilê birayekî te şikandibûn
da ku xwe ji gemarê tehfîr neke;
carekê jî canê birayekî te dabûn ber guleyan
û cendekê wî kiribûn bêjinga fîşengan.

Dema ku wêlewêla zêmaran kete hewşa bavê te
zarokên tirkan lîstikeke moxolî temaşe dikirin
li ser dika şanoya dewletê
û lewre bi herka Dicleyê nehesiyan.

III.
Her ziman li ser kuştina te axivî,
ji bilî zimanê tirkî.
Ji ber ku di vî zimanî de
dengdar û dengdêr di qirikên qebzbûyî de vedigerin kîteyan,
kîte bi peymanên nepen digihêjin hev,
heta ku serek îmze nekin ev kîte venagerin peyvan,
peyv ji bo armancên diyarkirî rêz dibin
û di hevokan de dicivin hev.
Ji ber ku di vî zimanî de
hevok û paragraf di merasimên fermî de watedar dibin
û her gotar ji bo bihaneyekê tê hûnan.

IV.
Îro naveroka dosyeya te ji raya giştî re hate aşkerakirin:
Li gorî otopsiya fermî
di hestiyên te de mîkrobeke azadiyê
û di nav goştê te yî hincirî de şarapnelên tirsê hebûne.

V.
Bi vê boneyê pênûsa min rê neda xwekuştinê
û ximava min bi riya çemê Muradê xwe gihande ser şînê.

 

17.10.2009/Bazîd