-
Kategorî: Musa Anter
Ji xwe re li hinek nivîskarên me (tirk) binêrin bê çiqasî nezan in û zirtole ne. Peyvên ku dibêjin, sûda xwe ne ji kurda re û ne jî tirka re heye. Di nava hemwelatiyên Tirkiyê de tenê kîn û jihevdurdixistinê pê ve çi nirxên xwe tune ye. Weke mîsal, di sernivîsa nûçeya rojnameya Milliyetê a 30 nîsana 1991 î ê de wisan tê gotin: Turkmen naxwazin têkevin bin nîrê kurda û ketinek wisa red dikin. Kerkûk xwîn digirî.
Mirov dema sernivîsê bixwîne dê bawer bike ku hetanî niha li Kerkûkê ala azeriyan ber bi ezmên ve dihate bilind kirin û lewma ew naxwazin niha di bin nîrê kurda de bijîn (!). Ev 70 sal e hûn segtiya (kuçiktiya) ereban qebûl dikin, lê çima hûn a kurda napejirînin?!
Bibihurin (efû) turkmenên Kerkûkê, berê peyvên min ne li we, lê li çapemeniya me (tirk) a bêexlaq e. Ez bawer nakim ku hûn mîna wan hizir bikin û ji kurda re wisan bêjin. Ji ber ku hûn û kurda bi hev re di zîndanên dewleta faşîst a Iraqê girtî ne û hûn bi hev re diçine ber sêdarê. Di dema koçberiya kambax a vê dawiyê de jî hûn û kurda bi hev re bûn. Lê dema li hemberî van rastiyan, turkmen bidin pey şopa çapemeniya tirkiyê û weke wan hizir bikin, tercîha we, jiyana di bin nîrê ereban de be, ez dê ji we re bêjim: Rêya we hetanî cehemê vekirî ye/cehenema we kirî/dojeh paya be! Kerkûkê dê zêde li ser we negirî (Kerkûkê pêwîstiya xwe zêde bi we tune ye) .
Erebên serker her roj petrola Kerkûkê talan dikirin. Bi pereyên petrolê çekên/sîlah giran dikirîn û berê wan çekan didane kurda û turkmena. Çima wê demê qala giriyê Kerkûkê nedihate kirin?!
Çima niha qala giriyê wê tê kirin?! Ez bawer im ev rojnamevanên nezan û bêexlaq dixwazin bi rêya şantaj, hîle û derewan meşhûr bibin. Kerkûkê ji ber hebûna kurda nagirî. Ji xwe Kerkûkê beşek ji xaka Kurdistanê ye. Turkmenên li wir jî penaber in û di demên berê de bi dilxwaziya kurda li wir bi cî bûne. Kerkûk ne bajarek ji yê Azerbeycanê ye ku turkmen li wir xwîn bigirîn.
Hejmarek dewletên tirka hene. Tirk mîna kurda ji awira hebûna dewletên xwe ve ne hejar in, 10 dewletên wan hene. Dema turkmen ji jiyana xwe a li Kerkûkê ne xweş bin (ne memnûn bin) rê ji wan re vekirî ye. Ew dikarin bar bikin û herin li dewletekî ji yên xwe û jiyana xwe li wir bidomînin (2-8 hezîran 1991).
Wergerandin: Gabar Çiyan