-
Kategorî: J. Alpîranî
Dizanim
niha dayîka min
li hêlekî dew dikilê bi meşkê
li hêla din hêsrên çavan dibarîne hûr û hûr
ew çavên ku qerimiyê ji mêzekirina rêyên dûr
Dizanim
niha bavê min
geh pişta xwe dide dîwar
dikeve nav xewn û xiyalên kûr
qurmiçên eniya wî da
rêçên jiyanek bi zilm û zor
geh jî titûna qaçax
cixarê dipêçe û dikişîne
kul û keserên sedsalî
di dûyê cixara wî da
xelek xelek difitile
Dizanim
niha xweşka min
rûniştiye li şaneşînê
hesreta dilê xwe
li ser çîtên sipî dineqişîne ...