20 | 05 | 2012

Di nivîsînê de tiştên ez dîqet dikim

Ji ber ku pirtûkên din li ser min tesîreke mezin dikin, dema ez dinivîsim wan ji mejiyê xwe derdixim, davêjim. Bi rastî jî gelek nivîskarên baş didin ser min û cesareta min dişkînin. Wek ew mesela  wênekêşî. Wek hûn jî bi vê meselê dizanin; dibêjin ku wênekêşek hebû ye, her gav wêneyên dîkan yên ne baş çêkiriye. Lê ji  xulamên xwe re her tim jî gotiye; ne be nebe hûn bihêlin dîkek jîndar têkeve hundirê dikana min. Her tim li wan weha tembîh kiriye. Ez jî wesa me.

Ji vê wêdatir çareserîya ku hunermend Antigenides peyda kiriye ji bo min ya herî baştirîn e. Antigenised dema ku muzikeke nu lêxe, berya wê û di dawîya wê muzîka xwe ya xweş de, muzikên herî ne xweş û ne baş ji xelkê re lê xistiye. Berya muzika xwe ya xweş û  di dawî  wê de muzîka herî nebaş bi helkê daye guhdar kirin.

Lê disa jî ez bi hêsanî ji Plutarkos venaqetim. Vî mirovî wisa cîhanê kirîye nava destê xwe li her cîh û di her babetî de dikare destê xwe dirêjê we bike. Hûn çi dikin bikin, çi dinivîsin binivîsin, babetek ku qet nayê bîra yekê jî hûn  hilbijêrin jî ew di hêlek de were û têkilîyê karê we bibe. Bi rastî ciwamêr bi dewlemendiyeke giranbiha alîkariyeke mezin dide mirovên din.  Weha alîkariya baş ya xweşik bi her kesî re kirin min gelek aciz dike. Wek ku dema mirov ew digire, mil û baskên wî di destê mirov de dimîne.

Ji bo ku li gorê dilê xwe  binivîsim, xwe davêjim nava mala xwe. Li welatekî biyanî rûdinim. Li vir cihî, li vî welatê biyanî, ne yek dikare destê xwe dirêjê min bike ne ji dikare ji min re gotinekê bibêje. Tu mirovên ku ez li vir nas dikim, nikare duaya ku ez bi latînî dixwînim fêm bike. Ji fransîya wî jî qet fam nakin.

Dibe ku ez ê bikaribama li cîhekî din yê baştirîn binivîsama. Lê pareke mezin ew têştê ku  min ê binivîsiya dê ne yê min bûna, dê pareke pir hindik yê min bûna.Tiştê ku ez bi taybetî diqet dikim ev e; “dive nivîsa min ji her alî ve nivîsa min be.” .Ji bo ku dema ez dinivîsim xwe pir serbest im. Xwe serbest dihêlim. Ji ber vê sedemê jî gelek zêde xeteyan dikim. Lê ez dikarim paşê van xeteyan sererast bikim. Sereraskirina wan xeteyên ku êdî  bûne malê min ê min çewt bidin nasîn.

“ Tu teswîrên gelek qebe dikî” dibêjin. Ev gotin bêhna gazeke pîs dide;( Ez ji gotinên ku li kolanên Fransayê de têne gotin qet narevim. Li ser navê gramatîkê yên ku êrîşê zimanê ku têye bikar anîn dikin bi min tinazên xwe dikin!)

Li ev gotinên nezanîyê  binêre. “ tu gotinên ku li dijê eqil e dibêjî”, tu pir pêş de diçî, tu her tim bi xwe re dilîzî, dema tu rastiyê bêjî dê hemû kes ji te bawer nekin û bêjin derew e,” dema bibêjin ez ê bêjim; erê  hûn “rast” dibêjin.

Lê ez xetayên xwe yê ku ji ber ne diqetkirinê sererast bikim jî ez nikarim xetayên ku ez pê re hutbûyîme sererast bikim…..Ma ez her dem ne weha diaxivim? Ma ez li her cih û deveran  weha dîyar nakim, weha xwe nîşan nadim? Ji xwe di dema nivîsînê de tiştê ku ez lê digerim jî ev e.. Gişt mirov di pirtûka min de bila min bibînin, ez jî di pirtûka xwe de xwe bibînim”

Qiral Dionysius tinazên xwe bi zimanzanên lêhûrnêrên ku li ser  derdê Odysseus yên ku haya wan ji derdên wan tune  disekinin, dike. Tinazê xwe bi akordvanên muzikê yên ku dikarin alavan akord bikin lê muzikjenên ku nikarin jîyana xwe akord bikin dike.

Û Qiral Dionysius tinazê xwe  bi yên ku behsa dadmendîyê dikin û di pratîkê de bi karanîna dadmendiyî tinazê xwe dikin, dike.

Werger : B.Welatevin

Ji malpera E-Wêje hatiye girtin