-
Kategorî: Montaigne
Her çiqas em bikaribin bi zanyariya kesên din zanyar bibin jî, le tenê em dikarin bi aqilên xwe baqil bibin.
Montaigne
Dema ku sal diherike û tere, hinik tiştan ji me digre û tere.
Horatius
Tu çima tavek din, axek din digerî?
Ma tu bi reva ji welatê xwe, dikarî ji xwe birevî?
Horatius
Di cîh kî tenha de ji bo xwe bibe gerdûnek.
Tibullus
Hemû hêviyê min ji min e.
Terentius
Birîna kujyer di sînga me de dimîne.
Virgilius
Mirin li ku benda me yê kivş nîne, a baş ewê ku em li her derî benda wê bin.
Montaigne
Veşartina pereyan, ji destxistina wî zortir e.
Montaigne
Em ciqas hindik bitirsin ewqas hindik di nav talûkê de nin.
Montaigne
Serketin serketin nîne,
Heta ku dijminên têkçûyî têkçûna xwe nepejirîne.
Claudianus
Ên ku li her derê be, li tu cîhê nîne.
Martialis
Baş bizanin, kesên ji xwe re dost e
Ji herkesî re dost e.
Seneka
Ne ji mirinê bi tirsê, ne jî mirinê bixwaze.
Martialis
Xwedê min ji min biparêze.
Gotinek Ispanyolî
Her bawerî ji bo xwe bide qaîl kirin, qasî ku canê xwe bide, bihêze.
Montaigne
Di hişkirinan de jî
Gotin û berger heye.
Tasco
Mirov tenê bi gotina mirov e û ên ku me bi hevre girê didin tenê gotin e.
Montaigne
Em jiyana xwe bi tirsa mirinê, mirina xwe bi tirsa jiyanê dilewitîne.
Montaigne
Dibêjin ku, jiyana zêde dirêj, jiyana herî rind nîne.
Le mirina herî kin di nav mirinan de mirina herî rind e.
Montaigne
Ax dostek!
Ên berê digotin dostanî ji av û agir pewîstir û şîrîntir e, rast e.
Montaigne
Ez çi bim, di çi rewşê de bim, çalakiyê min jî were ye.
Montaigne
Neynika herî rind a ramanên me, herikîna jiyana me ye.
Montaigne
Kesên ku nizane terê kîjan lîmanê, xêra ti bayek jê re nîne.
Montaigne
Pergala ku nayê guhertin pergalek xirav e.
Publis Syrus
Kesên zanyar, di rindiyan de jî bi pîvan e.
Juvenalis
Li gor kesên zerikî her tişt zer e.
Lucretus
Ji pirtûka “Ceribandin“ an hatiyê girtin
Wergerandin: J. Alpîranî