|
|
 |
-
Kategorî: Îrfan Amîda
Di du nivîsên xwe yên beriya vê nivîsê de me bahsa “têkiliya mirov û mekan” û “têkiliya wêje û mekan” kiribû. Me di wan nivîsan de têkiliya mirov û mekan di pêywendiya bûneweriyê de nirxandibû û destnîşan kiribû ku bandora mekan li ser mirov û berhemdariya mirov heye. Di vê nivîsê de jî emê têkiliya wêjeya kurdî û mekan binirxînin.
Lê beriya ku mirov bahsa têkiliya wêjeya Kurdî û mekan bike divê têkiliya Kurdan û mekan hinekî veçirîne. Lewra têkiliya Kurdan û mekan ne têkiliyeke normal e. Ji ber ku mekan/welatê kurdan ji sedsalan û vir ve ye welatekî mêtîngeh e, têkiliyeke azad bi mekan re dananîne. Di mekanên ku lê dijîn de jiyaneke azad ne jiyîne. Ji ber pirsgirêka netewetiyê û azadiyê û ji ber ku mekanê lê dijîn metingeh e, yekmekanî esas e. Ew mekan jî welat e. Ev mekan/kurdistan mekaneke metaforîk e di hiş û dilê Kurdan de. Lê ev hêma û metaforên di hişê Kurdan de li gorî rewşa Kurdistanê dirûv digire. Kurdistan çar perçe ye û di bin êş û janê de ye. mekaneke janzêm e loma.
Ji bilî vê rewşê ya mekanê Kurdan yê esasî û têkiliya Kurdan û mekanê esasî gelek tiştên din yên ku têkiliya Kurdan û mekan diyar kirine/dike hene. Yen herî balkêş, rûxandin/texrîbatên li ser mekan in. Valakirin û şewitandina gundan, şewitandina daristanan, mêtinkirina dewlemendiyan, guhertina navan, înkar kirina navê mekan bi xwe mînakên vê rûxandinê ne. Ji ber van rûxandina Kurdan têkiliyeke xurt bi mekan re dananî ne û gelek caran ji mecbûrî mekan guhertine. Bîranînên wan di bin serbanên kumuşî de û di nav xweliyê de mane û mişext bûne. Lê mekanê ku koç kirinê jî nebûye mekanê wan. Ev bi xwe bêmekanî ye ku pirsgirêka bûneweriyê derdixe holê.
Ligel vê rewşa mekanê esasî û têkiliya kurdan û mekan ya jî rewşa bêmekaniyê rastiyeke din jî heye. Ew jî di pêvajoya mêtingehkirin û mêtingehiya mekan/welatê kurdan de ji bo lêxwedîderketin û parastina mekan gelek serhildan pêk anîne. Di pêvajo û encamên van serhildanan de “yekmekanî” parîkî perçe bûye û du mekanên xweser derketine holê. Mekanek jê “çiya” ye ku di her serhildanê de kurdan berê xwe danê çiyayên Kurdistanê û xwe di nava wan çiyayan de parastine. Têkiliyeke xurt bi çiya re danîne. Ji loma jî çiya bûye mekanekî xweser û metaforîk. Lê ger mirov bala xwe bide vî mekanî dê tê bigihîje ku ji bilî hin çiyayên bi bûyeran têne naskirin, di vir de jî yekmekanî heye. Her çiyayeke kurdistanê bi taybetiyên xwe na lê bi giştî wekî çiya ya jî “çiyayên kurdistanê” têne naskirin.
Yek ji mekanên din jî, yên di vê pêvajoyê de derketine holê, girtîgeh e. Helbet girtîgeh li her welatî hene lê ji ber ku di nava kurdan de ne girtîgeh yek ji mekanên vê pêvajoyê ne û ne tenê bedena mirovan li wir girtî ne, hema bigir, têkiliya hemû kurdan bi vî mekanî re heye û yek ji mekanên di ezbera kurdan de ye.
Ligel van her du mekanên ku bi giştî têne dîtin, mekaneke dî jî “gund” e. Ji ber valakirin û şewitandin/rûxandinan, gund jî mekaneke metaforîk e û ketiye ezbera kurdan. Çar hezar gund hatine valakirin û şewitandin. Gelek gundên ku nehatine valakirin jî ji ber cerdevaniyê û bandora şer, jiyaneke asayî lê nayê jiyîn. Ji loma jî di pêvajoya şer de gund, di hişê kurdan de, ji nû ve hatiye formule kirin û bûye metaforek. Bûye hêmayek. Di civakên mîna Kurdan de yek ji mekanên berbiçav û metaforîk jî bajar in. Lê ev bajar ya payîtext in, ya bajarên ku bûyerên sosret lê qewimîne ya jî bajarên serhildanan e. Ya jî bi kesan/qerekteran ve girêdayî ne. Amed, Helepçe, Mahabad, Dersim mînakên balkêş in di vê mijarê de.
Di vê pêywendiyê de mirov dikare bibêje; têkiliya Kurdan û mekan rewşa welatê wan diyar dike û di çarçoveya welatparêziyê de ye. ger çiqasî kurdên ne welatparêz hebin jî, têkiliya wan jî, bi awayeke neyênî be jî, di vê çarçoveyê de ye. Lê ji aliyeke din ve jî, ji ber ku bi gelemperî, hişmendiya xwedantî ya serdema kapîtalîzmê zêde bi pêş ve neketiye mirov nikare zêde bahsa mînîmîzebûyîna mekan bike. Bandora welatparêziyê jî li ser vê encamê heye.
|
|
 |
|