07 | 02 | 2012

II. Wêje û Mekan

Mekan çawa bi hebûn/bûneweriya mirov ve girêdayî be, ya jî yek ji hîmên bingehîn ya xwehîskirina mirov be, ji ber ku wêje jî tevgereke mirovî ye, vegotina jiyana mirov e û di her merhaleyê de mirov ya jî tişta bi mirov ve girêdayî heye, rasterast têkiliya wêje û mekan jî heye. Çawa bêyî mekan mirov nikaribe hebûna xwe bi temamî destnîşan bike, nikaribe xwe vebêje, di heman demê de nikare wêjeyê ji biafirîne ya jî bi temamî vebêje.

Ev mekan, razber ya jî şênber, ji devereke biçûk, ji tiliya mirov, çavên mirov, dilê mirov heta bajarekî, welatekî, dinya û gerdûnê fireh dibe û tête guhertin. Ya jî a rast bi sînorê xeyalên mirov ve girêdayî û li gora têgihînê tête guhertin. Mercên seretayî, dîsa razber ya jî şênber, pelandin û sînor in. Ev yek, li gel wêje/wêjevan, ji bo têkiliyek di navbera xwendevan û wêjeyê de bê ava kirin jî hewceye, ya jî di têkiliya navbera xwendevan û wêjeyê de jî heye.

Piranî di roman û çîrokê de wêje, ji bo ku xwendevan di nava wêjeyê keve û bikaribe di nava wê de dest bi rêwîtiyekê bike, pêdivî bi mekan dibîne. Beriya her tiştî ev mekan wekî dekor tê bikaranîn û bisînor dike. Ev ji bo fêmkirinê jî hewce ye. Heger mirov bandora mekan ya li ser bûyer, encam û kesayetî/çanda kesan bipejirîne, ji bo ku qerekter bi xwe jî, mijar/bûyer jî bêne fêmkirin, pêdiviya wêjevan/wêjeyê bi mekan heye.

Wekî ku me got; beriya her tiştî mekan wekî dekor tê bikaranîn. Di heman demê de şanîdêr e. Ji ber ku şanîdêr e, Mekan biarmanc e û alaveke watedar e di wêjeyê de. Wate û felsefeya metna wêjeyê temam dike. Ji loma jî di wêjeyê de mekan li gorî wateyê divê bê afirandin. Mekanê ku dê di wêjeyê de bê bikar anîn divê bê naskirin. Tenê ne ji hêla xwe ya fizîkî ve divê bi giştî qerektera mekan bê zanîn, bandora wê ya li ser mirovan jî bête zanîn.

Ji derveyî vê yekê jî mekan di qerektera wêjevanan de jî cihekî girîng girtiye. Wêjevan parîkî dişibin welatê xwe, bajarên xwe ango mekanên xwe. Gelek wêjevan bi welatên xwe têne naskirin, bêyî welatên xwe nayên nirxandin. Wekî gelek nivîskaran, têkiliya Baudlere û Parîs mînakeke gelekî balkêş e di vê mijarê de. Ne Parîs bêyî Baudlere Parîs e ne jî Baudlere bêyî Parîs’ê Baudlere… him aciziya, elem û kedera wî ye Parîs him jî şahî, coşî û serfiraziya wî… bi kurtasî hebûna Baudlere e Parîs. Ya jî têkiliya Bêrûdê û nivîskarên wê, ya Filîstîn û wêjevanên wê…

Goethe dibêje; ji bo ku mirov helbestkar/nivîskar nas bike divê here welatê nivîskar…, û bi awayî bandora mekan ya li ser wêjevan destnîşan dike. Bi êrênî û neyênî wêjevan perçeyeke welatê xwe, bajarê xwe ye. Di vê çarçovêyê de mirov dikare bibêje ku wêjevan encama welatê xwe ye ango mekanê xwe ye û têgihînên wêjevan, zimanê wêjevan jî li gorî mekanê wêjevan dirûv digire. Ligel wêjevan, qerekterên/lehengên di behremê de jî bi mekan ve girêdayîne û hêla wêjevan û xwendevanan ve di vê pêywendiyê de jî bête nirxandin. Heger ne erênî ne jî neyênî têkiliya leheng û mekan bi hev re tunebe berhema wêjeyî ji gelek hêlan ve qels dimîne.

Helbet berhemên bê mekan û bê zeman jî hene û mekan di dîroka wêjeyê de hatiye nîqaş kirin. Lê ev bi xwe felsefeyek e. Nerîneke li mekan e. Helwesteke rexneyî ya di çarçoveya têkiliya mirov û mekan de ye ku qonaxeke ji realîya mekan derbasî surrealiya mekan bûyînê ye. serrastî yê. Bêmekanî ya di wêjeyê de ji rexneya mekan tê ji loma jî. Heger wêje û wêjevan têra xwe têkilî bi mekan re dananî be wê negihîştibe rastiya mekan û wê ji wê rastiyê derbasî serrastiya mekan jî nebe. Ev yek piranî di jiyana wêjevanên ku welatên wan/mekanên wan, ji hêla fizîkî, sosyolojîk û siyasî ve, bi pirsgirêkin de xwe hinekî din derdixe pêş.