20 | 05 | 2012

Nirxê Soza Dewleta Tirka

Li bakurê welêt, piştî girtina DTP ê, avakirina partiyek nû, beyanên hikumetê ji bo ”vebûna rêya çareseriya pirsa Kurd” û kirinên wan ku li dijî beyanên wan in, destpêka qonaxek nû ye. Pir giring e ku qonax ji aliyê me ve pir alî bê nirxandin. Her wisa, lîstikên polîtîk yên dewleta tirka û bi taybetî jî planên AKP ê, divê ji aliyê me kurda û bi taybetî jî neslên nû, ciwanên kurdan vê baş bê fêmkirin.

Hukumeta AKP zêdeyî salekê ye ku bi navê ”rêlêvekirina çareseriya Pirsgirêka Kurd” raya giştî li Turkiyê û derve mijûl dike. Pêşî bi navê ”pirsgireka kurd”, piştre ”pirsgireka demokratîk” û herî dawî jî, ”projeya hevgirtina nijadî (milî)” derket pêşberî xelkê. Serokwezîr û berdevkên hukumetê ji TV û rojnameyan re digot, “em ê vê problemê çareser bikin”…

Belê ev aliyek madalyonê bû. Lê li aliyê din, hêzên dewletê êrîş dibir ser zarokan, û zêdeyî 4000 zarokên kurdan girtin. Bi tawanên herî giran, bi qanûna “dijî terorê” û dadgeha ku mezin tê de têne dadgeh kirin, zarokên kurdan têne mehkeme kirin.

Girtina zarokan dilê dewletê rihet nekir, wan berê êrîşa xwe dane pêşengên civaka Kurda û zêdeyî 2000 siyasetvan û ronekbîrên Kurd girtin. Ev nêzîkî salekê ye ku girtî ne, lê hê jî dernexistine pêşberî dadgehê. Armanca wan, weke hercar êrîş û zîncîrkirina mêjî û rêvebirên Kurda ye.

Aliyê netewî ya hêza çekdar li bakurê welêt, ji bo ku rêya aştiyê li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd veke, du (2) kom şandin welêt. Yek ji çiyê û ya din jî ji kampa Mexmurê hatibûn. Pêşî ne dewletê û ne jî hukumeta AKP ê tiştek negot û kes nehate girtin. Lê piştre di derbarê hemû kesên ku hatine de rêya dadgehkirinê hate vekirin. Ji kesên ji çiyê hatine 20 û yên ku ji Mexmurê hatin e 15 sal hepis dixwazin...

Hukumeta Turkiyê, ji bo ku bikevê Yekîtiya Ewrupa got ku zimanê kurda azad e, kî bixwazê dikarê fêrî zimanê xwe bibe. Lê di eslê xwe de, dewletê destûr nedan ku zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerdê bibînin û ne jî dihiştin ku çapemeniya kurdî bi azadî werê weşandin û belavkirin. Ji bo ku zarokên kurdan bi zimanê kurdî perwerdê bibînin, kurdan pir caran serî li dezgehên fermî dan. Lê her serlêdan bêbersiv ma. Mîsala herî mezin serpêhatiya Mamoste Medya ye. Medya keçeka Kurd a deh salî bû. Wê di mala xwe de zarokên kurda fêrî zimanê kurdî dikir. Lê dewletê ev ji zarokên kurda re pir dît û dad li dijî Medyayê vekir. Ji bo ku zimanê kurdî fêrî zarokan kiribû odaye ku tê de ders dida ji aliyê polîsan ve hate girtin. Nijdeperestiya wan perwerda zarokên 10 salî tehmûl nekir û dawe di derheqê Medya kurd de vekirin.

Her cara ku dewlet û aktorên wê yên mîna AKP ê ji bo ku planên xwe yê neçareserkirina pirsgirêka kurd dihênin bazarê gotina Nurî Dêrsimî tê bîra mirovî. Ez hêvîdarim ku ev dîtina Dêrsimî weke peyamekî bê dîtin. Wisa dibêje Dêrsimî: ‘‘Soza herî ku divê jê neyê bawerkirin, soza tirkan e’’

Weke ku xuya dike, dewr tê guhertin, mêjiyê xelkê bersiva dema nû dide, lê li Turkiyê ji bo çareserkirina mafê Netewa Kurda tenê peyv têne guhertin, mirov û mêjî yek e, lê cilên li ser wan têne guhertin. Ev tev dîtina gorbihuşt Nurî Dêrsimî pişt rast dikin.

Rê, xwe organîzekirina Kurdan e. Divê Kurd ji awira civakî û hêzên xwe yên netewî ve, li ser mentalek netewî, bi şêweyek modern xwe organize bikin û provakisyonê ku berê hêzên netewî bixe hemberî hev, xwe dûr bigirin. Qonaxa nû bi me ve, hêza me ve, xebata ma ye profesyonel, ya civakî û siyasî ve girêdayî ye. Şerê çekdarî jî di nav de, divê ji hemu aliyan em xwe amade bikin ku bersiva demê, ji awira civakî, dîplomasî, polîtîkayek aştîyane, berjewendîparêz û mafê mirovan bidin.

EuroKurd News – eurokurd.net