20 | 05 | 2012

Bi maska guhartinê êdî nikarin me bixapînin

Ev heştê û heşt salin ku bi rêbazên komkujî û bi xapandinê dixwazin Kurda bêdeng bikin.Lê gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, perda bêdengiyê tîş kir û dengê mafdarîya xwe gihande heft parzemînên cîhanê.

Ji ber wê; ev 33 salin ku dewleta tirk û hemû hikumetên wê di tunekirina tevgera azadiyê de, li tunekirina Gelê Kurd digerin. Bi hemû rê û rêbazên li derveyî exlaqê mirovahiyê êrîşî pêşengiya Kurda dikin. Bi hemû hêz û karîbûna xwe li tunekirina rêvebiriya tevgêra azadîya Kurdistanê digerin.

Ji roja pêşî ve dewleta tirk û hemû hukumetên wê bi piştevanîya dewletên rojava û hezên herêma Rojhilatanavîn, êrîşên xwe yên li dijî Kurd û eqaliyatên din didomînin.

Tenê di van salên dawî de, 4 hezar gundên Kurda hatin şewitandin. Bi hezaran mirovên bê tawan bi reşkûjiyê (faîlî mechul) hatine windakirin.

Li dijî zilm û zordestîya dewleta Kemalîst, her ku diçû Kurda xwe nas dikir û ji wan dûr diketin. Dewleta dagirker vê care maska Kemalîstiyê danî û ya demokrasî û misilmaniyê derxist pêş. Mixabin e ku, gelek mirovên dilpak bi vê lîstikê careke din hatine xapandin.

Lê vê care, pêşengên Kurda rê nedan derew û hîleyên wan yên nû û rastiya di pişt maska wan eşkere kirin. Lewma, dewlet û hikumeta AKP ê, har bûne û her roj êrîşî Kurda dikin. Armanca êrîşên wan diyar e. Ew naxwazin Gelê Kurd di nav sîstemê nû ya Rojhilatanavîn de bibin xwedî maf û statû. Van êrîşên xwe gelekî bi zanîn, bi rê ve dibin. Ji bo ku ev êrîşên wan di rojeva Turkiyê û dinyayê de cih negirê, her roj bi derewek nû rojevê diguherin û plana xwe ya veşartî bi rê ve dibin. Mînak; roja ku li dijî ronekbîr, siyasetvan û parêzvanên Kurd oprasyonkirin heman wê rojê de serokwezîrê tirk Erdogan ji bo rojevê biguherîne bi serê lêvan ji bo komkujîya Dêrsimê lêburîn xwest. Ji komkujîya ku li Dêrsimê bûye lêburînê dixwazê, lê li aliyên din jî komkujîya siyasî dike. Serokwezîrê tirk Erdogan, partiya wî AKP û dewleta ku bi temamî kiriye bin kontrola xwe, ji hilbijartinan û vir ve bi her awayî li ser Gelê Kurd û vîna (îrada) wî ya pêşenga barxwedanê, êrîşên xwe berdewam dikin.

Berî hilbijartinan, AKP bi maskeyeke cuda xwe nîşanî gelên ku li Turkiyê û dinyayê dijîn dida. Ji hilbijartinan û vir ve maska wan ya demokrasiyê, mirovperweriyê û ya ku digotin, emê pirsgireka Kurd çareserbikin bi temamî ji ser rûyên wan rabû û helwêsta wan ya faşîzane eşkere bû.

Êrîşên neînsanî yên li dijî jin û zarokên Kurdan çi sînoran nas nakin. Hejmara zarokên di dema vê hukumetê de hatine kuştin, demên cuntên leşkerî li dawiya xwe hiştine.

Bi qasî ku di dema AKP ya “sextekar û îslamiya demokrati”yê de zarokên kurdan hatine girtin, di dema tû hukumetan de nehatibûn girtin. Li hemberê vê hovîtiyê, ne ji nav Turkiyê û ne jî ji dinyayê dengên nerazîbûnê bilind nebûn. Rêkxistinên ji bo parastina mafê jin û zarokan dixebitin, bê deng man.  Tecrîta birêz Ocalan ya li derveyî hiqûqê jî bi kîn û bi çavsoriyê tê pêkanîn û bi rêya opersonên dawî, hêviyên aştiyê qels kirin û xweza Kurdistanê bi bombeyên gazê jehr dan. Tenê di operasyonên dawiyê de parêzvanên Ocalan jî di nav de, zêdeyî 50 parêzvan û bi sedan kesên din, rojnamevan, siyasetvan û ronakbîrên Kurd hatine girtin. Dixwazin Gelê Kurd bêdeng û bêparêzvan bihêlin. Bi kurtî dixwazin zimanê Kurda bibirin û bê serî bihêlin.

Ji roja ku Gelê Kurd ji bo azadiya xwe biryar daye, êrîşên hovane dihênin ser ronakbîr, siyasetvan û şervanên azadiyê. Ev çend mehin ku, xweza û çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Di vê dawiyê de jî, çekên kîmyewî yên ku li cîhanê qedexe ne, li dijî şervanên Kurda bikar anîn. Tiştê tê kirin li dijî peymanên şer yên navnetewî ne, bi jehrdayîna xwezayê jî, sucê însanetiyê dikin. Li Hemberî vê yekê, mixabine ku rêkxistin û medya navnetewî bê deng dimînin û bi vê bêhelwestbûna xwe, cesaretê didin dewletê.  Cihê xemgîniyê ye ku, dengê dewletên ku xwe berpirsên demokrasiyê û mafê mirovan dibînin jî derneket.

Zext û operasyonên li dijî BDP ê berdewam in. Parlementer, şaredar, endamên rêvebirên meclîsên bajaran her roj têne girtin. Ne tenê BDP, siyasetvanên Kurd yên derveyî BDP jî dikevin ber pêla êrîş û girtinê. Di van êrîşan de, bi hezaran kesan hatine girtin. Rêya polîtîka legal li ber Kurdên xwedî vîn (îrade) û yên li derveyî sîstema dewleta tirk in, digrin.

Bi kurtî, li ser hebûna Kurda êrîşeke gîştî heye. Pêwîst e raya giştî bêdengiya heye ji holê rake û li dijî helwesta ne însanî ya AKP ê bi biryar be.

Li Rojhilatanavîn guhertinên nû pêk tên. Pir giring e ku hêzên polîtîk ji bo berjewendiyên netewî ji duhî bêhtir ji bo girtin û mezinkirina paya Gelê Kurd, gavan bavêjin, zext û helwestên neînsanî qebûl nekin û ne bê plan û program bin. Xwedî li nasname, ziman, çanda xwe derkevin, li dijî xerabkirina xweza Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin, gavên pêwîst bavêjin.