-
Kategorî: Cemal Sureya
Li rawestekê sê kes
Mêrik, jinik, zarok
Destê mêrik di bêrîyê da
Jinikê bi destê zarok girtiye
Mêrik bi kovan e
Bi kovan e wek kilamên bi kovan
Jinik bedew e
Bedew e wek bîranînên bedew
Zarok
Bi kovan e wek bîranînên bedew
Bedew e wek kilamên bi kovan
Wergerandin: J Alpîranî