-
Kategorî: J. Alpîranî
Dema mirov an jî cîvak wijdana xwe wenda bike, êdî ne ehlaq dimîme, ne jî nirx. Tenê dibin mehlûqatek an jî koma mehlûqatên ji hovan hovtir û dijminê hemû qenciyan.
Lewra tişta ku qencî û neqencîyê diyar dike, tişta ku tixûbeke stûr dike navbera heqî û neheqiyê û a ku pênaseyek dide wan wîjdanê.
Wîjdan heman demê de li himber neheqiyê, nerindiyê, bêdadiyê, zilm û zorê helwest e. Helwestek însanî.
Dewleta Tirkan bi sedan salan bi hemû saziyên xwe bi awayek rik û pêk bêwîjdanî empozeyê cîvaka xwe kiriyê û rastarast cîvakek di mejîde ferşlêketî û bêwîjdan afirandiye.
Li cem cîvakek di mejîde ferşlêketî têgehên wek rastî, rindî, biratî, maf, edalet û w.d. bêwate ye.
Di demên aha de ji bo karesatên mezintirîn neqewimin, cîvak bi her awaye serûbin nebin rewşenbîr û xwedîwîjdanên cîvakê derdikevin kolanan. Ji ber vê sedemê dibêjin "rewşenbîr wîjdana cîvaka xwe ye". Rast e.
Le mixabin rewşenbîrên tirkan îro jî wek duh bertekên xwe li gor desthilatdariyê dizayn dikin
Di şer de gerilayên kurd tên kûştin, guh û pozên wan tê jê kirin, rewşenbîrên vê cîvakê çepikan li hev dixin.
Li Wanê erd diheje. Faşîstên vê cîvakê di bin navê alîkariyê de şûna kincan de alên xwe, şûna xwarinê de keviran ji mexdûrên erdhejê re dişînin, rewşenbîrên wan dikevin nav bêdengiyê.
Li Roboskiyê 35 cîwanên kurd bi aşkere di hêla balafirin şer de tê kuştin, rewşenbîrên wan li himber komkujiyê çavên xwe kor, zimanên xwe lal û guhên xwe kerr dikin.
Berê digotin kurdên herî baş kurdên mirî ye, niha li himber kurdên mirî jî bi hovane tevdigerin, gorên wan bombe dikin, cesedên wan dişewitînin û li pey panzêran kaş dikin, rewşenbîrên wan bi halanên serketinê diqêrin.
Roj tuneye ku bajarên kurdan di bin panzerên wan de serûbin nebin. Roj tuneye ku çiyayên welatê kurdan di bin bombeyan de nelerizin. Roj tuneyê ku bi sedan malên kurdan di bin pêlavên polêsên dewleta faşîst de neherimin, rewşenbîrên wan bi kelecanî li pey dîtîna fetwayan dikevin.
Ev bêdengî, ev bêhelwestî, ev bêwîjdanî rastiya vê cîvakê ye, bertek ravakirina çend rewşenbîr û mirovên birûmet jî vê rastiyê naguherîne.
Bi kurtasî êdî mirov dikare ji bo rewşenbîrên tirk bibêje neynika dewlet û cîvaka xwe ye. Û dîmena ku di vê neynikê de jî dixûye kujyeri ye, faşîzm e, bêwîjdanî ye...