07 | 02 | 2012

Bi Gulekê Bihar Tê

-ji bo Silêman Çevîk-

Te bawer nedikir;
lê qanûna suriştê ev e:
Ev qeşa dê biheliya,
dê serî hilda beybûnekê tenê,
xortan dê newroz bigindirandana havînê
û mirarê koviyan dê biba şîva gurg û keftaran.

Ez dê bi coşa biharê werim havînê
û bêhna xwihdana min berateya kedekê ye.
Qirika min ziwa bibe jî
ez dê tifî devê cûcikên kevokan bikim.
Heke rehm li ber dilê min tunebûya
min dê ew hêk bidiziyana ji mêkewê,
berî ku di binçenga min de bişêlin.

Niha ji te dûr im.
Heke biqîrim dengê min nabihîzî,
heke pişta xwe bispêrim wêraneyên pêşiyan
dê çimeke dîrokê biqelişe;
lê tu ji bo min bêhtir ezîz î.

Rûmeteke peyvê heye:
Hem beriya ku bahozên faşîzan rabin
hem jî piştî ku alayên zilmê dakevin.
Metirse! Bahoz ji şkeftên wijdanê nagirin.
Her wiha bihar bi gulekê hat
û min hemû gunehên te vajî kirin.

09.05.2010

Elbeyda/Libya