07 | 02 | 2012

ENIYA MERDANE LI HEMBERÎ SÊGOŞEYA ŞEYTANÎ

Di nava civakên pêşketî de gel rojevê diyar dike û desthilatdarî jî biryara gelemperî digihîne encamekê; lêbelê di civakên paşverû de desthilatdarî rojevê diyar dike û gel jî bivê-nevê biryara desthilatdariyê pîroz dike.

Li bakurê Kurdistanê kurdan ked, azadî û demokrasî anîn rojevê û nûnerên wan jî ev biryara wan sepandin; lewre eniyek pêk anîn û di bin sîwana xwe de cih dan gelên cîran jî. Li aliyê din desthilatdarên Roma Reş jî kedxurî, koledarî û demoklesî li ser gelan ferz kirin; ji çend aliyan ve gelên herêmê dorpêç kirin;lewre her yekî ji xwe re dezgehek vekir û gazî malê xwe kir.

Ji ber ku kedxur, koledar û demoklesan qada siyasetê parsel kiribûn kurdan û dostên mirovahiyê li ser eniyeke berxwedanê bi awayekî merdane li hev kirin; lêbelê ev eniya wan a merdane di nava sêgoşeyeke şeytanî de rastî perçiqandinê hat. Lewre vê eniyê li hemberî sêgoşeya şeytanî ji sê aliyan ve têkoşîneke bêhevta dan. Kurdan û dostên wan li hemberî vê êrişa sêalî eniya xwe li sê yekîneyan leva kirin.

HILBIJARTIN-MALBIJARTIN

Peyva hilbijartinê (election) di sedsala 13an de ketiye nava zimanên rojavayî û di sedsala 17an de jî li Ewropa û Amerîkaya Bakur pergala hilbijartinê (electoral system) -ya ku em îro nas dikin- hêdî hêdî rêbazên xwe diyar kirine. Di ferhengên rojavayî de tarîfa hilbijartinê wiha ye: “Kar û barê fermî yê ku hilbijêr vebijêrkên xwe yên siyasî yên derheqa mijarên gelemperî û berdevkên xwe de radigihînin saziyên cemawerî.”[1] Mixabin ev tarîf li Tirkiyayê wekî xeyalên dûredest (ultimate utopias) tên pejirandin. Tirkên ku di şerê Talasê de li hemberî ereban têk çûn pêşiyê wekî koleyan li bazarên ereban hatin firotan, paşê li Misirê dewleteke koleyan ava kirin, ber bi bakur ve hatin; di dawiyê de xwe gihandin Stenbolê û bi sedsalan li wir man. Di çarêka pêşîn a sedsala 20an de paytexta xwe ji Stenbolê guhastin Enqereyê; lêbelê beriya vê guhastinê plan û stratejiyên xwe li ser sifreya kurdan û di hembêza wan de gerandin. Hemû gelên ku bi zordestiya sedsalan kiribûn bin destên xwe ji wan veqetiyan. Du gelên giran di bin destên wan de mabûn û li kêleka wan sekinîbûn: Kurd û laz. Her du gelan jî zilmeke mezin ji wan dîtin. Mixabin rewşa kurdan ji rewşa lazan kambaxtir bû, ji ber ku rastî komkujiya siyasî û nijadî hatin. Kurdên ku di heyama koletiya tirkan de fermandarên artêşên ereban bûn, li hemberî êrişên teter û xaçparêzan de azmûneke baş dabûn û qirşê xwe dabûn ser bendê osmaniyan ev zilm heq nekiribûn. Lewre berxwedaneke bêhevta dan û di vî çil salê dawîn de gelek serkeftin bi dest xistin. Piştî van komkujiyan pêşiyê li biyanistanê dest bi muxalefeteke çandî kirin. Gelek rewşenbîran xîmê berxwedana çandî li biyanistanê avêtin, pênûsên xwe vegerandin tifingan û vegeriyan ser axa xwe (ji Xoybûnê ber bi Agiriyê). Paşê dest bi muxalefeteke siyasî kirin, rêxistinên xwe vegerandin eniyên şerekî dijwar û ji axa xwe veqetiyan (ji Fîsê ber bi Beqaeyê). Di dawiyê de kurd ji ariya dojeha pêkhatî vejiyan û li dewsa sêdareya bapîrên xwe dest bi şoreşeke hiqûqî kirin (ji DEPê hetanî BDPê). Niha kurd ji sê aliyan ve şerekî dijwar didin: Şerê dîplomatîk ê ku navenda wê Ewropa ye, şerê çekdarî yê ku navenda wê Qendîl e û şerê siyasî yê ku navenda wê Amed e.

Şerê siyasî yê ku ji Amedê dimeşe bi hilbijartinekê hate azmûnkirin. Siyasetmedarên kurd riyeke rast dan pêşiya gelê kurd û li qadan wiha gotin: “Dengên xwe bidin xwe.” Bi vî awayî berê kurdan dan mala wan û ev hilbijartin vegeriya malbijartinekê.

Malbijartina kurdan bi awayekî serkeftî bihurî.

NÊREZAGON-ŞÊREJARGON

Di ferhengên rojavayî de zagon wiha tê tarîfkirin: “Rêbazên ku ji aliyê desthilatdariyeke rêvebir ve tên diyarkirin; bi vî awayî pêkvejiyana gelan bi awayekî rêk û pêk tê parastin.”[2]

Her çiqas kurdan beriya Komara Tirkiyayê zagonên xwe yên herêmî sepandibin jî piştî damezrandina Komarê desthilatdaran zagonên xwe li ser wan ferzkirin; lêbelê ev zagon pêkvejiyana gelan naparêzin. Ev zagon gelan parparî dikin û wan berdidin hev. Rengê van zagonan nêr e û xîmê wê li ser çanda tecawizê hatiye avêtin. Çanda kesên ku xwe tirk dihesibînin bûye rêbazeke desthilatdariya rêvebir û bi vî awayî pêkvejiyana gelan her roj tê dînamîtkirin.

Li hemberî vê nêrezagonê kurdan stratejiyên xwe bi zimanê kurdî diyar kirin; lêbelê ev hewldana kurdan ji aliyê desthilatdariyê ve bi peyva jargonê hate ravekirin. Di ferhengên rojavayî de peyva jargonê wiha tê tarîfkirin: “Îfadeyên taybet ên ku ji aliyê komeke mirovan ve tên axaftin û ji bilî vê komê kesek ji wan fêm nake.”[3]

Zimanê kurdî ji aliyê nêrezagonên tirkan ve wekî jargona kurdan a gelêrî tê pejirandin û lewre di rêza zimanekî de nayê hesibandin. Li hemberî vê red, înkar û bişaftinê kurdan di zimanê xwe de israr kirin. Her çiqas ev ziman wekî jargonekî bê hesibandin jî kurdan -çi mêr çi jin- bertekên xwe nîşan dan. Her roj asta bertekên wan bilind dibe û wekî şêran jargona xwe li ser çeqel û çûqelan de diqîrin.

Nêrezagona van çeqel û çûqelan li dijî şêrejargona kurdan layiqî meqama xwe oriya. Di encama vê oreorê de weşana rojnameya Azadiya Welat hate rawestandin. Biryara kurdan a dawîn ew e ku mînanî şêran jargona xwe di eniya zagonan de bidin nivîsandin.

Berxwedana ji bo zimanê zikmakî berdewam e.    

GLADYATOR-TERMÎNATOR

Desthilatdarên nebaş ên cîhana sêyemîn gornebaşên zordestan in, berepaş diçin û paşepêlkî li dîrokî siwar dibin . Ew qîma xwe bi gorên birçiyan, sitemdîtiyan û zehmetkêşan nayînin; lewre çav berdidin gorên pêşengên nebaşiyê. Wekî nimûne gora Neron, Dehak, Hîtler, Mûsolonî û hwd bala wan dikêşe. Bi hêviya ku rastî xeml û xişiran werin dest bi vê pîşeyê dikin; dem dibihure û ev gornebaş dikevin dilqê van pêşengan. Ev gornebaş muxalif û dijberên xwe wekî gladyatoran dibînin. Mêrxasên gelan dîl digirin, di zindanan de bi birçîtî û zilmê perwerde dikin û bi ajalên hov re didin şerkirin. Ev şerê di navbera dîl û ajalên hov de di asta mîhrîcanekê de dibihure. Pêşeng û giregirên wan li balkoneke bilind disekinin, axaftineke vekirinê dikin û karnavala xwînê dest pê dike. Li aliyekî ew gladyatorên mêrxas hene. Li aliyê din jî ajalên hov hene û bi goştên mirovan hatine harkirin. Berxwedana mirin û mayînê dest pê dike û kesê filitî rizgariya xwe bi dest dixîne.

Welatiyên baş ên cîhana sêyemîn jî mafparêzên mazlûman in, pêşverû ne û dîrokê digihînin dadweriyê. Ew qîma xwe bi gef û gura zordestan nayînin; lewre çav berdidin meqama pêşengên mirovahiyê. Wekî nimûne Robin Hood, Kawa, Gandî, Mandela û hwd bala wan dikêşe. Bi hêviya ku di meqameke baş de bên bîranîn van pêşengên qenciyê dişopînin; dem dibihure û ev mafparêz dewsa pêşengên qenciyê yên berê digirin. Li hemberî esareta mêrxasan rênexşe û stratejiyan araste dikin. Carinan di hucreyên zindanan de carinan jî li ser lûtkeyên çiyayan ronahiyê nîşanî ronahîxwazan didin. Êdî ev pêşêngên mafparêz dîrokê ji nû ve dinivîsin, dawiyê li gladyatoriyê tînin û dibin termînator. Termînator tê wateya kesê ku dawiyê li tiştekî tîne.

Di vê hilbijartina dawîn de kurdan eniyeke merdane pêk anî. Di vê pêşbaziyê de rênas, siyasetmedar û dilsozên kurd hatin girtin. Kurdan di bin mercên neheq de serkeftineke rêjeyî bi dest xist. Dewleta Tirkiyayê bi vê zordestiya xwe hewl da ku çend salên din jî li temenê xwe yê bergor zêde bike; lêbelê demokrasiya kurdan derbeyek li demoklesiya desthilatdariyê xist. Her wiha li hemberî nêrezagona mişkan jargona şêran derxistin pêş. Di dawiyê de feraseta gladyo û gladyatoriyê tar û mar kirin; li hemberî teknolojiya koledariyê termînolojiyeke pêşketî afirandin û termînatorî kirin.

Wisan e dem ew dem e ku êdî mirov di qadan de ji aliyê hovan ve neyên parçekirin û dawiyek li vê rewşa kambax were.



[1] Bnr. Britannica Concise Encyclopedia, election

[2] Bnr. The 'Lectric Law Library, law

[3] Bnr. Concise Oxford English Dictionary, jargon