-
Kategorî: Umîd Demîrhan
Joseph Hammer di sala 1806an de pirtûka Ibn Wehşiye ya bi navê “Şewq-ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il-Eqlam/Hêviya Bendewaran Ji Zanistên Vereşandina Raznivîsên Kevnare” werdigerîne zimanê ingilîzî û diweşîne.[1] Ibn Wehşiye di vê pirtûka xwe de qala alfabeyeke kevnare ya kurdan dike û vê alfabeyê dide nasandin. Beriya ku em têkevin mijara alfabeya kurdî ya hera kevnare divê em li ser wergêr, nivîskar û pirtûka wergerandî çend tiştan bibêjin.
- Joseph von Hammer-Purgstall (1774-1856)[2]
Li Nemsayê (Awistiryayê) hatiye cîhanê. Di sala 1788an de dikeve Akademiya Rojhilatnasiyê ya Viyanayê. Di vir de hînî zimanên tirkî, erebî û farisî dibe. Paşê di Wezareta Kar Û Barên Derveyîn de dibe sekreter. Di Balyozxaneya Nemsayê ya li Stenbolê de dibe wergêr û Balyozê Nemsayê wî dişîne Misirê. Di gelek peywirên payebilind de dixebite û di sala 1848an de dibe serokê Akademiya Viyanayê. Ji bilî werger, lêkolîn, nivîsar, pirtûk û pirtûkçeyan du pirtûkên wî yên pir girîng hene: “Dîroka Wêjeya Erebî” û “Dîroka Dûgela Osmanî”.
- Ebûbekr Ehmed Ibn Wehşiye (860-935)[3]
Li Quseyna nêzikî Kûfeyê hatiye cîhanê. Nivîskarekî asûrî yê sedsala nehan e. Di gelek qadên zanistî de pispor e. Li ser stêrnasî, çandiyarî, kîmyagerî, fizîk, jehrnasî, bijîjkî, dîrok û raznivîsên kevnare berhemên pir girîng dane. Her wiha gelek berhemên kevnare yên zanistî jî wergerandine zimanê erebî.
- Şewq-ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il-Eqlam
(Hêviya Bendewaran Ji Zanistên Vereşandina Raznivîsên Kevnare)
Ji vê pirtûkê du nusxeyên navdar hene:
1. Di Perûkxaneya (Muzeya) Ingilîstanê de û di bin jimareya 440.H.173an de tê parastin. Joseph Hammerî ev nusxe bi kar aniye.
2. Di Pirtûkxaneya Alî Sipahsalar a li Têranê de tê parastin. Iyad Xalid Ettabbaa di 1995an de rastî vê nusxeyê hatiye û li ser wê lêkolîneke berfireh amade kiriye.[4]
Gelek rojhilatnas û zanyaran di vereşandina nivîsarên kevnare de ji vê berhemê sûd wergirtine. Ev pirtûk di rûpela 131an de behsa kurdan û keldaniyan dike. Her wiha alfabeyeke zimanê kurdî jî nîşan dide. Em ê pêşiyê vê beşa têkildar wergerînin û paşê jî binirxînin:
“Heçî ku keldanî ne ew zanatirên heyama xwe bûne. Kurdên pêşîn xwestine ku bi wan re têkevin pêşbaziyê û qayişkêşanê. Lêbelê ji erdê hetanî esmanê heftan cudahî di navbera her duyan de heye. Pisporiya kurdên pêşîn derheqa zanistên çandiyarî û reheknasiyê (ziraet û botanîkê) de bûye. Li gorî angaşta wan ew neviyên Bînûşad in. Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrit û Rûpela Qûsamî di destên wan de ne. Her çi hebe li gorî angaşta wan zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Dana gihiştiye ber destên wan. Her çiqas ew bibêjin ku em bi cadûbazî û tilismeyan dizanin jî rastî ne wisan e. Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.” [Rûpel 131-132 ji nusxeya Joseph Hammerî]
Ibn Wehşiye piştî vê gotina xwe du heb nimûneyên alfabeya keldaniyan dide û derbasî mijara alfabeya kurdan dibe:
“Ev jî cureyekî nivîsê yî kevnenivîsan e û hinek tîpên wê ji şêweyên tîpan vediqetin. Li gorî angaşt û amajeya kurdan Bînûşad û Masî Soratî ev alfabe bi kar anîne. Her wiha hemû zanyarî û hunerên wan her duyan bi vê alfabeyê bûne. Wekî ku tu jî dibînî ev alfabe bi awayê jêrîn e:

Ew tîpên mayî jî em di tu ziman û alfabeyê de rastî hevber û hevdengên wan nehatine. Ev tîp pir sosret û gelekî balkêş in. Min bi vê cureyê nivîsê li Bexda û Nawosê nêzikî sî pirtûkî dîtin. Ji wan pirtûkan li Şamê du heb li ba min hebûn. Yek derheqa çandina tirî û xurmeyan de bû û ya din jî derheqa avnasiyê, derxistin û bidestxistina avên ku çavkaniyên wan nediyar in de bû. Ji bo faydeya mirovahiyê min ew ji zimanê kurdan wergerandin ser zimanê erebî. Min berê ew temam nekiribûn; lê piştî bîst û yek salan Xwedê ji min re hêsa kir û min ew vereşandin û kemilandin. Pesn ji bo Xwedê be ku daxwaz û mebesta me bi cih hat. Min ew bexişandin pirtûkxaneya Cenabê Mîrê Bawermendan Evdilmelikê Kurê Merwanî. Xwedê kamraniya dewleta wî lê nîşan bide. Stûna olê jî bi hêza milk û siltaneta wî xurtir bike. Roja pêncşema pîroz a sisiyê meha remezanê, sala 241an. Pesn tenê ji bo Xwedê ye. Dawî li pirtûkê hat.”[Rûpel 134-135 ji nusxeya Joseph Hammerî]
NIRXANDINA TEKSTA WERGERANDÎ
- “Heçî ku keldanî ne ew zanatirên heyama xwe bûne. Kurdên pêşîn xwestine ku bi wan re têkevin pêşbaziyê û qayişkêşanê. Lêbelê ji erdê hetanî esmanê heftan cudahî di navbera her duyan de heye.”
Ibn Wehşiye kesekî nebetî ango kesayeteke ji gelên aramî ye û nijadperestekî Şaristaniya Babilê ye. Li gorî Brockleman Ibn Wehşiyeyî nedipejirand ku kesek bi qasî babiliyan zanatir be; lêbelê zanyariyên wî yên derheqa Şaristaniya Babilê tunebûn. Lewre wî hinek berhem bi destên xwe nivîsandin û zanyariyên yûnanî yên wergerandî jî wekî çavkanî nîşan dan.[5]
- “Pisporiya kurdên pêşîn derheqa zanistên çandiyarî û reheknasiyê (ziraet û botanîkê) de bûye.”
Ibn Wehşiyeyî derbareya çandiyariya gelê nebet de berhemek nivîsiye û ev berhem ji zanyariyên xwe yên bi çanda wergerên yûnanî hûnaye. Diyar e ku berhemeke gelê nebet a berdest tunebûye ku nivîskêr bi xwe berhemek afirandiye. Wekî ew bi xwe jî dibêje çandiyariya gelê kurd û reheknasiya wan ji hemû gelan pêşdetir bûye. Reheknas Ebû Henîfeyê Dînewerî jî delîla vê yekê ye.[6]
- “Li gorî angaşta wan ew neviyên Bînûşad in. Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrit û Rûpela Qûsamî di destên wan de ne. Her çi hebe li gorî angaşta wan zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Dana gihiştiye ber destên wan. Her çiqas ew bibêjin ku em bi cadûbazî û tilismeyan dizanin jî rastî ne wisan e. Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.”
Her çiqas Ibn Wehşiyeyî ji kurdî pirtûk wergerandibin jî bi nankorî dibêje ku ew nezan in, gotinên wan bêbingeh in û gotinên wan ji angaştan derbas nabin. Lêbelê salixên wî nîşan didin ku kurd nifşnas (nesebzan) in û dizanin ku ew neviyên kê ne, kîjan pirtûk gihiştine ber destên wan û zanyariyên wan li ser çi ne. Her wiha sedema înkara Ibn Wehşiyeyî jî di navbera her sê hevokên wî yên dawîn de veşartî ye: “Berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.” Her wekî hûn jî dibînin Ibn Wehşiye ji aliyekî ve gotinên kurdan radigihîne; zengînî û rengîniya çanda kurdan vedibêje. Lêbelê nijadperestiya wî nahêle ku zanist layiqî kurdan bin. Lewre zanyarî û hunerên kurdan dike malê keldaniyan.
- “Ev jî cureyekî nivîsê yî kevnenivîsan e û hinek tîpên wê ji şêweyên tîpan vediqetin. Li gorî angaşt û amajeya kurdan Bînûşad û Masî Soratî ev alfabe bi kar anîne. Her wiha hemû zanyarî û hunerên wan her duyan bi vê alfabeyê bûne.”
Ibn Wehşiye dipejirîne ku alfabeya kurdan xweser e û dengnasiya zimanê kurdî ji ya zimanên din vediqete. Her wiha bav û kalên wan hemû zanyariyên xwe bi vê alfabeyê vegotine. Lêbelê cardin nijadperestiya wî nahêle ku bibêje ev salixên kurdan rast in. Bi rastî nakokî ne di gotinên kurdan de bûye. Nakokî di vî zanyarê nijadperest de bûye.
- “Ew tîpên mayî jî em di tu ziman û alfabeyê de rastî hevber û hevdengên wan nehatine. Ev tîp pir sosret û gelekî balkêş in. Min bi vê cureyê nivîsê li Bexda û Nawosê nêzikî sî pirtûkî dîtin. Ji wan pirtûkan li Şamê du heb li ba min hebûn. Yek derheqa çandina tirî û xurmeyan de bû û ya din jî derheqa avnasiyê, derxistin û bidestxistina avên ku çavkaniyên wan nediyar in de bû. Ji bo faydeya mirovahiyê min ew ji zimanê kurdan wergerandin ser zimanê erebî”
Wergêrê pirtûkên kurdî Ibn Wehşiye rastî gelek pirtûkên kurdî hatibe û ji wan hinek wergerandibin jî ew gotinên wî yên berê mirovî matmayî dihêlin. Heke di zimanên ku Ibn Wehşiyeyî dizanibû de ev zanyarî hebûna -bi texmîna min- wî ev pirtûkên kurdî wernedigerandin.
- “Min berê ew temam nekiribûn; lê piştî bîst û yek salan Xwedê ji min re hêsa kir û min ew vereşandin û kemilandin. Pesn ji bo Xwedê be ku daxwaz û mebesta me bi cih hat. Min ew bexişandin pirtûkxaneya Cenabê Mîrê Bawermendan Evdilmelikê Kurê Merwanî. Xwedê kamraniya dewleta wî lê nîşan bide. Stûna olê jî bi hêza milk û siltaneta wî xurtir bike. Roja pêncşema pîroz a sisiyê meha remezanê, sala 241an. Pesn tenê ji bo Xwedê ye. Dawî li pirtûkê hat.”
Wergêrê pirtûkên kurdî Ibn Wehşiye di 21 salan de roja sisiyê remezana sala 241ê koçî de vereşandina van berheman temam dike û dibexşîne pirtûkxaneya emewî. Diyar e ku ev berhem gelekî berfireh û dijwar bûne û lewre ewqas dem hildaye. Lê her çi hebe jî cardin spasî ji bo Ibn Wehşiye, John Hammer û Iyad Xalid ji bo xebatên wan ên zanistî.
PÊŞNIYAREK JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURD
Li ser rûyê erdê gelek netewe bi alfabeyên xwe yên neteweyî dinvîsin. Dewletên Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Latîn, Kanada, piraniya dewletên ewropî û hinek dewletên asyayî alfabeya latînî bi kar tînin. Ji aliyekî ve jî gelek dewlet jî alfabeyên xwe yên neteweyî bi kar tînin. Wekî nimûne çînî, rûsî, gurcistanî, ermenistanî, israîlî, ereb, korî, japonî, etyopyayî, yûnanî, hindistanî û taylandî alfabeyên xwe yên neteweyî bi kar tînin. Gava mirov li dîroka alfabeyên wan dinêre mirov dibîne ku wan ev alfabe bi pêş xistine û teşeyên nû û hêsantir dane alfabeyên xwe.
Di vê alfabeya me ya kevn de bi têra dengên me ango 37 tîp hene. Min ew li gorî daneyên heyî rêz kirin û şûna hinekan guherandin. Ew tîpên ku Ibn Wehşiyeyî daye ber hinek tîpên erebî bi kêrî me hatin û hinekên wan jî li derve man. Min jî ew tîpên zêde dan ber wan dengên me yên ku Ibn Wehşiyeyî nîşan nedane. Bi vî awayî hema hema pirsgrêka hinek dengên me yên windabûyî jî çareser bû. Ev pêşniyara min muhtacî nîqaş, lêkolîn û rexneyan e. Her wiha grafîkerên kurd dikarin tîpan bigihînin asteke bedewtir û hêsantir jî.

[1] Joseph Hammer, Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr Bin Wahshih, London, 1806 (Ashmolean Oxford Museum, 8 Jul 1962, Barkoda wê: 302079777%, jimareya tomarkirinê: 381.2 Ham)
[4] Iyad Xalid Ettabbaa, Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we meehû kitabu Şewq-ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il-Eqlam Libni Wehşiye Ennebetî, weşana Dar-ul-Fikr, Şam, Sûriye, 2003, ISBN: 1-59239-041-2
[5] Bnr. berhema navbihurî; rûpel 127
[6] Bnr. Bal Ve Balarisi Kitabi, Ebû Henîfeyê Dînewerî, wergera tirkî Umîd Demîrhan, weşanên Hîvdayê, Stenbol.