-
Kategorî: Rojen Barnas
Li ser pişta Îsa MesîhXaç, işkence û azar û nimaya mirinêEw çend giran e, ku bê alîkarî û bê zor û zerpê
Merivek bi tenê serî dernaxe
Di binê barê wî de
Bi hilgirtinê
Xiftan û kulahê seydayê keşe
Ji hevrîşimê xalis, bi gulên xaçîn
Xaçên lê, ji zîv û zer kişandî.
Wisa ku dilê zêrîngera lê dibije
Anjel, cîrana min, maşella!
Dilopa hingiv û takrihana têr-av
Di gerdenê de xaçek zêrîn
Qaşeke yaqût di nav.
Heryek bi awakî xaçe xwe
Hildigire, diğerine.
Ji bo hina azar û işkence
Ji bo hina xeml û rûmet.