20 | 05 | 2012

Ronakbîrên ku naxwazin li welatê xwe bijîn

Min nuha di Dunya TV-ê da li hevpeyvîna Dr. Tarik Zîya Ekîncî guhdarî kir. Heta nuha min wisa texmîn dikir ku birêz Ekîncî li Diyarbekrê dijî.

Lê di vê programê da ez fêr bûm ku ew jî ji dêlî Kurdistanê Tirkiye û ji dêlî Diyarrbekrê Stenbol tercîh kiriye.


Birêz Ekîncî, di programê da gazin ji salên sirgûniya Parîsê (1982-1989) ya mecbûrî kir, got sirgûnî pir zor e û pir ne xweş e.
Lê nuha jî bêyî mecbûriye wî bi kêfî xwe sirgûn kiriye, lê vê yekê jî weke sirgûn nabîne.

Tiştekî pir ecêb e siyasetmedar û ronakbîrên kurdên Kurdistana bakur bi piraniyeke mezin naxwazin li Kurdistanê bijîn, berê wan tim li Tirkiyê ye.

Loma jî bajarên Kurdistana Tirkiyê weke Silêmaniyê û Mehabadê tu carî nebûne merkezên siyasî, kulturî û edebî. Çimkî ne kesên xwedî sermiya û ne jî kesên xwedî "meju" nexwestine li Kurdistanê bimînin, tim koçî Tirkiyê kirine.

Ji dema Osmaniyan da ye dewletê bi darê zorê siyasetmedar û ronakbîrên kurd tim sirgûnî nava tirkan kirine; ji bo ku ne di nava gelê xwe da bin, ji bo ku ji gel qut bibin, tesîr û giraniya wan li ser milet çênebe.

Lê eynî siyasetmedar û ronakbîr gava ne mecbûr bûne, îcar wan bi xwe sirgûna nava tirkan tercîh kirine, tu carî nexwestine li welatê xwe û di nava gelê xwe da bijîn û li wlatê xwe bimrin.

Nuha bi sedan siyasetmedar û ronakbîrên kurd kêfî li Tirkiyê û di nava tirkan da dijîn, naxwazin li welatê xwe û di nava gelê xwe da bijîn.

Hemû gazinan ji sirgûna dewletê dikin lê dema dewlet wan sirgûn neke jî ew vi xwe sirgûnê hildibojêrin.

Ji bo piraniya siyasetmedar û ronakbîrên kurd welat û ciyê jiyanê tu carî nebûye tercîheke siyasî, rehetiya wan ya şexsî tim ji berpirsiyariya wan ya siyasî girîngtir bûye.
Loma jî hema hema hemû serok, siyasetmedar, ronakbîrên kurd yên ku kanibin li Tirkiyê bijîn Anqereyê, Stenbolê û hin bajarên din hildibijêrin. Tu carî nafikirin ku dibê li welatê xwe bijîn û di nava gelê xwe da bin.

Şexsiyetên wek Tarik Ziya Ekîncî, Nacî Kutlay, Kemal Burkay û bi sedan kesên weke wan dibê nuha li welatê xwe, di nava gelê xwe da bûna. Bi hebûn û jiyanên xwe jiyana siyasî û kulturî ya bajarên Kurrdistanê geştir û dewlementir bikirana…

Lê mixabin wiha nakin, sirgûniya di nava tirkan da tercîh dikin û tew belkî jî jiyana li Tirkiyê weke sirgûnê jî qebûl nakin…