07 | 02 | 2012

Mirin û medya

A sosret ev e; zarokek 14 salî bi derbek li piştê tê kuştin û ev yek weka tiştek ji rêzê û nemuhîm tê dîtin, ev sosret e.

Mehmet Nurî bi derbek li pişta wî kuştine.

Ev nûçe ji aliyê ajansa ve hate belavkirin, wênekêşên rojnameyan wêneyên malbat û cenazeyê wî kişandin. Ev nûça mirinê gihaşt hemû rojnameyên Tirkiyeyê lê ji bilî Tarafê rojnameyekê jî weneşand.

Kuştina zarokek kurd bi derbek li pişta wî, hejayî nûçeyekê nehate dîtin.

Ya dibe sedemê hêrsbûn û serhildana însanan; ev xemsarî ye, bêdengiya li hemberî êş û mirina wa ye, nebiserketina hewarê û qêrînê û hesabpirsîna kiryarên hemberî wa ye.

Zaroka te tê kuştin, kes li derdê te gohdarî nake.

Mehmet Nurîyê 14 salî li ser erd nehatiye kuştin.

Bi şev tevî çar gundiyên xwe bo ji Îranê mazotê bînin, bi hespan derketine rê.

Wan dê herhal tenekeyên bi kurtanê hespê wan girêdayî, bi mazotê dagirta û bianiya li van dera bifrota û çend kuriş qezenc bikira.

Lê bo vî ‘sucê’ giran, wext jî nedîtine.

Piştî ji gund derketine pêncsed metre şunda leqayî eskeran bû ne û ji tirsa ber bi gundê xwe ve reviyane.

Dema reviyane eskeran li ser wan reşandiye û Mehmet Nurîye kuştine.

Ma cezayê çend teneke mazot ev e? Ceza kuştin e?

Ma kuştina vî zarokî ji kesî re ne xem e, kes bi kuştina wî eleqedar nabe?

Ma kuştina zarokên kurd parçeyek ’xwezayî’ ji jiayna me ye?

Dibe ku medya welatekî li hemberî ‘mirinê’ ewqasî ker be?

Ma ev welat tenê ji deverên rojava pêk tê?

Ez zarok bûm,Fîkret Otyam dramayên ‘qaçaxçiyên sînoran’ dinivisand. Ez kal bûm hê jî bo tenkeyek mazot zarok li ser sînoran tên kuştin.

Belengezê min sînor jî derbas nekiriye.

Biserneketiye ku ‘sucê’ xwe jî bike.

Ji sedemê tenekeyên vala yên bi kurtanê hespa wî ve daleqandî hatiye kuştin.

Û medya welê ‘mezin’ nebihîstiye, pê nelebitiye.

Yunus Emre nivisandibû; ‘bila bêjin belengazek mir’. Di ser de heftsed sal derbas bû, nikarin bêjin; ‘belengazek mir’, xwe dihejînin û berê xwe diguherînin.

Heger ê tê kuştin zarokek kurd, ê dikuje eskerek tirk be, çima medya tirk vê yekê bike nûçe?Çima qêrîn û gaziya bavê wî bibîhîze?

Paşê dipirsin bê çima kurd dertên çiyê.

Însan dixwaze ku qêrîna wî bê bihîstin, dixwaze bibîhize ku gaziya wî hatiye bihîstin. Ji Qêrîna xwe re bersîvek, ji derdê xwe re derman ji qedera xwe re şirîkek dixwaze.

Xwedê zane çend zarok li wan deveran tên kuştin. Heger rojnameya me pê hesiya dike nûçe, pê nehesiya ew zarok bêdeng tên veşartin.

***

Mehmet Nurîyî kuştin.

Bo çend teneke mazot wî xistin bin erdê.

Rûmetek nedan jiyana wî, mirina wî nebihîstin.

Kurd dimrin, ji bo mirina wan nebihîzin; tirk ker dibin, seqet dibin.

Yên mirî, seqet, tên kuştin û binax dibin zarokên kurd in.

Welatê em li serê dijîn û bo neyê guhertin diber xwe didin ev welat e.

 

Wergera ji tirkî: M.Şefîq ONCU

Ji NetKurd hatiye girtin