-
Kategorî: Umîd Demîrhan
-Kehaneta Cadûbazê Firewinî, Bêrûmetiya Ebû Rexalê Ereban, Agirê Şerê Romê Û Tatêla Hêkêrûnê Ya Cehşan-
Rehmet li gora pêşiyan be; di hinek waran de ji me re mafê axaftinê nehiştine.Mebesta min ew gotina wan a ku dibêje: “Agir li loda yekî ketiye û yekî jî gotiye: Êgir danemirînin da ku hêkêrûnekê li ser bipijînim.”
Di heyamên berê de firewinên Misirê ji cadûbazan şêwirmend dibijartin. Van cadûbazan kehanetên pêşerojê pêşkêşî firewinan dikirin û çareserî pêşniyar dikirin. Dema ku cihûd bi awayekî balkêş li hev zêde bûn û xwe birêxistin kirin biryara cadûbazan ew bû ku hemû zarokên kurîn ên cihûdan bên serjêkirin û fuhûş li ser jinên cihûdan bê ferzkirin. Lêbelê filîtîna Mûsayê Cihûd û mezinbûna wî ya di koşka Firewin de dawî li vê rewşa kambax anî. Di raçavkirin û mêjandina Mûsayê cihûd de birêxistinbûna jina cihûd ewqasî aşîkar e ku mirov dibêje gelekî ku jinên wî ewqasî jêhatî ne tu carî di bin nîrê dagirkerekî de napirçiqin.
Ebreheyê Hebeşî dixwaze ku qedrê Kehbeya ereban daxîne: Lewre dêreke gewre li Yemenê dide çêkirin da ku ereban kaşî wê derê ke. Lêbelê erebekî gundî vê helwesta Ebreheyî protesto dike û di nava vê dêrê de gemara xwe dihêle. Ebrehe eniya şerekî dijwar li dijî ereban vedike û berê xwe dide rûxandina Kehbeyê. Lêbelê artêşa Ebreheyî ya ku erdnîgariya Girava Ereban nizane ji xwe re rêzanekî ereb î bi navê Ebû Rexal kirê dike û bi rê dikeve. Dema ku artêş ji aliyê teyrên Ebabîl ve têk diçe di nav de Ebû Rexal jî dimire. Îroj miroj e ereb gora wî Ebû Rexalî kevir dikin û madalyaya kevirên şermezarkirinê diavêjin stûyê her kesê xwefiroş.
Roma Reş di van heyamên dawîn de bi kehaneta cadûbazên nijadperest gihiştine wê biryarê ku ji 7 saliyan hetanî 77 saliyan xîreta mêrê kurd bişkênin. Bi vî awayî kurdan terorîze dikin, hinekên wan radikine çiyayan û rasterast dikujin; hinekên wan jî ditepisînin qulikên zindanan û dirizînin; yên mayî jî dibişivînin û teşeyeke nû didin genetîka wan. Lêbelê aşkera ye ku hişyarbûna kurdan û berxwedana wan dê vê neheqiyê di ava Firatê de bixeniqîne.
Artêşa pêşîn a Roma Reş a ku gelê Dêrsimê bi gazê di şkeftan de fetisand û ji qûçên cendekan lod çêkir êdî ji aliyê her kesî ve tê lehnetkirin. Artêşa hera dawîn a Roma Reş jî erdnîgariya Kurdistanê vegerandiye Gazistanê. Çi aşkera çi veşartî hemû hêz û rêza xwe daye gazê. Gaza îranî di ber çavên kurdan re û bi ser erdê wan re derbas dike û dibe Stenbolê. Çekên gazî yên Amerîka û Koreya Başûr jî derbasî kolan û malên kurdan dike. Ava kurdan li cem cînarên kurdan bazar dike û heman avê digel jehrê berdide ser kurdan. Metabolîzmaya maran mekanîzmaya jehrî derxistiye holê. Êdî ev mar çi bixwe jî jehr vedireşe. Her buhist erdê kurdan bi gaza jehrî tê avdan, her bertek bi gaza jehrî tê perçiqandin, her destê aştiyê bi peyvên jehrîn li hewayê tê hiştin, ji esmanan jehr tê barandin, kuştî di çalên jehrîn de tên helandin, mêrxas bi jehrê tên kuştin û dawî li vê lîsteya jehrîn nayê.
Di vê karesata ku hatiye serê kurdan de tatêlek ketiye dil û hinavên cehşan. Agirek bi loda destkeftiyên kurdan ketiye; asta holepîtên berxwedanê gihiştiye ber erşê esmanan û cehş jî ketine heyra pijandina hêkerûnekê. Desthilatdarên romî bi kehaneta cadûbazên biyanî biryar dane ku koka zarokên kurîn ên kurdan biqelînin û riya debara jinan jî li ser fuhşê vekin. Lêbelê di vê berxwedana kurdan a nûjen de keda jina rêxistinkirî ewqasî aşkera ye ku ev cehşên herêmî dê nikaribin hêkerûna xwe li ser destkeftiyên kurdan bipijînin. Ez bawer dikim ku rewşa cehşên herêmî ji rewşa Ebû Rexalê ereban kambaxtir e. Ji ber ku erebên nûjen jî êdî tê gihiştin ku desthilatdarên wan sererd û binerda wan ji bo berjewendiyên xwe qurbanî xwestekên biyaniyan kirine. Lewre dest bi şoreşekê kirine û gav bi gav ber bi serkeftinan dimeşin.
Îro gelek kes û nekes ketine heyra berjewendiyên xwe yên kesane; sererd û binerda kurdan radestî axayên xwe dikin; riyên ku dagirker nizanin ew bi dilsozî nîşanî wan didin; ji bo kûtekî nepijî zeviyên gelên xwe agirdadayî dikin; guhên xwe ji nalenala mirovan re digirin û xwêyê datînin ser birînên wan; dûmana ku ji erdnîgariya bav û kalên wan rabide nagihêje xaniyên wan ên ewle. Xîreta mêrên van kes û nekesên ji mirinê filitî naşibihe xîreta Mûsayê Cihûd û rêxistina jinên wan ên jîr jî di xizmeta firewinan de ye. Ebreheyê rûreş artêşek şandiye ser Amedê da ku berê kurdan bide Projeya Zirdînkî Ya Stenbolê an jî Projeya Zirdînkî Ya Enqereyê û ev kes-nekes bi berginda qeyxaneyekê alîkariyê didin avakirina Gazistanê; bi vê bêrûmetiyê ji Ebû Rexalî derbas kirine û erdê Kurdistanê radixin ber piyên dagirkeran.
Gelo çareyek ji vê kambaxiya pêkhatî re tuneye? Helbet heye. Divê kurd demildest dest bi perwerdekirina xwe bikin; zimanê xwe yê yekgirtî pêk bînin û heta ku ji destên wan tê zimanên dagirkeran di nava xwe de qedexe bikin. Dema ku dagirkerek derdikeve sûqa kurdan bila xwe biyanî bihesibîne; di nava kurdan de tenêtiyê bikişîne. Çawa ku tevgerek ji kadroyeke pêşeng dest pê dike û paşê bi hinek rêzikên navxweyî rêxistina xwe bi pêş ve dibe divê gelê kurd jî alfabeya xwe ya rêxistinî li ser hîmê zimanê kurdî dayne. Di vê meşa dûr û dirêj de rola dîplomasiyê pir girîng e. Divê her kurdekî dîasporayê wekî balyozekî çand û berjewendiyên kurdan bixebite. Ji bo afirandina jiyaneke kurdewer divê çavkaniyên vê jiyanê yên kurdî bên afirandin. Zimanên biyanî yên deynkirî her tim exlaqê xwediyên xwe dikêşin. Wekî nimûne zimanê tirkî xeysetên Cengizxanê Teterî yên birakujiyê gihandiye dema Fatih Sultanê Osmanî û birakujî bûye qanûneke rêvebiriyê. Ev qanûn hê hê jî li ser kar e û bereketa wê di ser tirkan de dibare.
Bi hêviya ku cadûbazên me yên herêmî jî wekî cadûbazên firewinî rastiya gelên bindest bibînin; bê hêviya ku hemû cehşên herêmî heta hetayê bên kevirkirin û lehnetkirin; bi hêviya ku ev agirê romiyan ê vêketî bi ava Erez, Dicle û Firatê damire; bi hêviya ku hêkerûna cehşên me yên herêmî bi serkeftina gelê me di ber wan de bibe ziqûm; bi hêviya ku ev havîn bi xebateke sivik bigihêje encameke serkeftinê ya bêhevta.