-
Kategorî: Seîdê Ûsif
William Kentridge ji 1970’yî bi vir de, bi berhemên xwe yên wêneyên qelemrejî, (charcoal) piresê û anîmasyonên ku bi qelemrejiyê çêkiriye û ji xeynî van jî bi derhênerî, bi xebatên şano û berhemên operayê tê nasîn. Di hemû berhemên wî de bandora cûdahiya-nijadî (apartheid) ya li Efriqaya Başûr tê dîtin. Tawanbarî, stûxwarkirin, travma, mikurhatin, azadberdan û başbûyîn di xebatên Kentridge de mijarên sereke yên ku hatine strandin û şîrovekirin in. Kentridge ji malbateke parêzgeran ya ku xwe fedayî têkoşîna li hember nijadperestiyê kirine, tê. Kentridge bi eslê xwe, ji aliyekî ve Cihûyê Elmanî ye, ji aliyê din ve jî Lîtwanî ye û kalikên Kentridge di dawiya 1880’an de li Efriqaya Başûr bi cî bûne.
|

|
|
William Kentridge
|
Di nav nîqaşên pirçandî, cudahiyê (pirsgirêka “ên din” de) û destpêkirina nîqaşên der heqê pirsgirêkên herêmî û çandî de, Kentridge di 1990î de di qada navnetewî de cihê xwe yê di nav hunera dinyayê de girt. Di xebatên wî de bi piranî şopên peyitandina pêvajoya îro û bandora hunera çîrokên Efrikqayê tên dîtin. Di hunera Kentridge de an jî di teşegirtina (modêlgirtina) wî ya çandî de, wekî hemû hunermendên Efrîqaya Başûr, feraseta çanda Ewropayê he ye.
Gerem berhemên Kentridgeên di nav Ekspresyonizmê (Vegotin) de bidin aliyekî, sedemên nasîna wî ya di nav qada navnetewî de em dikarin bi du tiştan vebêjin. A yekem, bikaranîna malzemeyê wî yê melez û pevgihandina (anîna-bahev) tiştên kevneşop û nûjen e. A duyem jî, piştî nijadperestiya li Efrîqaya Başûr navdarbûna wî ya di qada navnetewî de weke henermendê navdartirîn e.
William Kentridge hunermendekî politîk e. Dema ku em li naveroka berhem, gotin û nêrînên wî binêrin, em ê bibînin ku nasnameyeke wî ya politîk he ye. Kentridge’ê ku di nav wê tevliheviya polîtîkaya Efriqaya Başûr de jiyaye, wê wiha tîne zimên: “Min tu caran wêne li ser cudahiya-nijadî çê nekirin; lê fîlm û wêneyên min her tim xwe bi meylbûyina li ser şîdeta di civakê de xwedî kirine. Ez her tim bi hunera politik re eleqadar bûme. Em dikarin ji vê re nepenî, nakokî, seknên temamnebûyî û encamên hunera nemîsoger jî bibêjin. Mirovan li şûna di nav vê dinyaya ku bi şer û hilweşînê karakterîzebûyî de bijîn, tercihên xwe li ser têkoşineke politîk dikirin.” Bi rastî jî gelek herêmên din yê wek mînaka Efriqaya Başûr, hemqeder in.
Hema hema herkes dizane ku têkiliya pêşxistina hunerê, bêgûman, bi girêdayîbûna îdeolojîk û politîk an jî bi guhertina fikrên rojane yên mirovan û bi têkiliya qesewetên civakî re he ye. Jixwe ev jî baş tê zanîn ku her hunermend di dema xwe de ketiye nav xemxuriyeke civakî. Ji ber ku huner rastiya jiyana wê demê ji me re terîf dike. Hunermendekî/e ku xwe li derveyî pêvajoya wê demê bigire, ew, berhemên hunerê ji jiyanê cuda digire. Berhemên hunerê bi bicîanîna peywira xwe, sekna hunermend a li hember jiyanê diyar dike. Dema ku em ji nêz ve li wêneyên Kentridge binêrin em ê bi awayekî eşkere van hemû tiştan bibînin.
Dema ku em li ser formê wênandina Kentridge hûr bibin, em ê şopên Ekspresyonizma Elman, mînak; Max Beckmann, Otto Dix û yên din bibînin. Taybetiyeke din a Kentridge jî ev e ku, wî tu caran xwe nêzî hunerên kevneşop yê mînor nekiriye. Di heman demê de, di şûna pêkanîna ahengiya melzemeya klasîk û teknîkên kevneşopiya boyaxa zeytî de, tercîha (hevyaz) xwe bi piranî li bikaranîna qelemrejî û komira li ser kaxezê kiriye.“Dema ku ez xwendekar bûm, dihat fikirîn ku, wênesazekî rastîn divê bi boyaxa zeytî bixebite. A rast ez jî wiha difikirîm. Dema ku ez ji bo hostebûnê di nav vê boyaxa zeytî ya teknîka bêderfet de dixebitîm, min dest bi mijûliya xêzên qelemrejiyê kir; lê veya amedeyî bû û vana ne xebatên rastîn bûn. Ez bi salan li ser xêzandina qelemrejiyê xebitîm û haya min jê çêbû ku ew xêzandin, ji bo min wek cureyeke destnivîsê, qidûma bideng-fikirînê bû. Hewce nedikir ku ez hîn bêhtir li ser boyaxa zeytî bifikirim. Ji ber ku vê teknîka (qelemrêjî, komir) ji bo min pir rihetir bû û min ew bêtir nêzî xwe dît. Bi rastî ger min van xebatên xwe bi teknîkeke din çê kiribana, dê bê îmkan bûna.”
 |
|
“Felixê Sirgûn Bûyî” (Kîtekît), Her Yek Jê 45x54, Li Ser Kaxez Qelemrejî, Pastel, Guaj, 1994
|
Di hevpeyvîna ku bi Carolyn Chirstov-Bakargiev re kirî de, Kentridge dibêje; her tişt wêne ye û wêne jî cureyeke forma zanînê ye. “Em çawa dikarin ji tiştekî re bibêjin ev wêne ye? Dema ku em xwe li vê pirsê bigerînin, divê em hinek tiştan bi hev dû bidin miqayese kirin (berawird). Wêne ji bo min tebîetek e (xûyek e). Berî her tiştî gihaştina hêma yê pêvajoyek e; ne gaveke tenê ye. Ji ber vê min karê wenêyê ji xwe re kiriye xûyek. Dibe ku hestên we nediyar bin ku hûnê ewilî di der heqê çi de xêz bikin, lê tişt di nava pêvajoyekê de tên avakirin û hûn di vê pêvajoyê de dikarin gelek tiştan biguherînin, têkûz bikin an jî hûn dikarin bi tevahî belav bikin. Wêne, zemîna testkirina fikran e. (ideas) Mîna fotografekî di carekê de dernakeve holê. Ger hûn bixwazin wêneyekî, mîsoger çê bikin, divê hûn berî her tiştî fikran ava bikin.”
Kenrtridge, di xebatên xwe de ketiye pey kişfkirina sînorên di navbera bîr, jibîrkirin, xêzandin û jêbirinê. Ji nû ve xêzkirin û jêbirin, tê wateya çalakiyeke bikaranîna bîrê. Pêvajoya wênandinê, weke bîra dîtbarî (visual) ya rabirdûya wêneyê bi xwe ye. Ev jî tê vê wateyê; her wekî me berî niha jî gotibû, “jibîrkirin” û “bibîranîn” ne têgehên ji hev cuda ne, beravajî vê, ew têgeh tim li cem hevdu ne û ji hev nayên qutkirin. Ev, hem ji mirovan lêpirsîna bîra dirokî dike û hem jî dixwaze bi me bide nimandin ku “jibîrkirin” û “bibîranîn” çalakiyeke zanistî ye.
Kentridge bi qasî bikaranîna teknîkê, tercîhkirina mijarê jî girîng dibîne. Ji ber ku jiyana xwe vediguherîne hêmayên hunerê. Kentridge, di anîmasyona xwe ya bi navê “WEIGHING… and WANTING” (Wezinandin… û Xwestin) (1998) de qala xaniyên modernîst ê li banliyoya (berbajar) Johannesburgê dike. Kentridge di vê anîmasyona xwe de xaniyê karakterê xwe yê esas Soho Ecksteinê ku destek taximê xetxetî lê ye, dişayesîne. Wekî din Kentridge, bi vî xaniyê modernîst dixwaze balê bikşîne ser fîlmê Sergei Eisenstein ê bi navê “The General Line” (1929).
 |
|
“Leşbîn” (Stereoscope) Her Yek Jê 120x160 cm. Li Ser Kaxez Qelemrejî û Pastel, 1998–99
|
 |
|
“Wezinandin… û Xwestin”, 120x160 cm. Li Ser Kaxez Qelemrejî û Pastel, 1997–98
|
 |
|
“Piştî Parîsê Bajarê Herî Mezin, Johannesburg” ” Her Yek Jê 120x150 Li Ser Kaxez Qelemrejî, 1989
|
 |
“Ubu Rastiyê Dibêje” Xebata Bicîhkirinê (Installation) 35mm Anîmasyon, Sîh Heb Wêneyên Qelemrejî Li Ser Kaxez,(Koleksiyona Galeri ya Tateyê, London)
|
Kentridge dibêje ku hestiyariyên ku di xebatên wî de cî digirin, tekiliyên wan bi bîranînên wî ê zarokatiyê re he ne. Di nav dîmenên mahfbûyî, laşên birîndar, alavên ragihandinê ku modeya wan bihuriye (telefonên bakalît, megafon, hoparlorên (dengweş) wekî yê stadyûman) de û di nav gerdûniya alavên pîvandinê (teodolit, sekstan) de hêdî hêdî lehengên anîmasyonê pêşdikevin û bi van xêzikên anîmasyonê jiyaneke bi wate tê hîskirin. Di anîmasyonên Kentridge de, di gelek cihan de sembolkirina jiyana xweser tê dîtin. Li hin deran jiyana karkerên madenê û deshilatdariya burjûvaziya ku li Efriqaya Başûr piştgiriyê dide cudahiya nijadperestiyê û di aliyekî din de jî serhildanên karkeran û bêtehemuliya serdestên burjûvayan di anîmasyona wî ya “Bought Half of Johannesburg” (Kirîna Nîvê Johannesburgê) de eşkere tê dîtin. Her çiqas anîmasyonên Kentridge bi zehmetî werin çê kirin jî, mirov dema ku hemûyan bide ber çavên xwe, wê bibîne ku van hemû anîmasyonan wekî xebateke bitûn in.
“Weke minak ez bêjim; wexta ku ez wêneyê telefonekê çê bikim, telefona ku ez wê xêz bikim herkes dizane ku ew ne telefoneke bêrikê ye, lê difikirin ku ez ê telefoneke bakalît ku di 1950 de mayî, xêz bikim. Hal ev e ku, di fîlmên min yên dawîn de, mmînak di xebata 1998-1999 “Stereoscope” (Leşbîn) de, dibe ku alavên ku min bikaranîbûn kevin bin lê bikaranîna wan gelekî nûjen e “
Aliyê Kentridge yê ku wî ji hemdemên wî vediqetîne, li hinda wêne û anîmasyonên wî, dewlemendiya hêmayên hevgirtina misogeriyê ye. Hunera Kentridge, di cidiyeta her du disîplînan de xwediyê temambûneke teqez e. Ji ber ku Kentridge dixwaze destwerdanekê ji der ve de (ji beşên din de) li wêneyên xwe bike û ev jî li gor wî xebatên wî dewlementir dike.
Kentridge dixwaze bi wênandina menzereyê (Landscape) re dîrokê kişf bike û bi vê jî dîroka ku menzereyê veşartî ye, derxîne ber çavan. Di heman demê de Kentridge menzereya klasîk a ku em dizanin, dixwaze wê bi awayekî nû çê bike û li şûna peysajên utopîk ên dûr, peyasajên herêmî yê ku em dizanin pêk bîne. Ji ber ku mirov li hember peysajên pevbestî (fiction) hewqas bê çare dimîne ku mecbûre li hember van peysajên pevbestî rastiya wan bifikire. Di xebatên dûzîneya bi navê “Peysajên Kolonyal” de (1995–1996) hêmayên biyanî baş tên dîtin.
 |
| “Wezinandin… û Xwestin”, 120x160 cm. 75x106 cm. 55x75 cm. 55x70 cm. Li Ser Kaxez Qelemrejî û Pastel, 1997–98 |
Xebatên Kentridge ên anîmasyonê, ji me re li ser dîroka nêz a Efrîqaya Başûr tiştên zelal dibêjin. Ji aliyê din de, di wêne û anîmasyonên Kentridge de li hember tevliheviya Efrîqaya Başûr û cudahiya nijadperestiyê sekneke îdeolojîk tê dîtin. Domdariya hêmayên Kentridge, bi rastî jî hilberinên bîranîneke rasteqîn in. Di vê dema dûrxistina fonksiyona rexneyî ya di hunerê de Kentridge bi berhemên xwe li hember van hilweşînan bûye xwediyê sekneke bi îstikrar û hertim pratîka hunera xwe domandiye. Bi tevahiya wêneyên xwe, bi hêmayên eşkere, me dikişîne nav berhemên xwe û me jî daxilî wan dike. Di hinek wêne û anîmasyonên xwe de bi motîfên herêmî, wekî mînak; polîsên Efrîqaya Başûr, darên palmiye, mirovên reşik hwd., dixwaze em car din li ser wan bûyerên ku li Efrîqaya Başûr qewimîne bifikirin.
 |
| Willam Kendridge Li Xebatgeha (Wênexane) Xwe Ye. |
Rastiya Efrîqaya Başûr, hunermendên wekî Kentridge bi psîkolojî û şayişên civakî re rû bi rû hiştiye. Hewqas hewldanên Kentridge ên li ser beşên hunerê, belkî jî tenê ji bo afirandina gotinekê ne. Ji ber ku em li kîjan berhemên Kentridge binêrin, wê were dîtin ku berhemên Kentridge belgeya jiyana civakê ne.
Çavkanî:
1- Kataloga William Ketridge, (1999), Axaftina di nav Carolyn Christov-Bakargiev û Willam Kentridge de, Zivistana 1998 London,New York: Weşanên Phaidon
2- Cameron, Dan (1999), A Procession of the Dispossessed, r.31-89,London: Weşanên Phaidon
3- Wilson Lee on William Kentridge, Weighing ... and Wanting, 1997-98. Collection of Michael and Brenda Sandler, courtesy: Galeri ya Hunerê yaOntario
4- Toprak, Rêdî Sait, (2008), Nivîsara Semîra Li Ser William Ketridge, Edene: Zanîngeha Çukurovayê