-
Kategorî: Îrfan Amîda
Dixwazim tişta divê di dawiya vê nivîsê de bêjim di serî de destnîşan bikim û paşê li ser mînakan rawestim. Tişta ku bêjim ev e: Têkiliya wêjeya Kurdî û mekan têkiliyeke qels e. Sedemên vê yekê têkiliya Kurdan û mekan e ku ev têkilî jî di nivîsa hefteya borî de min hinekî şîrove kiribû. Ji ber ku di nava Kurdan de bi piranî yekmekanî heye û ew mekan jî mekaneke metaforîk e, rola mekan ya sînorkêr û bandora wê ya li ser mirovan zêde li ber çavan nayê girtin. Ji loma jî di wêjeya Kurdî de piranî bi awayê metaforîk û hêmayî tê bikar anîn. Ev yek di helbestê de mirov dikare bêje bi gelemperî heye.
Di helbesta Kurdî ya nûjen de mekanên têne bikaranîn û şêwaza bikaranînê, ji bilî hin awarteyan, bi giştî di çarçoveya yekmekaniyê de û metaforîk û hêmayî ye. Kurdistan û çar perçebûyîna wê, gund û valakirin/şewitandina wan, çiya û bajar( Mehabad, Amûdê, Amed, Dêrsim, Helepçe…) ku gişt jî bi rola xwe ya di hişê Kurdan de û bi bûyerên li wan qewimîne têne formulekirin. Helbet di helbestê de dê bikaranîna wan metaforîk û hemayî bin lê mayîna di nava wan sînoran de gelekî razber dike.
Belkî tiştê herî balkêş ya di vê peywendiyê de jî ew e ku helbestkarên di girtîgehê de û yên gerîla ne jî bi heman refleksan tevdigerin. Ligel ku helbestkarî di nav girtiyên kurd de gelekî bipêş ketiye û helbestên xurt û hêja têne nivîsîn jî mirov nikare bahsa têkiliya vê helbestê û girtîgehê formule bike. Hêma û metaforên ku ji ber wî mekanî hatine afirandin gelekî kêm in. Heman tişt di nava helbestkarên gerîla de jî heye. Mirov nikare helbestkarekî/ê wekî helbestkarê/a çiya ya jî girtîgehê nîşan bide.
Helbet têkiliya helbestê û mekan ne têkiliyeke gelekî zelal ya wekî pexşanê û mekan e. Lê di pexşanê de jî têkiliyeke xurt tuneye. Di pexşanê de, çîrok ya jî roman, ji bo ku mekan bi hemû taybetiyên xwe bêne bikar anîn divê mekan baş bê naskirin û problemên di navbera mekan û mirov de, ya bêne formulekirin ya jî bêne çareserkirin.
Çawa Orhan Pamuk ji bo romana xwe ya bi navê “kar” binivîse gelek caran çûbe Qersê û li wir mabe û ji gelek hêlan ve lêkolîn kiribe her wêjevan divê mekanê ku di berhema xwe de dê bi kar bîne divê ji nêz ve bizanibe, bikaribe têkiliya mirov û mekan deşîfre bike.
Ji hêleke din ve jî bandora mekan ya li ser mirov divê bê zanîn lê ev bandora mekan ya li ser mirov bi demê ve jî têkildar e. Heger taybetiyên mekan û dem li hev nekin dê bandora mekan ya li ser mirov û bûyeran jî, bi erênî ya jî neyênî, neyê formulekirin. Bi vî awayî jî, gelek caran, teksta wêjeyî dê ji rastiyê bi dûr bikeve û têkiliyeke anakronîk bê afirandin. Heger ne wekî şêwazeke hunerî anakronîzm bi kar hatibe tê wateya ku mekan elementên mekan û yên li wî mekanî dijîn nayê zanîn. Mînaka herî balkêş ya di pexşana Kurdî de –ku bi tena serê xwe hêjayî analîzkirinê ye di vê pêywendiyê de- “Rojnivîska Spinoza” ya Şener Özmen e. Mekanê sereke yê di romanê de Kurdistan e û wekî yekmekanî hatiye bikaranîn. Ger çiqasî çar mekanên esasî hebin jî ev çarperçebûyîna Kurdistanê ye. Di romana Şener Ozmen de “Zex” ne tenê “Zex” bi giştî Bakurê Kurdistanê ye. wekî her sê perçeyên din. Hê di vegera Yasîn de mirov têkiliya “Zex”ê û “Zex”iyan dibîne. Ev yek ji bo perçeyên din û qerektera wan perçeyan jî derbas dibe. Çawa çarperçebûn di mekanê bingehîn de hebe, di heman demê de, ev herçar mekan yekmekaniyê jî dinimîne. Dîsa di heman demê de, ev rastî ji bo lehengên romanê jî derbas dibe. Têkiliya mekan û mirov, qedera mekan û mirov bi hev ve girêdayî ye. Ji hêla bandora mekan ya li ser afirandina qerektera mirovan jî hêjayî nirxandinê ye. Lê di vê romanê de jî binavkirina mekan metaforîk e û li gorî hiş û bîra Kurdan e, mînîmîzekirin û têkiliyeke normal ya bi mekan re nayê dîtin.
Gelek mînakên din yên ku mirov dikare bide hene helbet. Ji hêleke din ve jî di gelek berheman de jî xuyaye ku beriya hertiştî têkiliya wêjevan ya bi mekan û elementên wan mekanan re û bi zemanê mekan re qels e.
Dibe ku têkiliya Kurdan û mekan têkiliyeke problematîk be û ji ber vêya jî zêde neyê mînîmîze kirin û aşkere neyê bikaranîn lê ji derveyî vêya jî wekî wêjevan têkiliyeke qels heye bi mekan re û tiştê ku problemê kûrtir dike ev e bi ya min.