-
Kategorî: Rojen Barnas
Ku şemitîna stêrkek
Nimaya mirina yekî mezin be;
Herşev ji esmanê me
Stêrk dişemitin bê hijmar.
Ne bêsedem û beyhûde ye,
Ku hêvîdarên siberoj in, em.
Me welatek wer zayok heye
Ranaweste li ber rihistîn tu car.
Neşemitin stêrk bêsedem,
Nexuricin bê şop û bê ronahî.
Xuricîna we dibe azahî
Tov ke li dû xwe, bi kerem.
Ji pirtûka "Milkê Evînê"