-
Kategorî: Ahmet Altan
Gelo çima vê yekê dike?
Serokerkanê artêşê bi gotinên xwe yên bê ûslûb, bê ast û bê nezaket qise dike û dizane ku dîsa bi heman tondiyê ve bersiva wî bihête dayîn, wek serokerkan mûdaxeleya dozen berdewam dike, her wiha ew dîsa dizane ku bi vê kiryara xwe ve ew dê bikeve rewşa tawanbariyê, bihête şermandin û rexnekirin.
Madem dizane, çima berî ku biçe ew her diaxife û xwe dixe van rewşên ecêb?
Gelo tedayiyeke ku em nizanin di ser wî de heye?
Gelo wî mecbûrî axiftinê dikin?
Generalekî ku jibo teqawita wî çil û pênc roj maye, gelo çima di nav daîreya "edeb û adabê" de ji erka xwe venaqete û bi daxûyaniyên wisa ecêb û sosret dixweze li ser dadgehan de tapeseriyekê çê bike?
Çima enerjiya xwe jibo serrastkirina qereqolên wek tûrbeya Xoce Nesredîn bi çar aliyan ve vekiriye xerc nake, jiyana leşkerên li wan qereqolan naparêze, lê enerjiya xwe jibo ku di dozen JÎTEMê de bibe layengîr xerc dike?
Navê serpêlekî ku bi tawanbariya endametiya JÎTEMê û kirariya "failên meçhûl" dihête dadgehkirin dide û wî bi vekirî diparêze; gazindan dihîne ku ew serpêl çima ew qas bi dirêjayî tewqîfkirî maye û îdîa dike ku "şahidên" wê doze jibo delîlkirinê têrê nake.
Eger generalekî bixweze ku serpêlekî bi tawanbarya endametiya JÎTEMê biparêze, dive di derbarê JÎTEMê de jî bi dirûstî biaxife.
Ma ev serokerkanê artêşê di derbarê JÎTEMê de ji gelê xwe re dikare daxûyaniyeke dirûst û rast bide yan na?
Her çi qas artêş bêje jî JÎTEM tuneye, em dizanin ku JÎTEM heye û ev rastî derbasê belgeyên dadgehan bûye û her wiha bordroyên (belgeyên meaşan) endamên JÎTEMê di rojnameyan de hatibû weşandin.
Sererkanê artêşê di derbarê JÎTEMê de derewan dike, niha em dê çawa bi wî bawer bibin ku gotinên wî yên di derbarê serpêlê endamê "rêxistina îlegal" de rast in?
Sererkanê artêşê berî her tişt^1i bila rabe û di derbarê JÎTEMê de rast û dirûst biaxife, rastiyan bêje û paşê xwedî mafekî wisa bibe ku di derbarê dozen wê rêxistinê de biaxife û hin tiştan bêje.
Serokerkanekî ku ew qas pir derewan dike, êdî qet bi gotineke xwe nikare me pê bawer bike.
Jixwe em bawer jî nakin.
Serokerkanê artêşê di derbarê nûhceya ku di rojanmeya me de hatibû weşandin (Plana Çalakiya Îrtîcayî) got, ku ev nûçe ji layê poles bo rojname hatiye serwîs kirin. Qasî ku ez pê dizanim, rast qise nake.
Benim bildiğim kadarıyla doğru söylemiyor.
Ew belge ji poles nehatin.
Gelo serokerkanekî di mijarên ku ew nizane de dikare biaxife, yan jî rastiyê bizanibe jî dikare ew qas bi aşkereyî derewan bike?
Ji layekî din, serokerkan bi gotina "poles" çi dixweze bêje gelo?
Yanê ev belge „rast e" û polês ev belge dît û paşê bo me birêkir?
Yan jî ew dixweze bêje, belge „ne rast e" û ji layê poles hatiye hazirkirin û şandin?
Dixweze ji van nihêrînan kîjan bêje?
Eger ev belge rast e, kî birê dike bila bike, amadekirina wê belgeyê sûc e.
Eger ew belge ne rast e û ji aliyê polêsan „wek belegyeke sexte" hatibe amadekirin, wê çaxê dive ew poles bihêtin girtin û dadgehkirin.
Eger serokerkanê artêşê difikire ku ew belge rast e, dive xwediyê wê belgeyê bide darizandin; eger ew difikire ku ew belge sextet ye, wê çaxê jî kî ew sextekariyê kiriye, dive wê bişopîne û bide darizandin.
Gelo serokerkanê artêşê jibo vê yekê qet tiştek kir yan na?
Naxêr, nekir!
Wê çaxê çi wateya axiftina wî heye?
Di derbarê endamên partiyeke ji meclîsê de axiftinên "bê hed" dike û bi helwesta nijatperestên lûmpen (pêxas) dibêje "yan hez bike, yan biceme" û ferman dide ku bila "ew nûnerên meclîsê derkevin çiyê!"
Mirov hewil didin ku bila yên li çiyê dakevin bajêr, serkerkanê artêşê hewil dide ku nûnerên meclîsê derxîne sere çiyan.
Serokerkanekî di derbarê nûnerên partîyekê yên meclîsê nikare wisa bi bêterbiye û bêrêzî biaxive, Eger biaxife bi heman tondî ve bersiva xwe digre û mewama xwe bê qîmet dike.
Di derbarê xebatkarên rojnameyekê de, ku ew nûçeyên ne bi dilê wî amade dikin, dibêje "ez guman dikim ku di wan de xwîna Tirkayetiyê hebe."
Çiye ev pisporiya xwîndariyê, ev çi axiftineke kirêt e?
Çi têkeliya ropjnamevanî û „xwînê" bi hev re heye?
Serokerkanê me ji hev de dikeve, nikare leşkeriyê pêk bihîne, nikare leşkerên xwe biparêze, li gel ku di destê wî de îstîxbarat jî hene, nikare pêşî li ber mirinan bigre, nikare qereqolan biparêze, nikare pêşî li ber darbeyên leşkerî bigre, nikare rastiyan bêje, nikare generalan perwerde bike, nikare leşkeran perwerde bike.
Bi van re bilî nabe, karê xwe nake, lê bi vî hale xwe ve jî, dixweze mûdaxeleya dozen Ergenekonê bike, polemîkên bê ser û ber çê bike, li gel nûnerên meclîsê bêrêzî bike, bi nijatperestiyeke herî primitiv şêroveyên xwîndariyê dike...
Ji kerema xwe ji vê bêrêziyê, bêastiyê, kirêtiyê, zorbetiyê û kevneperestiyê vegerin.
Bi şiqşiqandina stêrên sermilên xwe nekevin nav hewildana tirsandina vê civakê.
EYa wan stêran li sermilên we kirî ew civak bi xwe ye.
Eger hûn dixwezin ku wan stêran bi halekî rûmetî bi xwe re bigerînin, xwe fêrê rêzgirtina bo wan kesên ku ew stêr dane we bikin, ji xeta edebê derbas nebin...
Werger: KNN/Zagros Baran