07 | 02 | 2012

Zimanê Dê

“Zimanê xelkê,xelkê çêkirîye,
Zimanê Kurdî jî Xwedê çêkiriyê”

D.Îzolî
Çi ku bi destî Xwedê hatîye çêkirinê, hatîye xuliqandinê ew bi destî mirovan nayê hilweşandin, nayê hildanê. Lê gel gotîye:

-Bêdera bêxweyî, nabe bêder. Bêdera zimane me tu dema bê xweyî nemaye! Ji ber ku, bi hezar salan pêşîyên me hevra gotine:

-Bi zimanê dê biaxvin! Nexalifin!

Zimanê dê. Nava van herdu gilîyada bona mirovan hêz û hubeke usaye mezin heye, wekî tu zordestî, tu bindestî, şer-dew nikare wê qels bike. Dema zar tê dunê hişê wî bi sewta zimanê dê mîna nivîsarê tê nivîsarê, guhê xitimî bi gilîyê dê tê vekirinê. Lema jî meriv tijî jîyanê bûnê, nava bi dehan, bi sedan dengadan pêşîyê dengê dayîkê nas dike. Dengê dayîkê, bîna dayîkê nayê şaş kirinê. Zarok pê avîtinê mektebê dîsa pêşîyê pirtûka zimanê dê dixûne. Zimanê dê dilê her merîkîda bi herfê mezin tê nivîsarê. Rorobarîya van nêta gişk-zimanê dêye. Ya sereke ewe, wekî ziman heye, gel heye, ziman tune, gel tune.

Lê bona parastin, pêştaçûyîn, gulvedan û dewlemendîya zimanê dê kîjan qewil pêwîstin? Qewlekî sereke ewe, wekî bona ziman nemire, ji holê neyê rakirinê pêwîste dewlet-hukmet hebe…

Wê demê qewlên mayîn bi rêke hêsa têne çareserkirinê. Zimanê heyî tê hesabkirinê zimanê dewletê, yanê ku bi wî zimanî birîyarên dewlet-hukumetê têne dayînê û weşandinê, hemû nivîstek bi wî zimanî têne nivîsarê…   Gel bi wî zimanî diaxive, bi wî zimanî rojname, kovar, pirtûk têne weşandinê, bernamê têlêvîzorê, belakirina radîyoyê têne dayînê. Bi wî awayî qewil têne safîkirinê. Vira pirseke aha pêşta tê, lê ew gel, ew ziman çi bike, wekî dewlet-hukumeta wî tune? Vira jî qewil hene. Hema em hildin zimanê kurdî. Tiştekî eyane eva çendî sed salin dewlet-hukumeta wî tune. Her tenê beşeke Kurdistanê, ya Başûr hatîye azakirinê. Lê nenihêrî dewir-zemîn hey tepa xwe me xistîye, em dane ber bobelîska dîrokê, kurdan zar-zimanê xwe xayîkirîye. Menî çibûye , wekî ev ziman bi carekêva ji nava zimanên dunyayê nehatîye hildanê, ew nehelîyaye? Ya sereke gelê kurd tu dema şûrê xweyî azayê nekirîye kêlîn, hey miqabilî zordestîyê, bindestîyê şer kirîye. Hatîye kuştinê daykê jî bi wî zimanî beyt-serhatî, dilok, kilamên şînê, kilamên mêrxasîyê li hev anîye, ew jî elbêra nava gelda bela bûye, nehîştîye ruhê gel bîmire. Wê şûnda helbestvan, zanîyar, ulumdar pêşta hatine, bi wî zimanî efrandine, nitrandine,çapemenî hebûne. Carna efrandinên usa hevanîne, xulqandine, ew ketine govenda pêşta çûyîna gerdûnê. Paşê kurdan tu gava ji erf-edetê xwe dest venekişandine. Timê kincên netewîyê xwekirine, dewat-şayî, şîna xwe bi erf-edetê xwe derbaz kirine. Ji destpêbûna qurna XX bi zimanê kurdî daha gur, daha pirr kovar-rojname, pirtûk hatine weşandin û îro jî ew bi gavên mezin jîyanê da têne mîyaserkirinê. Vê şûnda zimanê kurdî gaveke qurna bîstaye miqîm avît, ew jî bi radîoyê axavtina zimanê kurdî bû. Îro li gellek welata, usa jî li Amêrîkayê bi zimanê kurdî bername belayî dunê dibe. Xênci  bernamên radîoyê, naha bi têlêvîzoran êpêce bernamên bi zimanê kurdî têne dayînê. Çi ku, me jorê da rêzê nava gişkada kela zimîn, sewt-awaza zimîn hebûye. Gel bi hezar salan ziman parastîye, anîye derxistîye rojên me, îro jî deynê her kurdekîye wî zimanî weke ruhê xwe, weke ronahîya çavên xwe wê heyîtîya bilind, paqiş biparêze!

Gotin hêsaye, jîyanêda mîyaserkirina wê dijware. Parastina zimîn ne karê mirovakîye, ew bi tomerî karê gele, ewe piştovanê wêyî aminî bi hezar salane; ji ber ku, dema gel meremekî, xwestinekê, daxwezekê, him jî sîtema zordestîyê, neheqîyê hiş-sewdayê xwera derbaz kirinê, şerkarîya xweye pîroz bi salan didomîne û zû, yanê dereng digihîje armanca xwe. Lê di vê rîyêda pêwîste ewledên ji paşila wê derketî, yên zane, hişkûr bibine pêşewîtîyê wê, bona dewlemendbûn, paqiş û jîyana wê şev-roj bicerçirin. Ew ewled kî bi kînin?

Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar , zanîyar-ulumdar, karkarên çapemenîyê, hunermend û yên mayînin.

Ezê weke zanebûn, dîtina xwe bona dewlemendbûn, paqişiya  zimîn çend nêrînên xwe bînime serzaran:

 

  1. Gel bi xwe mêzîna dewlemendbûna zimîne.
  2. Ji gelê cîranê xwe gilî-gotin-bêje, peyivîna hildide û dinava zimanê xweda dihelîne, nasnamê didê.
  3. Gilî, gotin, bêje û peyivînê têxnîkayê û yên mayîne ku, nûh dixuliqe hildide dike nava zimanê xwe.
  4. Çawa me jorê got, beqî rewşenbîran, helbestvanan, nivîskaran, zanîyar-ulumdaran, karkarên çapemenîyên, hunermendan û yên mayîn, ziman dewlemend dibe.

Zimanzanîyêda ew yek hatîye peyêtandinê, wekî zimanê bin şûşê, yên paqiş, xurî tune. Lê, sed car lê, ev yek destûrê nade tu kesî, wekî gilî-gotin-bêjê-peyivînê zimanê dîya xwe bihêle, çawa dibên, wana wêda devde, here yên gelên din pêk bîne. Bona nêta xwe makkin ezê ser hinek minaka rawestim:

Hê salên 60-î ya sedsalîya derbazbûyî da rojnama “Rya teze”-da (Êrêvan) kar kirinê, min  bona paqişîya zimîn şerkarî dikir. Lê, xwendevanên delal, lo ez benî, bila usa derneyê qe vî alîda cewtî-şaşîyê min tunenin, belê henin, lê çawa?

Ez dijî gilî-gotin-peyiv-bêjeyên û hevokên  jêrînim, yên ku ziman, giramêra mera gavnadin, lê di çapemenîya meda têne nivîsarê, têne gotinê , di hinek pirtûkada cîyê xwe digirin:

1)                      Erebeçî-erebeajo

2)                      Xebatçî-xebatkar

3)                      Batmîşbû-minê bû.

- Çi- çû- miş- mûş û yên mayîn xurdek-paşpirtikê zimanê azerbaycanî- tirkîye.

 

Şert-qewil,

Qedexe-dirix,

Qemgîn-posîde,

Sûrgûn-nefî,

Davam-didome,

Tecrûbe-cêrbandin,

Meresîm-ewlekarî,

Pere-dirav,

Yek deqîqe-deqîqekê,

Qelebaliq- şar-war,

Xelgê gund-binelîyê gund,

Qîz-keçik.

Dilokeke meda tê gotinê:

 

Keçikê qurban, sera-bera,

Şal hêşîne ji bejina tera,

Derê mala bavê minra neyê, neçe,

Nezer xirabe ji bejina tera.

Binihêrin, gel nabêje qîz, dibê keçik.

Ser çend hevokan jî rewasim:

  1. Gêrîlayê bi navê Heso jîyana xwe ji dest  da.

Ez ber ruhê her gêrîlayî temene dibim, lê ji vê hevokê awa dertê holê, wekî gêrîla qest ji jîyanê dest vekişandîye, xwe bi xwe kuştîye, ne ku dujmin, neyar ew kuştîye, Bi kurdîya rast:

Gêrîlayê bi navê Heso hate kuştinê.

Ew kesana derketine qiraxê gund. Bi kurdî-Ew kesan derketine perê, kevîya, berê-gund. Gel dibê:

Çem dikişe, ber dimîne,

Ga dimire, çerm dimîne,

Mêrxas dimire, nav dimîne.

 

1)     Ji kêderê digerî-ji kêderê têlê dixî.

2)     Bona me wext veqetand.

Heywan ji hev tê veqandin. Ya rast: Bona me wede bijart, yanê jî wede cuda kir.

3)     Prêzîdênt hevra rûniştin, diqewime yek dereng, yek zû rûnişt-Ya rast:-Prêzîdênt rastî hev hatin.

4)     Te xebera min bikira, usa ne dibû- ya rast:-Te gilîyên min bikira, yane jî te gura min bikira.

5)     Yek têlêvîzorêra têlê dixe, yê bernamebir dipirse:

-          Tu kê derê rûniştîyî? Lo bira, lê xûşkê, çi tera ew ku rûniştîye, ber tendûrê, ser qelaxê rûniştîye, tu dixwezî bipirsî-tu li ku dijîyî?

8) Yek dimire, dibên:-filankes birin goristana gund vaşartin. Çima goristan, ne ku merzel, çawa yanê   verşartin, çima paşê wê herin derxin, lê ya rast-binax kirin, qe nebe bêjin, binivîsin defin kirin, ne ku verşartin.

9) Rojekê kurdekî ji Tirkîyayê, yekî xwendî, yê ku, li Bakûyê kar dikir, minra têlêxist û got:

-Mamoste, hazirbe, sehet 18ºº, ezê bêm, hinda mala we te bistînim:

Dema em rastî hev hatin min ji wî kesî pirsî:

-Tuyê çawa min bistînî. Xort keçika distîne, mêr jina distîne?

Ewî şaşîya xwe fem kir û got:

-Tirk dibên; gelîb senî alacam.

Wê şûnda ewî kurdî têlê xistinê digot:

-Mamoste, amedebe, were hinda rîya mala we, ezê bêm te hildim.

Bav-pîrên me gotine: “Her teyir xweşe refê xwera”

Qe reşêlek dikarin tevî gulîgan bifirin. Ez qerfê xwe bi zimanê tirkî nakim, ew usa dibêjin, li wan pîroz. Lê werên zimanê me nekine bin bandora zimanên cîrana.

Van nêzîka têlêvîzorekê derbarê pirtûkên ku, nûh hatine weşandin, radestîya wan derbaz dikir. Karekî wan, gotineke wan ez agirdadayî kirim, kizika min derket. Pirtûka Erebê Şemo, ya bi navê “Şivanê Kurd”, nûhva dane weşandin û navê wê guhastine, danîne, nivîsîne-“Şivanê kurda”,  Xwedê neke çima –“kurd heywanin” şivanê wan jî heye.

Min jîyana xweda ne ku Erebê Şemo dît, lê weke 15 salan wîra dostî kir. Min rasteserî li pirtûka wîye bi navê “Dimdimê” kir, nava wan salan da me gellek cara, bi sehetava derbarê zimînda nêt pev guhastine.  Min pirtûka xweye bi navê “Xemildarên jîyanê”-da derbarê nivîskarên hêja da bîranîn nivîsîye.

Ew pirtûka wî him jî bi zimanê Azerbaycanî, bi vî navî hatîye weşandin: “Kürd çobani”, ne ku “Kürdlәrin çobanı”.

Minakên awa bêjimarin, min hinek nivîsîn wekî ya dilê xwe bêjim, biborînin, çend şîreta, çend şêwira jî bidim:

1)Kî ku qelemê-pênûsê dide destê xwe bi kurdî dinivîse, ew bi şîrê dîya xwe, bila bi kurdî gilî-gotin-peiyîv,-bêjan, hevokan hiş-sewdayê xwera derbazke. Paşê binivîse, bi çi  zimanî xwedîye bi wî zimanî nekeve nava raman, mitalan.

Gava nava hevokê da bêjekê bi kîjan zimanî xwendîye dinivîse bila ji xwe pirske, lê bi kurdî ew bêje çawane? Bila nebêje, ew bi kurdî tune. Hinekî bi çerçire, ferhengan binihêre, ji kal-pîrên gundê xwe pirske, ewê hutil-mutil derê ser rîya rast.

2) Yê ku bi kurdî dinivîse, lê zargotina gel, folklorê nizane, bila nenivîse. Ziman nava dewlemendîya zargotina me da kulûr bi kulûre!

3) Ferhengan bidine ber destên xwe.

4) Bicedînin, bi kurdî çi dikeve ber destê we-rojname, kovar, pirtûk û yên mayîn bixûnin.

5) Zimanê me nekine bin bandorê zimanê gelên din. Zimanzanekî meyî pir hêja,  pisporê ferhengan, giramêrên bi zimanê kurdî rehmetlêbûyî Qanatê Kurdo gotîye, wekî zimanê kurdî yê dema naha zimanekî serbeste, yê ku bi taybetîya xweye fonêtîk, morfolojî, sîntaktî û lêksîkî ji zimanê Îranîyêye mayîn cudaye.

Rastî jî usane, lê çima em pey zimanê tirkan, ereban, rûsan û yên din dicin, zorê hevanîna hevokan tînin zimanê meva dizeliqînin.

6) Rind dibe, wekî em elîfba, ferhengan zêde bidine weşandin. Berî weşandina wana, bi rîya întêrnêtê wana bidine enenekirin.

Hetanî naha êpêce elîfba bi kurdî ketine destê min, min ew xwendine. Lê qe yek jî ne bi ulmî, zanîyarîye. Bila awakî din neyê derzkirinê, her tenê li Azerbaycanê ulumdar Bayramê Fetî elîfbaya ulmî nivîsîye. Ger xwedanek, dilşewîtek li wê xweyî derê, ew dikare wêya bide firekirinê û nûhva bê weşandin. Diqewime pirs pêşta bê-çawa elîfba ulmî? Ew mijareke dine!

7) Bona zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bikarbe zimanê dinra gav bide, bona ev birayê Kurd, bikarbe wêjeya birayê din bixûne, Yekîtîya elîfbayê, herifan pêwîste.

Werên hemû Kurdên dinyayê dora elîfba latinî, ya ku Bedirxanê rehmetlêbûyî mera  mîna çîyakî bilind hîştîye, em gişk têkevine govenda wê. Werên ji elîfba erebî destvekişînin.

6)     Wê qencbe, wekî li derekê navendek bê damirazandinê û hemû pirtûk, çapemenî bi alîkarîya wê bê belakirinê, bê firotanê.

Xwendevanên birêz! Ji hêza min dere, wekî ez dinava gotarekêda kul-derdên xwe, kela dilê xwe, hemû daxwezên xwe rorobarî ser hev bikim û carekêva bigihînime we. Dawîyêda dixwezim wera bêjim:

-Ez bi kevneşopîya kurdî destê xwe didime ser sîngê xwe, pêşberî her kurdekî welatparêz, dilpaqiş bejina xwe ditewînim dibêjim:

-Keko, xûşkê her bijî! Bi şêranî têkebine dîlana şerkarîya parastina zimanê

xwe. Nehêlin mirovên telaqreş têkebine nava me. Me bi hezar salan dijî zordestîyê, bindestîyê, koletîyê şerkarî kirîye û îro jî ewa tê domandinê. Şerê bona Azadarîyê tu dema ranewastîye. Îro beşeke Kurdistanê nîvîda Azaye. Rind bizanbin êdî Azayê derê me kutaye! Lê hinek rabûne dijberîyê dikin. Warên em bîrnekin, wekî sedemekî kerî-kerî, beş-beş bûna Kurdistanê ew neyekîtîya me bûye. Warên em bîrnekin, wekî bi salava şirîtdarên neyaran bona mêrxasên me hatine vegirtinê, lê daha rast, werên em qe na şîrîtdara Şêx Seîd, ya Qazî Mihemed, birîn, nalîn, xerîbîya Mustafa Barzanî, ya Dr. Evdilerehman Qasimlo, kambaxa zindana Îmralîyê, hewar-gazîya mêrê mêrxas Apo bîrnekin! Warên em xwîna bi hezaran şehîdên me erdê nehêlin, warên cizaretên kela û zindana, ya ku dujmin dide pêşîkar, hişkûrên me, her dem nava dilê  xwera derbazkin, warên em şîreta bidine ewladên  xwe, werên em bibine ewledên dîya xwe, şîrê wê, zimanê wê  bîrnekin, pêşa dayîkên mayîn negirin! Warên wî zimanê paqiş nekine bin bandora zimanê din!

 

Ahmedê Hepo,

Endamê Yekîtîya Nivîskar

Û Jûrnalîstên Azerbaycanê.

Xwendevanên hêja û birûmet,

Wan rojên han min bi riya hevalekî ku li Azerbaycanê dixwîne nivîskarekî kurdên Azerbaycanê nas kir. Ev camêr Br. Ehmedê Hepoyê ku endamekî Yekîtiya Nivîskar Û Rojnamevanên Azerbaycanê ye û hetanî niha şeş berhemên wî li Azerbaycanê hatine çapkirin. Navên van berheman wiha ye: 1. Rêwiyê Bêmal 2. Xemildarên Jiyanê 3. Kar Û Barên Gelê Kurd 4. Hêsirên Xwînê 5. Du Evîndar Du Gule 6. Birîn. Çend rojan berê camêrî ji min re ev nivîsara xwe ya jêrîn şand û min xwest ku vê nivîsarê bêyî sererastkirin û bi reseniya wê ve bi we re parve bikim. Bi hêviya ku dengê me yî ji Azerbaycanê jî tevî dengên me yên din bibe û di standardkirina ziman, zarava û devokên kurdî de çîmentoya wî jî hebe. Ez zêde dirêj nakim û cenabên we vedixwînim xwendina vê nivîsara dirêj û giranbiha. Sipasî ji bo Br. Ehmedê Hepo ku ji weşandinê re destûr da.

 

Silav, rêz û niyazên xweşbextiyê

Umîd Demîrhan