İçerikler
-
Kategorî: Hevpeyvîn
Salihê Kevirbirî / Stockholm: Gava kitêba bi navê ”Gardiyan” tê gotin, ew tê bîra me. Yek ji wan kurdan e ku serê xwe bi ”Enfala Barzaniyan” re êşandiye. Bi berhema bi navê ”Sîno bû Efendî”, jiyana pêkenînî û hicvî ya kurdan, bi navgîniya birayê xwe yê mezin pêşkêşî dêhn û bala kurdan kiriye. Li gorî bilêvkirina wî, ji Eşîra Abasî ya Dêrika Çiyayê Mazî ye û ji ’Taxa Heremiyan’ mezin bûye. Mirovekî dilnizm, henûn û rûken e. Em behsa nivîskarê kurd Bûbê Eser dikin.
Li mala wî ya Stockholma Swêdê, li ber çay, qehwe û kulîçeyên xweş ên ku xanima wî Zuleyxanê çêkiribû, min pirsî Bûbê Eser li ser jiyana xwe ya zarokatiyê û niha, kar û barên nivîskariyê û gelek mijarên din bi dilgermî bersivand.
Bi hêviya ku bi dilê we be, kerem bikin hûn û sohbeta bi Bûbê Eser re...
***
- Ezbenî beriya her tiştî dixwazim hîn bibim, Bûbê Eser ji malbateke çawa tê, malbat bi çi navî tê naskirin, cenabê te zarokatiyeke çawa derbas kiriye? Keko ez ji malbateke feqîr im. Di eslê xwe de malbata min jî wekî gelek malbatên kurdan bi navekî an bi eşîrekê tê naskirin. Bi qasî ku dizanim, em ji eşîra Abasî tên. Em ji Dêrika Çiyayê Mazî, ji ’Taxa Heremiyan’ e. Şayanê gotinê ye ku piraniya vê taxê, ji eşîr û malbata Abasiyan pêk tê.
Serê te neêşînim, di dem û dewrana xwe de me li gundê Xozberiya ku nêzîkî Qesra Qenco ye erd stand, lewre jî em ji Dêrikê çûn û li wir bi cih bûn. Piştî bicihbûna me ya li Xozberiyê, me di halê xwe de wekî mala ’Davidê Elo’ jiyana xwe domand. Heta dema îro jî, em bi vî navî têne naskirin.
Biracan, min jî wekî piraniya zarokên kurdan bi têra xwe zehmetî kişandiye. Li gundê me dibistan tunebû. Em 8 zarok bûn û ji Xozberiyê bi peyatî diçûn Qesra Qenco da ku em li dibistanê bixwînin. Di çûyîn û hatinan de em rastî gelek zehmetiyan dihatin. Jixwe pirsa zivistanan ji me neke! Zivistan malkambaxî, malwêranî û kafirstanî bûn!.. Di navbêra Qesrê û gundê me de çemek hebû û ew çem zivistanan bi gurahî diherikî, lê havînan ziwa dibû. Di navbêra her du gundan de pir ango pire tunebû, lewre jî carcaran dema ku ava çem bilind dibû, ’rebî meazelah!’ tevahiya zehmetiyên dinyayê, li ser me zarokan dibû bar û piştî. Gelek caran me xwe li avê dixist da ku em bigihên xwendinê an vegerin malê...
Heke bi dilê te jî be, ez behsa serpêhatiyeke xwe ya wan rojan bikim...
- Helbet! Kerem bike...(Kesereke kûr dikişîne, çavên xwe dikuskusîne, çawa ku li wan rojan e, destpê dike diaxive) Dawiya zivistanê û destpêka biharê bû. Çemê me dîsa bilind bibû. Divê me xwe li avê bixista û em derbasî aliyê din bibûna. Ez biçûk bûm, zaro bûm. Heval û hogirên min xwe li avê xist. Ya Allah û ya Xwedê min jî hewl da xwe. Hema mabû em derbasî aliyê din bibin. Lê lingê min şemîtî û ez ketim. Wey Xwedêyo! Bi ketinê re, avê ez dam berxwe û birim. Kes nikare alîkariya min jî bike. Avê ez qederekê birim. Paşê çawa bû nizanim, ez dibêjim ji tirsa mirinê bû! Min bi kevirekî mezin girt, bi wî awayî sekînim heta ku hevalên din hatin û ez ji wê rewşa kambax rizgar kirim.
Bi van zehmetiyan min dibistana xwe ya seretayî li Qesra Qenco qedend. Paşê çûm Mêrdînê. Min li wir jî, dibistana navîn û lîseyê xwend. Di sala 1975’an de ketim zanîngehê. Zanîngeh li Enqereyê bû. Lê min zanîngeh nîvco hişt. Di sala dawî de ez hatim girtin... Piştî îşkenceya 72 rojan, min çavên xwe li girtîgehê vekirin...
- Emê vegerin ser rojên karesatî yên girtîgehê. Lê beriya wê em hinek behsa te ya bi edebiyatê re bikin... Hevnasiya te û edebiyatê kengê û bi çi awayî destpê kir? Hevnasiya min a edebiyatê bi xêra kurxalê min Seleh çêbû. (Seleh, Salahattîn Bulut e ku li Beyogluya Stenbolê xwediyê Medya Kîteabeviyê ye û sê kitêbên bi navê, Bir Yalniz Adam-Edîp Karahan -Weşanên Elma, Bihûşta Lal –Weşanên Avesta- û Xadim-Weşanên avesta- pêşkêşî me kurdan kiriye –S.K) Xwişka wî jina apê min bû. Ez li mala apê xwe dimam. Paşê Seleh jî hat li wir ma da ku li Mêrdînî lîseyê bixwîne . Em di odeyekê de diman. Li wir hem me baş hev nas kir, hem jî mala wî ava Seleh ez fêrî xwendina pirtûk û romanan kirim. Seleh bi temenê xwe ji min mezintir e.
(Di ber xwe re dibişire) Ez evîndarê keçeke ereb bûm. Lewma min zêdetir romanên li ser evîn û evîndariyê dixwendin. Paşê di sala dawî ya dibistana navîn de, min dest bi nivîsandina pêkenîn û helbestên bi tirkî kir. Cara yekem di sala 1970’yî de pêkenîneke min di rojnameyeke Stenbolê de hate weşandin. Ne şaş bim navê wê ”Mavî Kirlangiç” bû. Dema ku min dît, nivîsa min di rojnamê de çap bûye, hema nemabû ku ez bifiriyama. Xirecira min a bi edebiyatê re, heta sala dawî ya lîseyê berdewam kir. Tevahiya xebatên min ên wê demê, ji serî heta binî bi tirkî bûn. Paşê min jî wekî gelek xortên kurdan dest bî siyasetê kir. Êdî wext ji edebiyatê re nema û min dev jê berda. Çi helbest, çi pêkenînên min ên ku bi tirkî bûn, min avêtin.
Ji ber xebatên siyasî di sala 1980’î de li Diyarbekirê hatim girtin û nêzîkî 3 salan li devera bi navê ”5 No’lu” (numareya 5’an) de girtî mam. Piştî ku ji girtîgehê derketim û reviyam hatim Swêdê, min ji nû ve dest avêt edebiyatê. Vê carê min bi tenê xwe li kurdî sor kir! Min soz da ku ezê êdî nema bi tirkî binivîsim. Li ser soza xwe mam. Heta sax bim, bila nivîsandina bi tirkî li min heram be...
- Girtîgeh û edebiyat... Rojên li Girtîgeha Diyarbekirê bandoreke çawa li hibir û pênûsa cenabê te kiriye? Hewce nake ku ez bibêjim rojên girtîgehê çiqas zor û zehmet bûn. Li wir tenê lêdan û îşkence hebû. Hema bibêje, xwarin nedidan me û av jî pir kêm bû. Tenê ji bo em nemirin av bi devê me dibû. Di rewşeke wiha de, mirov çawa edebiyatê bîne bîra xwe? Heta di girtîgehê de bûm, tu bandora edebiyatê li ser min çênebû. Her wekî min berî niha got, piştî ku ji girtîhegê derketim, min dest avêt kaxez û pênûsê...
Siheta te xweş! Gavek berê te behsa nivîsa xwe ya di ”Mavî Kirlangiçê”de kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Ez heman pirsê ji bo kurdî bikim. Gelo tê bîra te, yekem car gava te nivîseke xwe ya bi kurdî bi awayeke çapbûyî dît, hest û ramaneke çawa xwe li te rapêça? Ew nivîsa te li ser çi bû, kengê û li ku derê çap bû? Çawa nayê bîra min malava! Nivîsa min a yekem, li ser siyasetê û bi kurdî bû. Di sala 1993’yan de, di rojnameya Azadî hejmara 49’an de çap bibû. Nivîs bi vî navî bû: ”Îro pêwîstiya e bi çi heye?” Merema min ji nivîsê ew bû ku rêxistinên me yekitiya xwe pêk bînin û bibin hêzeke xurt. Serpêhatiya min û nivîsandina kurdî/kurmancî bi vî awayî destpê kir birayê Salih...
Niha hate bîra min. Beriya wê, dema min di sala 1986’an de wekî karkerek li Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kar dikir, min di kovara federasyonê ya bi navê ”Berbang” de hin têbiniyên xwe yên li ser girtîgeha Diyarbekirê bi kurdî weşandibûn. Bi gotineke din, xebatên min ên bi tirkî ne tê de, dikarim bibêjim ku min di sala 1986’an de dest bi nivîsandinê kiriye û hê jî berdewam dikim...
- Siheta te xweş, hêvîdar im her berdewam bî... Ez ji vê pirsê zêde hez dikim, ji te jî bipirsim; Nivîs û nivîsandin ji bo te tê çi wateyê? Heke ji te re bibêjin; ‘nema binivîse!’, wê helwesta te bi çi rengî be? Birako, ez karê nivîsandinê li ser xwe wekî ferz dibînim. Ferzeke ji bo ax, war û însanên xwe. Ji ber vê yekê, ji dêvla ku camêrek an canejinek ji min re bibêje; ”Nema binivîse”, bila hema min bikuje çêtir e. Ji bo min jiyaneke bê nivîs, wekî mirovekî bê rûh e. Ji ber vê yekê, helwesta min a li dijî gotineke wiha, bawer im wê dijwar be.
- Em bên ser berhemên te… Helbet hemû berhem ji bo şaîr, nivîskar, hunermend û şanogeran mîna zarokên wan in. Ji bo Bûbê Eser berhemên ‘delalên ber dilan’ kîjan in? Wekî cenabê te jî got her berhemek ji bo xwediyê xwe, wekî zarokeke wî/wê ye. Ji bo min jî wiha ye. Hemû berhemên min li ber dilê min wekî hev in. Berhemên min zarokên min in! Ma bavek dikare ferq û meyliyê bixe nav zarokên xwe? Na! Lê bavek dikare ji yekî/ê ji wan zêdetir hez bike. Hezkirî û ’delalê ber dilê min’ jî, berhema min a yekem ’Gardiyan’ e ku li ser Zindana Diyarbekirê ye.
Berhemeke min a din jî şanoya min a li ser jiyana malbatên ku kesên wan hatine enfal kirin bixwe ye û navê wê ’Dîroka Rûreş’ e. Di wê berhemê de berxwedan û serhildana malbatên enfalkirî heye. Zor û zehmetiyên jinên kurd ên ku mêr û zarokên wan ji hêla Saddam ve hatine enfalkirin heye. Di wê de êş û azarên ku jinan dîtine û kişandinin heye. Ev herdem berhem ji bo min gelek qedirbilind in.
- Bûbê Eser di jiyana xwe ya entelektuelî û xwendinê de, ji kurdan û ji biyaniyan berhemên bi çi rengî dixwîne? Kitêba dawî ku xwendiye kîjan e? Ev pirseke xweş e ku gelek caran pêrgî wê têm. Carekê biraderekî heman pirs ji min kir, zanî bersiva min çi bû?..
- Çi? ”Ez naxwînim lê bes dinivîsim!” Bawer bike rastiya vê yekê heye. Em kurd gelekî kêm dixwînin. Ez bixwe bêhtir romanên kurdî dixwînim, çi wergêr çi jî yên din. Ez naxwazim navê pirtûka ku min herî dawî xwendiye bibêjim. Ji ber ku ewê bibe reklama berhemê û nivîskarê wê. Gava navê wê bibêjim, heye ku nivîskarên din dilê xwe bigirin. Ji xwe em li ser hemanên piştê ne, zû ji hev dixeyidin! Lê hema bibêje, çi berhemên kurdî derdikevin ez dixwînim.
- Bi awayeke giştî gava tu nirxandina edeb ango wêjeya kurdî dikî, bergeh û asoyeke çawa derdikeve pêşiya te?Bergeheke geşbîn û xweşbîn derdikeve pêşiya min. Edebebiyat ango wêjeya kurdî îro serê me berz dike. Gelo kêmasî û alozî tunene? Helbet hene. Bi ya min ev karê rexnegiran e, divê ew behsa vê asoyê bikin.
- Bi qasî min ji sohbet û rûniştinên me fêhm kir, birayê te Sîno ji bo birc û seraya nivîsandina te dergeheke qerase ye. Ji kerema xwe hinek behsa wî ji me re bike. Sîno kesayetiyeke çawa ye, li ku dijî, çi dike? Çi bû sedem ku berhema ‘Sîno bû efendî’ derkeve? Gava min ”Sîno bû Efendî” weşand, gelek nas û dostan êdî bi vî navî gazî min dikirin. Berhemê bandoreke baş li xwendevanan kiribû. Ew berhemeke mîzahî ango pêkenînî ye.
Sîno birayê min ê mezin e. Wî bi tenê salekê dibistan xwendiye, jê û pêve kar kiriye. Mirovekî têgihiştî û henekçî ye. Merema dilê xwe bi henekan rave û eşkere dike. Bawer bike hema bibêje ew beşek ji ”Melayê Meşhur” e. Min nexwest henek û gotinên wî badilhewa herin. Min bi saya birayên xwe yên din, gotin û henekên Sîno kir pirtûk û diyarî wî kir.
Ew li jiyanê ye û henekên wî her berdewam in. Malnişîn ango teqawit bûye û li Diyarbekirê dijî. Bi têra xwe neviyên wî hene. Heke rojek riya xwendevanên vê gotûbêjê bi Diyarbekirê ket, bila pirsa Sîno bikin! Bawer bike wê poşman nebin...
- Nivîskarê ku Şanoya “Enfala Barzaniyan” binivîse û vê gavê jî hewla nivîsandina “Romana Mala Barzaniyan” dike, di civatekê de pêrgî vê gotinê hatiye; “Te li ser enfalê nivîsand, lê te bi qasî salekê malbata xwe enfal kir!” Sedem jî, ji ber vê xebatê bi mehan tu ji malbata xwe ya li Swêdê dûr mayî… Ji kerema xwe hinek behsa wan rojan bike… Di wê serdemê de, çi baş çi jî xerab, bawer im kêm tişt nehatine serê te, ez ne şaş im ne wisa? Wey mala te ava Salihê bira! Te ji bîr nekir û ev pirs ji min kir. Min bi daxwaza dilê xwe dest avêt karê enfalê. Ji ber ku heta wê demê tu kesî li ser vê babetê nekiribû. Min xwest herim devera enfal lê qewimiye û bi malbatên enfal bûye para wan re bipeyivim, bibim hevkeserê derd û kulên wan û ragihînim raya giştî. Min xwest vê merema xwe bi şano û roman pêk bînim.
Min jin û zarokên xwe li Swêdê bi tenê hiştin û di sala 2007’an de berê xwe da Kurdistana Azad. Li devera Barzan û bajarokê Bilê bi cih û war bûm. Li wir min dest bi xebata malbatên enfalkirî kir. Li ser gorên Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî min sond xwar ku heta ji min bê ezê bi pênûsa xwe êş û azerên hatine serê gelê me, binivîsim.
Min rojê serdana sê malbatên enfalkirî dikir. Min ev kar bi qasî heft mehan domand. Di wan heft mehan de ez bi wan re dikeniyam, bi wan re digiriyam. Ez bibûm yek ji wan. Bi vî awayî min serdana gelek malbatan kir. Şanoya bi navê ”Dîroka Rûreş”, bi vî awayî ronahî dît. Kitêb di 25 saliya enfalê ango di sala 2008’an de hate weşandin.
- Lê romana li ser enfalê?Niha li ser romana ”Barzan Digirî” kar dikim... Bi destûra te be, dixwazim behsa wê meseleya ku te di pirsa xwe de anî ziman bikim...
- Helbet, kerem bike!Rojekê ez li bajarokê Bilê nêvanê malbatekê bûm. Gelek kesên din jî li me qesidîbûn. Serê te neêşînim, rihspiyê malê ez bi mêvanan dam nasandin û got: ”Ev mamoste Bûbê ye, ji Bakurê Kurdistanê ye û li Swêdê dijî. Hatiye vir û li ser malbatên enfalkirî dixebite.” Gava ku xwediyê malê wiha got, di navbera min û jineke navsere ya mêvan de ev gotinên hanê derbas bûn:
- Kurê min tu zewicî gelo?
- Belê dayê!
- Te jin û zarok hene?
- Belê du kur û du keçên min hene.
- Ê kurê min te ew enfal kirine û hatî vê derê bi derdê me ve mijûl î...
- Sihetxweş! Gelo roj hene ku tu di xewna xwe de li Dêrika Çiyayê Mazî dibî mêvanê civat û caqiyên giran? Belê çawa? Helbet hene! Ev tê serê her kesên ku ji welatê xwe, ji gund û bajarê xwe dûr ketiye û terkeserê dinyayê bûye. Ez gelek caran merema dilê xwe bi xewnên wiha tînim cih. Helbet roj hebûne ku di xewnên xwe de li welatê xwe bi awayeke azadane geriyame. Lê bêtir ez wê li zindana Diyarbekirê dibînim. An bi lêdana qerdiyanan ji xewê şiyar dikim. An jî di nav destên polîsan de ji xewê vediciniqim.
- Ezbenî ev demek e dirêj e ku tu li Stockholma Swêdê dijî. Rojekî te li vî welatî çawa derbas dibe? Ez ji sala 1984’an û virde li vî welatê xweş, paqij û rehet dijîm! Ev wiha tê xuyakirin lê wekî ku kurd dibêjin: ”Dengê defê ji dûr ve xweş e”. Ê min û gelekên din jî wiha ye. Bawer bike her tiştekî vî welatî xweş e. Lê ne ji bo me. Camêran ji bo xwe her tiştî, ango rehetî, demokrasî, ji bo mirovên xwe û însanetiyê çi hebe kirine û hê jî dikin. Lê li welatekî wiha kesên wekî min hene ku tim xemgîn in û ne rehet in. Ji roja ku hatime vir û heta niha di bernameya min de vegera welat heye. Lê nabe ha...
Rojên min li gorî îmkanan vî welatî baş derbas dibin. Gelek tiştên vî welatî yên baş hene ku em jî jê sûdê werdigirin. Vî welatî derfet da ku em kurd li vir bûn nivîskar, dewlemend, siyasetmeder û ketin nav partiyên wan. Li vir heta ji min tê ez dixwînim û dinivîsim. Hema bibêje jiyana min a rojane ev e...
- Tu xweziya xwe bi çi tînî? Ez xweziya xwe bi kesên rast ku berjewendiya gelê xwe di ser berjewendiya xwe re digirin tînim...
- Di jiyana te de tiştekî ku tu dibêjî; “Xwezî nehata serê min/Xwezî min ew kar nekira” heye gelo? (Hinek dihizire, paşê berdewam dike) Dema hevalekî xwe, dilsozekî xwe diêşînim, paşê poşman dibim û dibêjim; ’xwezî min ev nekira!’ Ji ber ku mirov hêja ne, delal in. Êşandina wan ji bo min cihê dax û poşmaniyê ye. Lê mixabin mirov bixwaze nexwazê carcaran tiştên wiha diqewimin...
- Ji bo demên pêş plan û projeyên ku cenabê te dixwaze bike çi ne?Ez her plan û projeyên xwe li ser bingeha nivîsandinê diafirînim. Lewma jî bi têra xwe tişt di destên min de hene, divê wan biqedînim. Xebata ku niha dilezînim romana Enfalê ye. Dixwazim biqedînim lê ne di destê min de ye. Her wiha gelek xebatên min ên din jî hene ku ezê di demên pêş de pêşkêşî hezkiriyên xwe bikim.
- Ezbenî mala te ava ji bo vê civat û sohbeta xweş, malî ava!.. Wey mala te ne carekê, lê hezar caran ava be ku tu dikî dengê min bigihîje xwendevanên min... Her wiha careke din xêrhatina te dikim!..
* Ev gotûbêj di hejmara Tîrmeh-Tebaxê (Hej. 51) ya kovara Tîrojê de hatiye weşandin ku bi periyodên du-mehî li Stenbolê tê weşandin. (S.K)