Zimanê me rûmeta me ye.
03 | 09 | 2010
Hijmara nü ya Kovara Çirûsk ê derket
Nûçe - Weşan
Naveroka Hejmarê

/Ken/Şînya
/Trajedya û Trajediya “Antigone“yê/Rojîn Xewn
/Heke Tiberik e, Çûyîn Heq e/Elîxan Loran
/Di Romana Kurdî de Çend Reşên (Sîluwet) Diyardeyan/Kejo Bajâr
/Hevrîng/Hamid Omerî
/Sergêjiya Demê/Bawer Rûken
/Nêrîn/Janez Sar
Zêdetir bixwîne...
 
Evdile Koçer&Gelo em kurd mazoşîst in?
Li ser mazoşîstiya me kurdan şikir hemû lêkolînên min qediyan; êdî hindik maye ku ez li ser vê mîrata mazoşîstiya kurdên me doktorayekê bikim heyran!
Êdî di xewnan de jî ew pirs tê bi qirika min ve dizeliqe, “Gelo em kurd çima vê zilm û zordariyê û vê neheqiyê li kurdên xwe dikin.”
Zêdetir bixwîne...
 
Pêveka Kesê Sêyemîn ê Yekjimar
Nivîsar - Bahoz Baran
Di bikaranîna pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar de jî hinek alozî derdikevin holê. Bêtir di dema boriya têdeyî de, di bikaranîna vê pêvekê de dubendî heye. Di hin demên din û di rewşa tebatiyê de jî dîsa dubendiyek derdikeve holê. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku ciyên bi arîşe destnîşan bikim û hinek rêyên çareseriyê û nêrînên xwe bînim zimên.
Zêdetir bixwîne...
 
Rojnameye Azadiya Welat cara 8’emîn hate girtin
Nûçe - Weşan
Rojnameya Azadiya Welat ji ali 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve li ser îdiaya ‘Propogandaya PKK/KONGRAGEL kiriye’ ji bo mehekê hate girtin. Dadgehê ji bo girtina rojnameyê jî hinceta: ‘Azadiya Welat di hejmara xwe ya 1252 ku di dîroka 21’ê Tebaxê derketiye Propogandaya PKK/KONGRAGEL kiriye, tewambar û sûcdaran
Zêdetir bixwîne...
 
Gotin û he gotin
Nivîsar - Ahmet Altan

Em ê bêjin rêxistineka wek PKK-ê nîne.

Em ê bêjin şer jî nîne.

Lê bîst milyon kurd xemgîn in û aciz in, ji ber ko nasnameya wan, çanda wan û zimanê wan nehatine pejirandin.

Zêdetir bixwîne...
 
Ên diçin û ên vedigerin
Helbest - Gunay Aslan
Di her êvarê welatê min de
Bi dengê serketin

Ber bi mirinê difirin can
Zêdetir bixwîne...
 
Banga TZPKurdî “Ji dek û dolabên dewlete re nebin amûr. Li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”
Desteya Ahengîsaz a Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî encamnameya civîna xwe ya ku 2 rojan dom kir weşand. Civîn rojên 27-28’ê tîrmehê li Amedê pêk hat. Di civînê de xebatên TZPKurdî û peywira ku di serdema nû de dikeve ser milên têkoşerên zimanê kurdî hatin nirxandin. Desteya Ahengîsaz a Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî di 27-28’ê tîrmehê de civiya. Di civînê de xebatên TZPKurdî û peywira ji bo serdema nû dikeve pêşberî wan nirxand.
Zêdetir bixwîne...
 
Reş
Helbest - Ahmed Arif

Li te qelibiye,
Bi şîrê reş,  bi evîna dijwar
Tu wesle-wesle kiriye…
Û di çiçikên reş da diranên te asî,

Zêdetir bixwîne...
 
Midûrê Karên Nivîsên û Xwediyê Îmtdiyazê ya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç hate girtin
Nûçe - Nûçe

AMED - Midûrê Karên Nivîsên û Xwediyê Îmtdiyazê ya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç hate girtin.

Midûrê Karên Nivîsên û Xwediyê Îmtdiyazê ya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç, ku di demjimêrên sibê de li Navçeya Pesayê ya Amedê ji aliyê polîsan ve di serdagirtina malê de hatibû binçavkirin. Piştî Kiliç, derxistin dadgehê û li wir nasnameya wî hate tesbîtkirin, hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

Zêdetir bixwîne...
 
Pira Zimanê Kurdî Elegez
Nûçe - Nûçe
HÊLÎN CUDÎ / ÊRÎVAN - Kurdên li Ermenîstanê dijîn piştî fermîbûna zimanê Kurdî bi tîpên Latînî, vê carê li gundê Elegez yê ku girêdayî bajarê Abarana Ermenistanê civînek li ser pêdiviyên Zarokên Kurd bi awayek hemdem, pêdiviya hîn kirina mamosteyan û li ser kêmbûna dersên zimanê Kurdî li darxistin.

Di civîna ku bi amedekariyên komîteya ziman û perwêrda Kurdî li Ermenîstan ê û bi alîkariya Komîta Kurdistanê û şêwra gelê Kurdên Ermenîstanê hatî li darxistin de, li gel endamên Yekitiya mamosteyên Kurd, kesayetên berbirsyar, mamosteyên zimanê Kurdî yên li Ermîstan ê, rewşenbîr, keye û rêvebiriyên dibistanan tevlî bûn.

Zêdetir bixwîne...
 
©2008 www.beroj.org